WAN - Şaredariyên DEM Partiyê yên ku bi pergala hevşaredariyê tên rêvebirin ji bo projeya "bajarên azad" dest bi kar kirin. Şaredariyan li 5 bajaran û 36 navçeyan 23 navendên jinan vekirin û zêdetirî 145 projeyên jinan pêk anîn.
Zordestiya nêrzayî ya di rêveberiyên herêmî de ji bo kolanên ewle, zarokistan, malên parastinê û qadên civakîbûna jinan xwedî zemînek girîng in, yek ji astengên herî mezin ên li pêşberî wekheviya zayendî ye. Rêveberiyên herêmî, ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan di demeke kurt de li qada herêmî girîng in. Rêjeya şaredarên jin di hilbijartinên herêmî yên 2024’an de derket %5,5’an, lê ev rêje nîşan dide ku jin têra xwe di pêvajoyên biryardayînê de cih nagirin û li qada herêmî temsîliyeta wekhev nayê cî.
Piştî sala 2014’an bi pergala hevşaredariyê re ev rêje hinekî bilind bû, lêbelê ji ber polîtîkaya qeyûm, bi dûrxistina hevşaredarên hilbijartî û hin endamên meclîsa şaredariyê ji wezîfeyê, dîsa kêm bû. Di Hilbijartinên Herêmî yên 31'ê Adara 2019'an de 45 jin hatin wek şaredar hatin hilbijartin, lê ji ber biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ya der barê KHK'îyan de, 2 jinên hatine hilbijartin mazbatayên xwe negirtin û rêje daket 43’yan. Di Hilbijartinên Herêmî yên 31'ê Adara 2024'an de hejmara jinên hilbijartî li gorî hilbijartinên 2019'an du qat zêde bûn. Jin li 5 bajarên mezin, 6 bajar, 64 navçe û 3 bajarokan hatin hilbijartin.
ŞAREDARIYÊN DEM PARTIYÊ
Di hilbijartinên dawî de, 30 jin ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku li Kurdistanê gelek şaredarî ji qeyûman standin û hatin ser rêveberiyê, di nav 20 mehan de gelek xebat pêk anîn. Nexasim saziyên ku di dema qeyûm de hatibûn girtin, ji nû ve hatin vekirin û xistin xizmeta jinan. Şaredariyên DEM Partiyê ji bo jin di qada cemaweriyê de bêtir xuya bibin û ji bo pêkanîna xizmetên ku pêdiviya jinan pê heye dest bi xebatan kirin. Li bajarên ku piştevaniya jinan bûye sazûmanî, 37 Navendên Piştevanî û Jiyanê yên Jinan, 9 Bostanên Bajêr ên Jinan, 5 proje yên JINKART'ê hatin pêkanîn û bi 9 baro û saziyan re protokol hatin îmzekirin.
Li gelek bajaran, ji Wanê heta Amedê, ji Rihayê heta Mêrdînê, saziyên jinan ku bi salan girtî bûn, ji nû ve hatin vekirin. Navendên bi navên wekî Rojîn, Hebûn, Sînemxan, Nûjîn, Bînevş, Zîn, Meryemxan hatin damezrandin, bûn mekanîzmayên piştgirî, perwerdehî, hilberîn û alîkariya hiqûqî ji bo jinan.
XEBATÊN LI SER HILBERÎNÊ
Şaredariyên DEM Partiyê ji bo keda jinan, 15 atolyeyên hilberînê, bazara jinan û kursên pîşeyî vekirin. Bi dehan xebatên û atolyeyên yên ji bo aborî hat vekirin. 9 Bostanên Bajêr ên Jinan pêşengiya jinan di hilberîna herêmî de xurt kirin. Li bostanên Wan, Ebex, Dêrik, Nisêbîn, Şemrex û Xawesor jinan hem xwezayê hem jî hilberînê ji nû ve birêxistin kirin.
TÊKOŞÎNA HERÊMÎ YA LI DIJÎ TUNDIYÊ
Ji bo parastina mafê jiyanê yê jinan, 8 şaredariyên DEM Partiyê "Belgeya Helwesta Li Dijî Tundiyê" îmze kirin. Şaredariyên Wan, Begirî, Amed, Farqîn, Rezan, Pasûr, Bajarênû û Cizîrê mekanîzmayên herêmî ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan damezrandin û li 4 bajaran Xeta Alo ya Tundiyê ji nû ve ket meriyetê.
Rêveberên jin bi xizmetên xwe û projeyên ku pêk anîn peyama “Rêveberiya herêmî bi jinê re azad dibe, bajar bi jinê re nefesê distîne” dan.
PROJEYÊN JINAN ÊN LI GORÎ BAJARAN
WAN
* Pirtûkxaneya Jinan a Yuzen Jin hat vekirin.
* Pirtûkxane û Navenda Lêkolînê ya Berhemên Jinan hat vekirin.
* Xeta Piştgiriya Jinan hat damezrandin.
* Yekîneya Têkoşîna Li Dijî Tundiyê hat vekirin.
* Bi Baroya Wanê re ji bo piştgiriya hiqûqî ya bêpere ji bo jinan protokol hat îmzekirin.
* Belgeya Helwesta Li Dijî Tundiyê ji aliyê şaredariya bajarê mezin û hemû navçeyan ve hat îmzekirin.
* Navenda Jiyanê ya Jinan a Rojînê hat vekirin.
* Ji bo piştgiriya veguhastina bêpere ji jinan re JINKART hat derxistin.
TÛŞBA
* Miduriyeta Polîtîkayên Jinan hat vekirin.
* Navenda Piştevaniya Jinan a Hebûn hat vekirin.
* Belgeya Helwesta Li Dijî Tundiyê hat îmzekirin.
* Bostanê Bajêr ên Jinan a Xanê Akdogan hat danîn.
* Projeya “Daristana Jinan” hat bicîananîn.
RÊYA ARMÛŞÊ
* Navenda Piştgiriya Jinan a Rêya Armûşê ya Çil Kezî hat vekirin.
* Bostanê Bajêr ên Jinan hat danîn.
* Navenda Jiyan û Çandê ya Jinan a Bostanîçiyê hat vekirin.
* Projeya Odeya Lênêrîn û Şîrdayîna Zarokan ket meriyetê.
ARTEMÊT
* Navenda Piştgiriya Jinan a Şamîramê hat vekirin.
* Yekîneya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan, Yekîneya Pêşxistina Projeyên Perwerdehî û Civakî yên Jinan û Yekîneya Pêşxistina Aboriya Jinan hatin damezrandin.
QELQELÎ
* Navenda Bêhnvedan û Piştgiriyê ya Jinan a Rindêxanê hat vekirin.
WESTAN
* Tesîsên Bêhnvedanê ya Jinan a Tamara hatin vekirin.
ERDÎŞ
* Koma Şêwirmendî û Piştgiriyê ya Jinan hat damezrandin.
* Yekîneya Têkoşîna Li Dijî Tundiyê hat damezrandin.
BEGIRÎ
* Navenda Jiyan û Piştgiriyê ya Jinan a Sînemxanê hat vekirin.
* Projeya Bostanê Bajêr ên Jinan li gundê Komîs hat danîn.
EBEX
* Mala Bêhnvedanê ya Jinan a Zerîf Xatûnê hat vekirin.
* Bostanê Bajêr ên Jinan hat danîn.
* Pirtûkxaneya Jinan hat vekirin.
* Projeya “Daristana Jinan” hat pêkanîn.
ELBAK
* Atolyeya rîsîna hiriyê hat vekirin.
* Atolyeya Cil û Bergan a Sosinê hat vekirin.
* Tesîsên Bêhnvedanê yên Jinan hatin vekirin.
PAYÎZAVA
* Mala Bêhnvedanê ya Jinan a Destarê hat vekirin.
* Bostanê Bajêr ên Jinan a Xawesorê hat danîn.
SERAV
* Navenda Jiyanê ya Jinan a Seravê hat vekirin.
* Atolyeya tevna xaliyan hat vekirin.
ŞAX
* Mala Bêhnvedanê ya Jinan a Meryemxanê hat vekirin.
AMED
* Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, protokola “Peymana Wekheviya Jin û Mêr di Jiyana Herêmî ya Ewropayê” ya Konseya Şaredarî û Herêman a Ewropayê (CEMR) îmze kir.
* Sepana JINKART'ê hat pêkanîn.
* Kursên pîşeyî yên ji bo piştgiriya wekheviya zayendî hatin vekirin.
* Navenda Lêkolînên Pirsgirêkên Jinan a Amedê (DÎKASUM) ji nû ve ji bo xizmeta jinan hat vekirin.
* Xeta Alo ya Tundiyê ya ku yek ji mekanîzmayên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan e, bi jimareya 444 36 21 ket meriyetê.
PASÛR
* Sepana JINKART'ê hat pêkanîn.
BISMIL
* Bazara Keda Jinan hat avakirin.
* Navenda Jiyan û Piştgiriyê ya Jinan a Nûjînê hat vekirin.
* Sepana JINKART'ê dan destpêkirin.
XANA AXPAR
* Sepana JINKART'ê hat pêkanîn.
* Bi Baroya Amedê re protokola hevkariyê hat îmzekirin.
* Bi GABB'ê re komîsyona kompleksa jiyana çandiniyê hat damezrandin.
PÎRAN
- Mala Bêhnvedanê ya Jinan hat vekirin.
ERXENÎ
* Bazara Taxê ya Keda Jinan hat vekirin.
HÊNE
* Navenda Bêhnvedanê ya Jinan ji nû ve hat vekirin.
PEYAS
* Navenda Piştgiriya Jinan hat vekirin.
* Pirtûkxaneya Berhemên Jinan a Peyasê hat vekirin.
* Bi DTSO'yê re ji bo pêşxistina jinan di warê pîşeyî de protokol hat îmzekirin.
* Komên hilberînê bi beşdariya 49 jinan hatin damezrandin.
FARQÎN
* Navenda Piştevanî û Jiyanê ya Jinan a Nûdemê hat vekirin.
* Kursên tevnê, kursên dirûn û erbaneyê hatin vekirin.
* Meclisa Jinan hat damezrandin.
* Parka Rojîn Kabaîşê hat vekirin.
* Bi protokola ku bi Baroya Amedê re hat îmzekirin, biryar hat dayîn ku piştgiriya hiqûqî ji jinên rastî tundiyê hatine re were dayîn.
SÛR
* Navenda Piştevaniya Jinan hat vekirin.
* Bostanê Bajêr ên Jinan li Taxa Kabiyê hat danîn.
* Meclisa Jinan hat damezrandin.
REZAN
* Navenda Piştevaniyê ya Rojîn Kabaîşê hat vekirin.
* Mala Stargeha Jinan hat vekirin.
* Navenda Piştevaniya Jinan a Kardelen 2 li taxa Fatîhê hat vekirin.
* Meclisa Jinan hat damezrandin.
* Koma Koro û Koma Lîstikên Gelêrî yên Jinan hatin damezrandin.
BAJARÊ NÛ
* Navenda Jinan a Bînevşê hat vekirin.
* Xeta Alo ya Tundiyê hat vekirin.
LICE
* Meclisa Jinan hat damezrandin.
* Navenda Bêhnvedanê ya Jinan hat vekirin.
MÛŞ
* Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê hat damezrandin.
* Navenda Bêhnvedanê ya Jinan û Mala Şînê ya Jinan hatin vekirin.
* Navenda Piştevaniya Jinan hat vekirin.
GIMGIM
* Mala Bêhnvedanê ya Jinan hat vekirin.
KOP
* Navenda Bêhnvedanê ya Jinan a Evrîmê hat vekirin.
TETWAN
* Navenda Piştevaniya Jinan a Tetwanê hat vekirin.
MÊRDÎN/ARTUKLU
* Bostanê Bajêr ên Jinan hat danîn.
* Navenda Piştevaniya Jinan hat vekirin.
DÊRIK
* Bostanê Bajêr ên Jinan hat danîn.
ŞEMREX
* Bostanê Bajêr ên Jinan hat danîn.
NISÊBÎN
* Bostanê Bajêr ên Jinan hat danîn.
* Navenda Piştevaniya Jinan hat vekirin.
AGIRÎ
* Navenda Piştavaniya Jinan a Zîn hat vekirin.
* Sepana şofêriya jinan hat destpêkirin.
* Navenda Bêhnvedanê ya Jinan hat vekirin.
BAZÎD
* Kafeya Jinan hat vekirin.
* Eywana Werzîşê ya Jinan hat vekirin.
* Navenda Piştevaniya Jinan hat vekirin.
CIZÎR
* Bazara Keda Jinan hat danîn.
* Bazara Gund a Jinan hat damezrandin.
* Xeta Alo ya Tundiyê hat damezrandin.
* Navenda Jiyanê ya Jinan a Kezî hat vekirin.
WÊRANŞAR
* Mala Bêhnvedanê ya Jinan hat vekirin.
PIRSÛS
* Navenda Bêhnvedanê ya Jinan hat vekirin.
* Parka Jinan a 8’ê Adarê hat vekirin.
* Navenda Piştevanî û Jiyanê ya Jinan hat vekirin.
* Meclisa Jinan hat damezrandin.
SERÊKANIYÊ
* Navenda Piştevaniya Jinan hat vekirin.
* Meclisa Jinan hat damezrandin.
CURNÊ REŞ
* Mala Bêhnvedan û Piştgiriyê ya Jinan hat vekirin.
* Meclisa Jinan hat damezrandin.
* Parka Meryemxanê hat vekirin.
MA / Zeynep Durgut
