Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Divê gel waliyan jî hilbijêre

img

WAN - Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedalê diyar kir ku dewrkirina desthilatdariya darayî û siyasî ji bo rêveberiyên xwecihî welat parçe nake, berevajî wê xurt dike. Neslîhan Şedalê got ku divê walî û hemû rêveberên xwecihî bi hilbijartinê werin diyarkirin.

Rêveberiyên xwecihî yên li Tirkiyeyê, modeleke ku di bin wesayeta îdara navendî de şikil girtiye. Her çend tê qebûlkirin ku saziyên rêveberiya xwecihî xwedî statuya hiqûqî ya giştî ne jî, bi rêya Wezareta Karên Hundir û waliyan, bi awayekî rasterast an nerasterast destwerdan li biryarên xwecihî tê kirin. Gelek biryar bi erêkirina navendê ve girêdayî ne û xweseriya darayî di bin kontrola navendê de ye.
 
Di salên dawî de pratîka qeyûman jî li vê rewşê hat zêdekirin. Destwerdana li pêvajoyên biryardayinê û tayînkirina qeyûman li şûna kesên bijartî, wekî astenga herî mezin a li pêşiya xurtkirina demokrasiya xwecihî tê dîtin.
 
Neslîhan Şedal a ku di nav Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) de siyasetê dike, di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adara 2024’an de ligel Abdullah Zeydan ji sedî 55,48’ê dengan wekî Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê hat hilbijartin.
 
Piştî ku "mafên qedexekirî" yên Zeydan bi şûnve hatin wergirtin, mazbata dan namzetê AKP’ê Abdulahat Arvas ê ku  ji sedî 27 deng girtibûn. Lêbelê li ser nerazîbûnên zêde û berxwedana gel a li bajêr, gav paşde hat avêtin û mazbata dan hevserokan.
 
Piştî ku di doza ku Zeydan bi îdiaya "alîkariya rêxistinê" dihat darizandin de 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn, di 15’ê Sibatê de li şûna hevserokan qeyûm hat tayînkirin. Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan tevî biryara qeyûm jî, li bajêr bi awayekî çalak dixebitin. Bi civînên gel û serdanên cuda guh didin pirsgirêkên gel û bi rêya şaredariyên DEM Partiyê çareser dikin.
 
Neslîhan Şedalê, di heman demê de peywira Hevserokatiya Yekitiya Şaredariyên Herêma Anatoliya Başûrê Rojhilat (GABB) bi rêve dibe. Em bi Neslîhan Şedal a ku xebatên jinan dike re, li ser hişmendiya rêveberiyên xwecihî ya li welat û pratîka qeyûman axivîn. 
 
Bi kurtasî hûn têkildarî hişmendiya rêveberiya xwecihî ya li Tirkiyeyê çi dibêjin?
 
Pirsa "Li Tirkiyeyê modeleke çawa ya rêveberiyên xwecihî tê rêvibirin", pênasekirina modela ku hişmendiya dewleta neteweyî derxistiye holê jî ferz dike. Em li welatekî ku di her warî de yekperestî xwe nîşan dide, dijîn; pirçandî, pirnasnameyî û pirbawerî tune têne hesibandin û cih ji wan re nayê hiştin.
 
Pêdiviyên gelên ku li herêman dijîn nayên raçavkirin. Ev (desthilat) hemû ji navendê têne diyarkirin. Mînak, di modela rêveberiyên xwecihî de hema hema cihê rengê jinê tune ye. Cihê pirbaweriyê tune ye. Mixabin hişmendiyekî ku pêdivî û taybetmendiyên xwecihî raçav bike tune ye.
 
Gelo hemû partiyên muxalif ên ku di rêveberiya xwecihî de ne jî ji vê nêzikatiyê bandor dibin?
 
Dema hûn bixwazin li dijî vê nêzikatiyê (desthilatê) alternatîfekê deynin, hûn bi astengiyên hişmendiya wesayetparêz re rû bi rû dimînin. Li Tirkiyeyê bo demekî dirêj beşek ji muxalefetê dikaribû ji "avantajên" modela rêveberiya xwecihî ya ku hişmendiya wesayetparêz ava kiriye sûd werbigire.
 
 
Ji ber ku em dixwazin li dijî hişmendiya dewleta neteweyî, fikra rêveberiyên xwecihî ya piralî, pirnasnameyî, pirbawerî, demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan pêş bixin, em bi ambargo û astengiyên polîtîk re rû bi rû dimînin.
 
Heke hûn bixwazin li dijî hişmendniya dewleta neteweyî, fikra rêveberiyên herêmî ya piralî, pirnasnameyî, pirbawerî, demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan pêş bixin, divê hûn li dijî hişmendiya yekperestiyê ya dewleta neteweyî alternatîfek xurt derdixin holê. Modela rêveberiya xwecihî ya ku em dixwazin ava bikin modeleke wiha ye. Ji ber vê yekê em demeke dirêj e bi ambargoyên hişmendiya wesayetparêz û astengiyên polîtîk re rû bi rû ne. Dema em li geşedanên dawî dinêrin, partiyên muxalif jî -heke em wekî CHP pênase bikin- bi êrişên wiha re rû bi rû man. Di 1-2 salên dawî de em dibînin ku qeyûm li hin şaredariyên muxalefetê hatine tayînkirin an jî şaredarî bi hişmendiya wesayetparêz tên astengkirin.
 
Di şaredariyan de hin biryarên der barê bajêr de têne dayîn, lê em dizanin ku gelek desthilatdarî di destê saziyên dewletê de ne. Heta navê taxekê jî pêşkêşî erêkirina waliyê tê kirin, mîna budçeyê... Ev rewş bandoreke çawa li xizmetên rêveberiya herêmî dike?
 
Erka waliyan ew e ku li herêman nûnertiya dewletê bikin û koordînasyona desthilatdariya dewletê ya li vir bi rêve bibin. Erka waliyan ew e ku rêveberiyên xwecihî jî bi awayekî xurt bikin parçeyek ji vê koordînasyonê. Lê mixabin ji ber ku welatê em lê dijîn xwedî hişmendiyeke wesayetparêz e, karmendên ku hatine tayînkirin jî dikarin veguherin meqamê wesayetê.
 
Ji ber vê yekê, dikarin li ser rêveberiyên xwecihî biryarên polîtîk an siyasî bidin. Ger erka waliyan koordînasyona herêman be, di esasê xwe de ev ne astengkirina biryarên şaredariyan e. Ew dikare li ser vê yekê kontrola hiqûqî bi cî bînin. Dikare li ser guncavbûna biryarekê ya bi hiqûqê re nîqaş bike. Dikare vê rapor bike. Lê di dawiyê de, rawestandin an pêkanîna biryarên şaredariyê bi pêvajoyeke darazê ve girêdayî ye.
 
Biryara dawî dîsa daraz dide, ne walî. Lê mixabin li welatê em tê de dijîn ev wiha nabe. Destwerdana li meclisên şaredariyan, derbasnekirina biryaran û tayîna li şûna hevşaredaran... Mixabin dayîna desthilatdariyeke bêsînor ji bo waliyan, dikare pratîkeke antîdemokratîk jî bi xwe re bîne.
 
Em dikarin bibêjin ku xizmetan jî asteng dike?
 
Bêguman dikare xizmetê jî asteng bike. Divê em çend mînakên şênber bidin. Mînak, em tevgereke ekolojîk in. Heke em Wanê wek mînak bidin; ji bajarên ku li qiraxa Gola Wanê ne koordînasyonek hatibû avakirin û di nav vê koordînasyonê de saziyên têkildar ên di qada rêveberiyên xwecihî de jî beşdar bûbûb. Di dema qeyûm de, dema ku şaredariyên AKP'î di nav koordînasyona plana çalakiya parastina Gola Wanê de cih girtin, ji ber ku em di vê pêvajoyê de di rêveberiya bajarê mezin de DEM Partî'yî bûn, em li derveyî vê koordînasyonê hatin hiştin.
 
 
Dema ku şaredariyên AKP’ê di nav plana çalakiya parastina Gola Wanê de cih girtin, ji ber ku em DEM Partî'yî bûn, em li derveyî vê koordînasyonê hatin hiştin.
 
Di dema qeyûm de Rêveberiya Av û Kanalîzasyonê ya Wanê (VASKÎ) di nav koordînasyonê de bû, em li derveyî vê hatin hiştin. Ji ber nêrîna me ya siyasî, ji birêvebirina karesatan bigire heta parastina bedewiyên dîrokî û çandî yên herêmê, em ji koordînasyonên hatine avakirin têne dûrxistin.
 
Dûrxistina rêveberiyên xwecihî yên ku xwedî gelek berpirsiyar in ji van xebatan, dibe asteng ji bo xizmetê. Herwiha rê li ber bilindbûna standardên bajêr jî digire.
 
Madem behsa waliyan bû; demekê nîqaşên ku divê kesên tayînkirî jî bi hilbijartinê werin ser kar  hebûn. Gelo hûn dixwazin walî bi hilbijartinê werin diyarkirin? Ma ev yek pêvajoya ku em qala wê dikin dê xurttir nake?
 
Hilbijartina waliyan ji aliyê gel ve, tê wateya derbaskirina astengiyên burokratîk ên navendî. Hilbijartina waliyan ji aliyê gel ve, tê wateya belavbûna xurtkirina demokrasiyê li herêmê. Bêguman ez jî bi vê fikrê re me.
 
Hûn dibêjin bila gel waliyan jî hilbijêre?
 
Teqez, hilbijartina waliyan ji aliyê gel ve pir girîng e. Kîjan partiya siyasî welat birêve bibe -ez di warê desthilatdariyê de dibêjim- karmendên ku dewletê tayîn kirine jî wekî xebatkarekî van partiyên siyasî li herêman xebatên xwe dikin. Lêbelê, kesên ku li wan herêman têne hilbijartin dikarin rasterast û hîn zêdetir bi gel re têkevin têkiliyê.
 
Kesên ku ji aliyê gel ve têne hilbijartin, ji nasnameyên xwe yên siyasî vediqetin û dibin namzetên ku xizmetên gel bi cih bînin. Ji ber vê yekê divê ev kesê hatine hilbijartin ji nasnameyên siyasî û hişmendiya wesayetparêz dûr bin û di çareserkirina pirsgirêkan de bibin muxatabên gel.
 
Wekî DEM Partî hûn ji bo rêveberiyên xwecihî polîtîkayekî diparêzin?
 
Modela rêveberiyên xwecihî ya ku DEM Partiyê derxistiye holê, li dijî modela rêveberiyên xwecihî ya dewleta neteweyî alternatîfekê pêşkêş dike. Li şûna modeleke ku jin tê de tune ne, em parastina modeleke ku jin tê de kirde ne dikin.
 
SPOOT: Li dijî modeleke rêveberiya xwecihî ya ku xweza, ax, av û her tiştî vediguherîne qada rantparêziyê; em parastina modeleke ku axê diparêze û hevsengiya ekolojîk dabîn dike, dikin.
 
Li dijî nêzîkatiyeke rêveberiya xwecihî ya ku ne pirnasnameyî, ne pirçandî û ne gelparêz e; em parastina modela pirçandî, pirnasnameyî, pirbawerî û nirxên xwecihî diparêze, dikin. Em modeleke rêveberiya xwecihî ya şeffaf, ji hemû mekanîzmayên kontrolê yên civakê re vekirî, xwedî temsîliyeta wekhev û xwedî îradeya herî xurt a jinan diparêzin.
 
Di çarçoveya vê hişmendiya ku we behs kir de, ji bo xurtkirina rêveberiyên xwecihî kîjan gav dikarin bên avêtin?
 
Dema em li Peymana Ewropayê ya Xweseriya Rêveberiyên Xwecihî dinêrin, Tirkiye jî yek ji beşdarên vê peymanê ye. Lêbelê, dema em behsa parastina mafê welatiyan ê hilbijartin û hatina hilbijartin dikin, di hin xalan de astengiyên Tirkiyeyê hene.
 
Divê çi were kirin? Divê modela rêveberiyên xwecihî bigihîje van standardan û li gorî van standardan were nûkirin. A herî girîng, divê pergala hevserokatiyê bibe xwedî temînata qanûnî.
 
Divê meclis bên xurtkirin û hîn zêdetir biryar ji meclisan re werin hiştin. Divê desthilatdariyên xurt bidin meclisan û beşdariya gel bi temamî were misogerkirin. Ya herî girîng jî, divê pergal û polîtîkaya qeyûm ji holê rabe.
 
Heke astengiyên di Peymana Ewropayê ya Xweseriya Rêveberiyên Xwecihî de werin rakirin, bêguman wekî min got mijara qeyûm jî dê ji holê rabe. Dê rêz li îradeya gel jî were girtin.
 
Çima xweseriya darayî û siyasî ya şaredariyan girîng e?
 
Belavkirina çavkaniyên darayî jî di esasê xwe de li gorî vê hişmendiya wesayetparêz tê diyarkirin. Pêdiviyên herêmekê çi ne? Ji bo van pêdiviyan çiqas budçe pêwîst e?
 
Ev hemû mijar, dê li herêmê werin çareserkirin û bi mekanîzmayên rêveberiyê yên xwecihî derkevin holê. Ji ber vê yekê, budçeya ku ji navendê tê diyarkirin, dibe ku bersiva pêdivî û taybetmendiyên herêmê nede.
 
 
Heke hûn di warê nêrîna siyasî de muxalif bin, hûn bi ambargoya darayî re rû bi rû dimînin. Di gihîştina xizmetê de bêedaletî heye.
 
Mixabin li welatê em lê dijîn, li pêşiya avakirina qadên hilberîna darayî ya herêmê astengiyên pir giran hene. Hûn di warê darayî de bi temamî girêdayî navendê ne. Û hûn girêdayî sepanên kêfî yên navendê ne. Çima divê xweseriya aborî hebe?
 
Xweseriya darayî dikare gihîştina xizmetê ya hîn bilez û hîn pêkan hêsan bike. Heke hûn li cîhekî wesayetparêz bijîn û di warê siyasî de muxalif bin, hûn bi gelek ambargoyên darayî re rû bi rû dimînin. Mînak, em dibînin ku çavkaniyên darayî yên diçin herêmên nêzî desthilatdariyê û çavkaniyên diçin herêmên li dijî wan ne yek in. Em di gihîştina xizmetê de neheqiyeke mezin dibînin.
 
Gelo em dikarin bibêjin ku xweseriya darayî, tê wateya dabînkirina aboriya rêveberiya xwecihî?
 
Xweseriya darayî, tê wateya belavkirina çavkaniyan bi awayekî adilane; bêyî ku li reng, ziman û ramana kesî were nêrîn, belavkirina çavkaniyan e.
 
 
 
Dayîna desthilatdariyê ji bo rêveberiyên xwecihî, yekparçebûna welat xurt dike, parçe nake. Di warê aborî de xurt dike. Welat pêş dixe.
 
Heke meseleya xweseriyê di rêveberiyên xwecihî de nebe pirsgirêk; hûn dikarin di warê aborî de bi rêya rêveberiyên xwecihî piştgiriyeke pir xurt bidin xebatên çandiniyê. Hûn dikarin qadên turîzmê, bi rengekî ku li gorî hevsengiya ekolojîk biparêze, veguherînin qadên eko-aborî yên pir girîng. Hûn dikarin rê li ber koçberiya ciwanan bigirin daku ew neçin metropolên din an welatên din. Hûn dikarin jiyana aram ji bo mirovan dabîn bikin. 
 
Lêbelê dema ku ev nebe, gelek projeyên ku hûn dixwazin pêk bînin ji aliyê hikumeta navendî ve têne astengkirin û xizanî hîn kûrtir dibe.
 
Mînak; îro li vir ji bo ku jin neyên qetilkirin, ji bo ku jin bi tundiyê re rû bi rû nemînin, her tişt û her saziya ku hûn dixwazin vekin, divê di erêkirina wezaretê re derbas bibe. Lê heta ku hûn wê erêkirinê werdigirin, bi dehan jin têne qetilkirin. Bi sedan jin bi tundiyê re rû bi rû dimînin.
 
Ji ber vê yekê, ev meseleya xweseriyê, girtina biryarên bilez, pêkanîna bilez a projeyan û çareserkirina bilez a pirsgirêkên civakî bi xwe re tîne. Heke ev pirsgirêk ji xwecihî werin çareserkirin, di asta navendî de jî avahiyeke pir xurt derdikeve holê. Ev ne parçebûn e. Berevajî wê, yekbûnê bi xwe re tîne.
 
Li gorî we, divê desthilatdariya dewletê yan jî saziyên ku nûnertiya dewletê li herêmê dikin û ya şaredariyan çi bin? 
 
Desthilatdariyên rêveberiyên xwecihî di esasê xwe de diyar in, gel vê diyar dike. Gel dixwaze ku ev kesên bijartî di xala çareserkirina pirsgirêkên civakî de têkoşîneke bilez û kolektîf bikin. Bêguman binesazî, seresazî û hin pêdiviyên din… ev li her derê cîhanê wekî erkên şaredariyan têne pênasekirin. Çêkirina rê, av, park, kanalîzasyon û hwd.
 
Lêbelê dema ku mijar demokrasî û jiyana gel be, hûn neçar in ku di nav vê de aborî, perwerde û tenduristiyê jî bifikirin. Ligel vê, hûn neçar in ku meseleya civakbûnê jî bifikirin. Ev hemû ji bo dabînkirina pêdiviyên civakê ne û ev hemû di esasê xwe de bi rêveberiyên xwecihî re têkildar in.
 
Niha, dema ku rêveberiyên xwecihî li ser van mijaran (perwerde, ewlehî, qadên çandî...) polîtîkayan biafirînin; erka waliyan ew e ku van koordîne bikin. Walî van koordîne dikin. Rê li ber rêveberiyên xwecihî vedikin. Polîtîkaya "em dikarin hîn xurtir çawa bixebitin" hildiberînin. Lê mixabin em vê nabînin. Em li herêman bi sepanên wesayetparêz re rû bi rû dimînin.
 
Li şûna we qeyûm hatiye tayînkirin; heke hûn bi peyvekî qeyûm rave bikin, hûn ê çi bibêjin?
 
Ravekirina qeyûm bi peyvekê pir zehmet e. Lê heke hûn bipirsin "ma hûn dikarin bi peyvekê îfade bikin", ez wekî "karmendên mêtingeriya" pênase dikim. Lewra gelê Kurd 100 sal in bi siyaseta mêtingeriya re rû bi rû ne. Zimanê me, çanda me, baweriya me û hemû nirxên me yên civakî di encama van polîtîkayan de bûn hedef. Sê car in ku bi awayekî sîstematîk bi rêya qeyûman îradeya gel tê desteserkirin. Ez dixwazim vê wekî berdewamiya wan polîtîkayên mêtingeriya û hiqûqa mêtingeriya binirxînim.
 
Di avakirina civakeke demokratîk de, şaredarî an rêveberiyên xwecihî dikarin roleke çawa bilîzin?
 
Heke zextên siyasî û hişmendiya wesayetparêz a li ser rêveberiyên xwecihî rabe; ev qadên herî xurt in ku pîvanên demokrasiya xwecihî lê dikarin pêk werin. Em her tim girîngiya wan a navendî di çareserkirina pirsgirêkên gel de tînin ziman. Lê avakirin û xurtkirina mekanîzmayên li dijî pêdiviyên gel jî pir girîng e.
 
Li vir erkeke pir mezin dikeve ser meclisên şaredariyan. Divê xebat werin kirin da ku beşdariya gel di van meclisan de were dabînkirin, gel bikaribe bi awayekî xurt biaxive û bibe îrade. A din jî, aktîfkirina konseyên bajêr e; pir girîng e ku hemû dînamîkên bajêr di nav konseyên bajêr de werin temsîlkirin.
 
 
Komun, qadên ku piştevaniya civakê lê tê hûnandin in. Qada herî girîng a rêxistinkirinê ya ku dê demokrasiya xwecihî û rêveberiyên xwecihî xurt bike, komun in.
 
Tiştê ku em di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de nîqaş dikin jî, ji nû ve avakirina komunan e. Em komunan wekî cewherê civaka exlaqî û polîtîk dinirxînin. Civaka exlaqî û polîtîk tê çi wateyê? Avakirina çandekê ku her kes tê de bi awayekî adil û wekhev bijî û çareserkirina pirsgirêkên gel bi awayekî bilez, pratik û mayînde ye. Cewherê vê bi komunê pêk tê. Komun ew qad in ku li ku derê pirsgirêkek civakî hebe, gel lê tê cem hev, li dijî wê pirsgirêkê dengê xwe bilind dike, polîtîkayê diafirîne û ya herî girîng jî piştevaniya civakî lê tê hûnandin. Qada rêxistinkirinê ya herî girîng ku dê demokrasiya xwecihî û rêveberiyên xwecihî xurt bike jî komun in.
 
Jin di ku derê vê pêvajoyê de ne, gelo li gorî fikra we hûn bi têra xwe bi bandor in?
 
Dema em behsa modela rêveberiya xwecihî ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan dikin, em dibêjin ku em dikarin bi avakirina pergala azadîxwaziya jinan vê modelê pêk bînin. Em meseleya temsîliyeta wekhev, pergala hevserokatiyê, îradebûna jinan û birêvebirina bajaran bi hişmednî û ruhê jinan, wekî stûna herî girîng a felsefeya xwe dinirxînin. Em wekî jin, bêguman demeke pir dirêj e li dijî pirsgirêkên civakî têdikoşin. Wekî DEM Partî jî, em demeke dirêj e hewl didin têkoşîna xwe ya jinan di qada rêveberiyên xwecihî de bi awayekî çalak û berfireh bimeşînin. Em bi zelalî dibêjin ku heta li cîhekî jin bi tundiyê re rû bi rû bimînin, jin werin qetilkirin û windakirin, aştî, demokrasî û edalet nayê.
 
Ji ber vê yekê, em hewl didin vê ramanê di qada rêveberiyên xwecihî de ava bikin, di heman demê de em saziyên wê di qada civakî de jî ava dikin. Niha wekî we jî gotî, em di pêvajoya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û avakirina wê de ne. A rast, ev pêvajoya ji nû ve pêkanîna aştiyê û demokratîkkirina civakê ye.
 
Em wekî jin dê roleke çawa bileyzin? Çima herî zêde divê jin roleke mezin û mîsyonekê bigirin ser milê xwe? Ji ber ku em bi rûyê herî tal ê şer û komkujiyan re rû bi rû dimînin. Me ev bi awayekî pir şênber li Rojava jî dît, li Filistînê jî dît. Dema li qadekê şer dest pê dike, di serî de jin dibin hedef. Ji ber vê yekê, rastiyeke dîrokî ya vê heye. Nexwe, destwerdan li heqîqeta jinê, hebûna jinê, hestê jinê û rêveberiya jinan û mekanîzmayên rêveberiyê hatiye kirin ku îro dîsa ev dîrok bi awayekî rojane xwe nîşanî me dide.
 
 
Di xala avakirina aştiyê de û demokratîkkirina civakê de hewcedarî bi xebateke xurtir heye. Ev pêvajo vê yekê dixwaze. Rêxistinkirineke xurtir dê rê li ber demokratîkkirina civakê veke.
 
Em jî li hemberî vê, bi taybetî di qada rêveberiyên xwecihî de, dibêjin ku divê jin bikaribin bi awayekî xurt biaxivin, bi awayekî xurt xwe birêxistin bikin û divê komunên jinan werin avakirin. Em parastina îradebûneke hîn xurtir, axaftineke hîn xurtir û birêvebirina bajarên me bi îradeya jinan dikin. Wê demê herêm dikarin bi awayekî xurtir demokratîk bibin.
 
Em di vê mijarê de di kîjan astê de ne? Di mijara avakirina aştiyê de û demokratîkkirina civakê de hewcedariya me bi hewldaneke xurtir, rêxistinkirineke xurtir û xeteke polîtîktir heye. Ev pêvajo vê yekê dixwaze. Avakirina rêxistinkirineke xurtir û piştevaniyeke xurt dê rê li ber aştî û demokratîkkirina civakê veke.
 
MA / Azad Altay
 

Sernavên din

12:46 Li Mêrdînê Suryanan ‘Cejna Zayînê’ pîroz kir
11:45 Welatiyên Wanê: Bila dewlet gav biavêje
11:19 Abdullah Ocalan: Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye
11:01 Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê kongreya xwe li dar dixe
10:19 Li dijî ‘provokasyonên li girtîgehan' hişyarî
10:18 Di sala 2025’an de Îran û Rojhilat: Bû saleke krîzên piralî
09:32 'Divê jin di 4’ê Çileyê de azadiya Abdullah Ocalan biqîrin'
09:29 Ercan Yilmaz: Raporên ku ji Meclisê re hatine pêşkêşkirin ji bo çareserkirina pirsgirêkê kêm in
09:14 Bi gopalên xwe çal koland û ‘tovên hêviyê’ çand
09:09 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Divê gel waliyan jî hilbijêre
09:01 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2025'AN
24/12/2025
17:11 Hunermend Sîdar Amed jiyana xwe ji dest da
16:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:35 Kurtulmuş ji bo pêvajoyê ‘hişyarî’ kir: Hewl didin Tirkiyeyê dorpêç bikin, gelek dema me nîne
16:24 Hakan Fîdan bi Şandeya Hamasê re hevdîtin kir
15:47 Rewşa Durak ê tehliyeya wî ji bo 15 mehan hat taloqkirin xist rojeva Meclisê
15:35 Rapor: Berdana girtiyan bi ferzkirina poşmaniyê û pirsên li ser pêvajoyê tê taloqkirin
15:02 Di protestoya mûçeyê kêmtirîn de banga têkoşîna hevpar
14:39 Şîna Okan Gul bi girseyî hat ziyaretkirin
14:34 Di serdegirtina malê de dayika bi Kurdî axivî hat derbkirin
14:11 Dema xebatên Komîsyona Meclisê 2 mehên din hat dirêjkirin
13:34 Parastina bi Kurdî hat astengkirin: Kesek nikare di dadgeha min de bi Kurdî biaxive!
13:17 Hunermendan ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang kir: Ji bo mafê hêviyê em ê li qadê bin
12:50 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin
12:38 Civaknasê Alman Treiber: Rêgeza ‘entegrasyona demokratîk' li gor mercên rasteqîn e
12:27 AYM'ê der barê tomarkirina hevdîtina girtiyan de biryara binpêkirinê da
12:19 Tomarkera deng a balafira ku şandeya Lîbyayê tê de bû hate dîtin
12:18 Aldar Xelîl: HTŞ, wekî partiya Baasê ye
11:38 Civîna komîsyonê dest pê kir
11:27 Ji bo ava nayê dayîn fatûreyên zêde tên birîn!
11:23 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:02 'Mitînga Hêvî û Azadiyê dê bibe destpêka çareseriya demokratîk’
10:58 Mehmet Altan: Heya siyaset demokratîk nebe dê pirsgirêk çareser nebin
09:54 Testa hişbirê ya Serokê Fenerbahçeyê pozîtîf derket
09:50 Sûriye sala 2026'an bi nediyariyan pêşwazî dike
09:42 Ji bo pasaportê ji sedî 19 zem hate kirin
09:35 Ciwan dê ‘Di civaka sosyalîst de rola ciwanan’ nîqaş bikin
09:25 Serfermandarê Lîbyayê jî di nav de 8 kes di balafira ‘ketî’ de mirin
09:16 ‘Divê mafê hêviyê cîbicî bikin, azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2025'AN
23/12/2025
16:51 Bi girseyî serdana şîna Polatê HPG'î hat kirin
16:27 Li Edeneyê Komeleya Dayikên Aştiyê hat vekirin
15:50 Wezîrê Dadê Tûnç: Em bi heyetê re gavên ku divê bêne avêtin axivîn
15:17 Hamdiye Kirici jiyana xwe ji dest da
14:11 Mesût Sevîktek û Îsa Oran hatin bibîranîn
13:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kurtulmuş re bi dawî bû
13:28 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kûrtûlmûş re dest pê kir
13:23 Ji ciwanan banga mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’
12:12 Şandeya Îmraliyê: Aştî bi hiqûqê dikare were mayindekirin
11:16 Bajarê herî qelebalix ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa tê birêvebirin?
10:48 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç de dest pê kir
10:42 Amedspor dê ji bo êrişa nijadperest pêvajoya hiqûqî bide destpêkirin
10:30 Lêpirsîna Şaredariya îleyê: 22 kes hatin binçavkirin
10:19 Tenduristkar: Alternatîfa pergala tenduristiyê ya heyî modela 'komunê' ye
09:33 HSD, wê entegreyî kê bibe!
09:13 Polîtîkaya asîmlasyonê di 'Civîna Dêûbavan' de ye
09:07 'Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan meseleyeke jiyanî ye'
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2025'AN
22/12/2025
18:10 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û EMEP'ê: Pêdivî bi sererastkirineke qanûnî heye
18:05 Civîna koma nivîsandina raporê bi dawî bû: Dê dema komîsyonê bê dirêjkirin
16:48 Kurtulmuş bi koma nivîsandina ‘raporê’ re civiya
16:34 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û EMEP’ê dest pê kir
16:33 Xetereya li ser jiyana siyasetmedar Selîm Sadak didome
16:21 Tedawiya Huseyîn Aykol didome
16:13 Êrişên li dijî Leyla Zanayê li Mêrsînê hat protestokirin
15:28 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin bibîranîn
14:32 OHD’ê têkildarî êrişên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
14:20 Elewî çûn serdana Roboskê: Êşa me yek e
13:40 'Heke Burak Ercan bihata cezakirin dê 23 xwendekarên din nehatina îstîsmarkirin’
13:24 Ozel: Em dixwazin li Tirkiye û Sûriyeyê aştî serwer be
Sancar: Mitabeqeta siyasî û civakî pir girîng e
13:21 Ji bo Cejna Noelê bibe roja betlaneya fermî pêşniyarqanûn da Meclisê
12:48 Axêverên mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ diyar bûn
12:42 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel dest pê kir
12:02 'Rapor ji bendewariyên heyî dûr e, divê di pêvajoya qanûnan de lihevkirinek hebe'
11:20 Ji Amedsporê biryara Leyla Zanayê: Maça bi Igdirsporê re dê ji bo jinan bêpere be
10:38 Bi dîmenan bersiv dan wezareta ku îşkence red kir: Dev ji parastina faîlan berdin
09:50 Xwebûn bi manşeta ‘Daxwaz aştiyek bi rûmet e’ derket
09:36 Dosyaya ku DMME’yê ji ber ‘îşkenceyê’ Tirkiye mehkûm kiribû hate betalkirin
09:31 Piştî DAIŞ’ê Reqa: Yên ku wehşet dîtine bajêr bi rê ve dibin
09:14 'Ger hûn aştiyê bixwazin, divê hûn mafê hêviyê bi cî bînin'
09:13 Nobeta mexdûrên erdhejê ya li Enqereyê di tevahiya şevê de domiya
09:08 Li Rihayê di 21 mehan de tundî li hezar û 260 jinan û li 859 zarokan jî îstîsmara zayendî hat kirin
09:06 Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk mohra xwe li sala 2025’an da
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2025'AN
00:05 Şandeya Îmraliyê dê di 23'yê Kanûnê de bi Kurtulmuş û Tunç re bicive
21/12/2025
19:53 Şîna Servet Kartal ê HPG'î bi girseyî hat ziyaretkirin
19:29 Komeleya Lêkolînê ya Zanistên Civakî ya Kurdî kongreya xwe li darxist
19:00 Peyama Abdullah Ocalan ji bo kongreya ANKA-DER’ê: Bîranîna rastîn bilindkirina têkoşînê ye
17:50 Xwebûn di sala xwe ya 6'emîn de ye: Çapemeniya Kurdî ji her demê xurttir e
16:43 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:38 Li Girtîgeha Xarpêtê dijbariya pêvajoyê: Piştî her gavekî erênî bi îşkenceyê bersivê didin
16:23 Cenazeyê yaşar Demîr hate definkirin
16:05 Mexdûrên erdhejê li Enqereyê dest bi nobeta edaletê kir
15:50 'Avakirina zemîna hiqûqî ya pêvajoyê berpirsyartiya îktîdar û dewletê ye’
14:56 Şîna Zîlan Yilmazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:47 Di hevdîtinên budçeyê de roja dawî: Divê zimanê cihêkar bê terikandin
14:43 Li Cûdî ‘tovên hêviyê’ hatin çandin: Aştî bi xwezayê re dibe
14:42 Mewlîda ji bo Işik ê HPG’î bi girseyî hate ziyaretkirin
13:30 Girtiyê siyasî Omer ê rejîma Îranê nehişt tedawî bibe jiyana xwe ji dest da
13:19 Rejîma Îranê ceza da çalakvanê Kurd Ebdulazade