STENBOL - Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de, Serokê Daîreya Agirkujiyê Remzî Albayrak jî di nav de 4 kes hatin binçavkirin.
Di arçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de, polîsên Şaxa Darayî ya girêdayî Midûriyeta Polîsan a Stenbolê, danê sibehê serdegirtin kirin. Di serdegirtinê de Cîgirê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û Serokê Daîreya Agirkujiyê Remzî Albayrak û ji rêveberiya CHP'ê ya BAyrampaşayê Bekîr Onder, karsaz Aîbrahîm Amed û ajovan Hakan Kose hatin binçavkirin. Tê payin ku kesên hatine binçavkirin bibin Midûriyeta Polîsan a Vatanê.
