ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku divê komîsyon bêyî dereng bimîne tavilê biçe Îmraliyê û got: “Ji bo birêz Ocalan bikare baş bi rola xwe bilîze, ji bo îradeya raber kiriye bibe destkeftiya hevpar a 86 milyonan, divê ev daxwaza her kesekî be.”
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, li Meclisê di civîna heftane ya koma partiya xwe de geşedanên di rojevê de nirxand. Tulay Hatîmogûllari, di serî de bal kişand ser şewata di febrîqeyeke li Kocaeliyê de ku 6 karkeran jiyana xwe ji dest dan û got: “Ev ne qezayekî kar e, ev cînayeta kar e. Ev nîşan dide ka pergala heyî ya kambax çawa keda zarok, jin, kal û pîrên nehatine teqawidkirin diixwe û ewlehiya wan a kar çawa tune dihesibîne. An em tevek dê di bin çerxa ve pergala kapîtalîst de bên hêrandin an jî dê bi awayekî rexistinkirî li dij derkevin.”
‘TAVILÊ BERDIN’
Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari bi bîr xist ku biryara DMME’yê ya der heqê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş de teqez bûye û xwest biryar bên cîbicîkirin û girtiyên ji Doza Kompasê ya Kobanê tavilê bên berdan.
TIRKIYE VEGUHERIYE GIRTÎGEHÊ
Di berdewamê de Tulay Hatîmogûllariyê anî ziman ku Tirkiye veguheriye girtîgehê, hêj jî girtîgehên bi tîpên cuda tên çêkirin, ew der ji bo girtiyan veguherîne îşkencexaneyan, mafên girtiyan bi awayekî sîstematîk tên binpêkirin û tehliyeyên girtiyan tên astengkirin.
DIVÊ LI SER STRATEJIYÊN AŞTIYÊ WERE AXAFTIN
Tulay Hatîmogûllariyê diyar kir ku dikarin aştiyê bi hev re mezin bikin û got: “Di rêya ber bi aştiyê ve de gelek berpirsyarî dikeve ser milê siyaseta demokratîk. Di vê pêvajoyê de peywireke mezin li ser milê muxalefet û îktîdarê ye. Lê ya ku aştiyê dikare bi ruh bixe, qada siyaseta demokratîk e. Pêvajoya zêdetirî saleke didome, derbasî qonaxa duyemîn bûye. Qonaxa duyemîn jî dema siyaseta demokratîk e. Di vê qonaxê de divê ne stratejiyên şer lê stratejiya aştiyê were nîqaşkirin. Ev qonax, qonaxa herî girîng e.
TOVÊ AŞTIYÊ TEV LI AXÊ BÛ
Ev ew serdeme ku îradeya gel a rêxistinkirî, rêveberiyên xwecihî, rêxistinên civaka sivîl û demokratîk tê de çalak cih bigirin. Tovê aştiyê tev li axê bû. Divê em nebêjin me tov çand û erh tişt qediya. Kulîlka aştiyê nazik e, heke were paşguhkirin û neyê avdan, hişk dibe. Weke muxalefeta civakî û hêzên demokratîk, tişta dikeve ser milê me ew e ku em vê kulîlkê av bidin, xurt bikin û veguherînin darekê. Divê em di vê demê de xwe bêhtir birêxistin bikin û gotina demokrasiyê xurti bikin. Heke em xwe birêxistin nekin, dê dijberên aştiyê xwe birêxistin bikin, şer xwe birêxistin bike, nefret xwe birêxistin bike.
SÛCEKÎ DÎROKÎ YE
Di nava muxalefetê hin derdorên ne bi aştiyê re hene. Yên vê firsenda dîrokî asteng dikin, yên xwe ji aboriya şer û dijberiyê xweyî dikin hene. Yên xwe bi dijberiya aştiyê xweyî dikin hene. Di nava îktîdarê de jî em dibînin ku yên manşetên dijî aştiyê diavêjin hene. Ev manşet, li ser navê aştiyê şermekî pir mezin e. Yên tirsa aştiyê dijîn, yên dixwazin şer bidome, yên dixwazin birînên civakê kûrtir bibin, bi sedan sal jî derbas bibin dê di hizûra dîrokê de her tim weke nûnerên xerabiyê di wijdana gel de cih bigirin. Dijderketina aştiyê, sûcekî dîrokî yê li dijî nifşên pêş e.
DIVÊ BI QURBANÎ HESABÊN HILBIJARTINÊ NEYÊ KIRIN
Divê aştî û çareserkirina pirsgirêka Kurd, bi qurbanî hesabên erzan ên hilbijartinê yên partiyên siyasî neyê kirin. Divê gelên Tirkiyeyê bi aşkerayî bizanin ku têkoşîna birêz Ocalan a ji bo aştiyê pir ji zû ve ye. Divê ev rast bê fêmkirin. Îradeyeke bi sala ye di hundir de û têkoşîneke biisrar tê domandin heye. Di nava çaryeksala li îmraliyê de gelek nexşerê, pêşniyarên çareseriyê û bangên aştiyê hatin kirin. Ev yek jî nîşan dide ku aştî ne taktîkek an jî manewrayek e, nîşaneya wê ye ku tercîheke stratejîk e.
DI HER XITIMÎNÊ DE RÊ VEKIR
Di pêvajoya 1’ê Cotmeha 2024’an de biryardariya birêz Ocalan pir krîtîk e. Ji roja ewil heta niha her tim zimanekî erênî bi kar anî. Di her xitimînê de rê vekir. Li pey mijarên cuda neket û rojevên neyînî nedanî pêşiya civakê. Serokkomar bi xwe jî got ku Îmraliyê heta niha di vê mijarê de her cureyên alîkariyê daye. Ev, tespîteke girîng e. Birêz Bahçelî jî got ku bila komîsyon çendek wekîlan hilbijêre û bişîne Îmraliyê. Ev, gotinên pir girîng in.
ME AGAHIYA TU MIRINAN NEGIRT
Cihê dewlet diçê çima siyaset neçe? Heke saziya siyasetê di meseleyeke wiha dîrokî de çalak tevnegere dê çi bike? Pêvajo 13 meh in didome û me hêj agahiya tu mirinekê negirtiye. Ev ji bo me cihê keyfxweşiyê ye. Ev pêvajo, firsenda qezenckirina sedsala Tirkiyeyê û divê siyaset tenê temaşe neke.
DÊ LEZ BIDE PÊVAJOYÊ
Ji bo birêz Ocalan bikare baştir rola xwe bilîze, ji bo îradeya raber kiriye veguhera qezenca 86 milyon hemwelatiyan, divê çûyîna Îmraliyê daxwaza herkesekî be. Hevdîtina komîsyonê ya bi birêz Ocalan re û guhdarîkirina wî, dê lez bide pêvajoyê. Dê rê li ber baweriyê veke. Bi pêşdaraziyan pêşketin çênabin. Divê komîsyon tavilê biçe Îmraliyê û hevdîtinê bike.
PÊDIVIYA ME BI SEFERBERIYÊ HEYE
Em, bi krîzên piralî re rû bi rû ne. Tevî her tiştên tên jiyîn jî, tevî zehmetiyan jî me dev ji israra xwe ya aştî û demokrasiyê berneda. Em tevek jî di ferqa zehmetiyên pêvajoyê de ne. Divê em bi hev re li rêya xelasiyê bigerin. Di vê serdemê de pêdiviya me bi seferberiyeke rasteqîn heye. Anku divê em bêhtir bixebitin. Em ê derî bi derî bigerin, ji cîranên xwe re vebêjin, kolan bi kolan biaxivin. Dê li her derê bigerin û ji gel re vebêjin.
PARADÎGMAYA RIZGARIYA HEVPAR E
Aştî, fermana Îslamê û taetê watedar e. Em ê biçin cem derdora sekûler. Aştî, rêgeza sereke ya komarê ye. Em ê bibêjin ‘komara demokratîk, paradîgmaya rizgariya hevpar a 86 milyona ye.’ We demê em ê ji bo aştiyê zêdetir biaxivin. Em ê biçin cem sosyalîstan, demokratan. Aştî û demokrasiyê her kes di dinyaya xwe de ava dike. Em ê têkevin nava hemû dinyayan û bi her zimanî biaxivin.”
