WAN - Parêzer Rojhat Ozgokçe diyar kir ku li Wanê tevî tevdîrên "ewlehiyê" jî bazirganiya madeyên hişbirê zêde dibe û temenê bikaranînê heta 10-12'an ketiye. Ozgokçe, diyar kir ku çareserî, rêxistiniyên bi şêwazê komunê ne.
Di salên dawî de li Wanê di navbera ciwanan de bikaranîna madeyên tiryakê zêde dibe. Xwegihandina tiryakê hêsan bûye û xizmetên pêşîlêgirtina bikaranîn kêm bûne ku ev jî dike hejmara wê roj bi roj zêde bibe. Li gorî lêkolînên di demên dawî de hatine kirin, temenê bikaranîna tiryakê ya li Wanê heta 10-12 salan jî ketiye. Ji parêzerên Buroya Wanê Rojhat Ozgokçe ku li dijî tiryakkêşiya li bajar roj bi roj zêde dibe xebatan dimeşîne, ji ajansa me re axivî.
Ozgokçe, diyar kir ku roj bi roj temenê bikaranîna tiryakê dikeve û got: “Hem bazirganiya tiryakê hem jî bikaranîna wê ya li Wanê êdî veguheriye pirsgirêkeke cidî. Divê hemû rêxistinên civaka sivîl û civak bi xwe li ser vê pirsgirêka cidî bisekine. Lê dema em behsa vê pirsgirêkê dikin, divê mirov li piştperdeya wê ya dîrokî binêre. Di salên 1980’î de herêmeke jê re digotin Hîlala Zêrîn heye. Ev der jî Efxanistan-Pakistan-Îran e ku madeyên tiryakê lê tên hilberandin. Ber bi salên 2000’î ve madeyên sentetîk zêde bûn. Metamfetamîn, bonzaî û hwd. Her wiha rêyên transît ên ji Îranê zêde bûn.”
'TEMENÊ BIKARANÎNÊ DAKET 10-12’AN’
Bi domdarî Ozgokçe anî ziman ku li bajar bi rewşekî gelek cidî re rû bi rû ne û got: “Di salên 2015’ê de li Wanê temenê bikaranîna tiryakê daket 10-12’ê. Li seranserî Tirkiyeyê rewş wiha ye lêbelê li Wanê ev temen heta 10 saliyê jî ket. Krîzên aboriyê yên piştî pêvajoya pandemiyê, kir ku rêjeya bikaranîna tiryakê ji sedî 20-30 zêdetir bibe. Ev daneye jî tenê li gorî daneyên fermî ye. Li gorî min rewş ji vê gelek xerabtir e. Li gorî daneyên NY’ê, ji sedî 15-20’ê bazirganiya madeyên tiryakê yên li Tirkiyeyê li ser ser Wanê çêdibe. Li hêla din hewceye aliyê vê yê hiqûqî jî were nirxandin.”
MEKANÎZMAYA ‘POŞMANIYA KARÎGER’
Ozgokçe, destnîşan kir ku tevî pergalên şopandina teknîkî (PTS, HTS) û sepana kontrolkirina rêyan jî li Wanê bazirganiya tiryakê zêde dibe. Ozgokçe, got ku têkoşîna dewletê ya li dijî tiryakkêşiyê hem kêm e hem jî bi nakok e.
Ozgokçe, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di demên berê de rayedarên dewletê yên eleqeya wan bi bazirganiya tiryakê re derketin holê hene. Ev kes hatin darizandin û ceza lê hatin birîn. Di serdema me ya teknîkê de, li PTS, HTS û noqteyên kontrolê jî bazirganiya madeyên tiryakê zêde heye. Li hêla din bazirganî û firotina madeyên hatin desteserkirin jî çêbûye. Di vê mijarê de jî kesên hatin darizandin û cezakirin hene. Ji hêla hiqûqî ve jî em nikarin bibêjin dewlet û mekanîzmayên wê li dijî bazirganiya madeyên tiryakê û tiryakkêşiyê têkoşîneke bibandor dimeşîne. Ji ber ku gelek aliyên vê meseleyê hene û tenê bi cezayan çareser nabe. Di çarçoveya xala 192’yan a TCK’ê de mekanîzmaya poşmaniya karîger heye. Lê ev mekanîzma di asta bajar de gihiştiye astekî wisa ku madeyên tiryakê yên li Wanê tên bidestxistin, di bin navê ‘tiryaka bêxwedî’ li hin cihan tên danîn, îxbar tê kirin û teslîmî dewletê tê kirin. Kesên îxbarê dikin jî parekî ji sedî 40 werdigirin. Encama vê ya trajîk jî ew e ku di esasê xwe de dewlet bi pereyeke pir mezin madeyên tiryakê yên erzan dikire. Ev jî encameke neyînî ya mekanîzmaya poşmaniya karîger e. Li şûna pêşiya tiryakkêşî û bazirganiya wê were girtin, bareke din li ser pişta dewletê tê zêdekirin.”
'ÇARESERIYA ESASÎ BI XWEDÎDERKETINÊ DIBE’
Di berdewamê de Ozgokçe anî ziman ku bikaranîna tiryakê bi taybet jî di nava ciwanan de gihiştiye astekî xeternak û got: “Ji sedî 40’ê tiryakkêşan ji zarok û ciwanan pêk tê. Ev jî bi aşkerayî nîşan dide ka pergala perwerdeyê û civak ciwanan çawa li derve dihêle. Pergala perwerdeyê ya heyî, derfeta xweîfadekirinê nade ciwanan, biha ye û newekheviya firsendan heye. Veguherandine pergala girtîgehê. Ev jî bi xwe re valahiyê tîne û berê wan dide tiryakê. Divê ev rewşa hesas a ciwanan tenê ji dewletê re neyê hiştin. Di nava dewletê de komên rantxwir û berjewendiyan jî hene. Qada civaka sivîl, biqasî ji wijdana dewletê re neyê hiştin qadekî hesas e.”
Ozgokçe, got: “Ji bo têkoşîneke xurt a li dijî tiryakkêşiyê, divê saziyên civaka sivîl, rêveberiyên xwecihî, zanîngeh û rêxistiniyên taxan mîna seferberiyê tevbigerin. Divê piştevaniya civakî xurt bikin, qadên civakî, hunerî û çandî ji ciwanan re ava bikin. Ev, rêbazekî bibandor e. Dema şêniyên taxê karîn ciwanên xwe ji bazirganên tiryakê biparêzin, dema xwedî li ciwanan derketin, çareserî wê demê dest pê dike.”
'PÊŞÎLÊGIRTINA TIRYAKÊ BERPIRSYARTIYA DEWLETÊ YE’
Ozgokçe, anî ziman ku pêşîlêgirtina bazirganiya tiryakê di esasê xwe de berpirsyartiya dewletê ye û wiha dom kir: “Dewlet divê bi hemû hêzên xwe pêşiya vê bazirganiyê bigire lê pêşîlêgirtina bikaranîna madeyan û ciwanan jî berpirsyartiya civakê ye. Divê rêveberiyên herêmî, şaredarî û rêxistinên civaka sivîl di bin sîwanekê de têbikoşin.”
POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET
Ozgokçe, bi lêv kir ku tiryakkêşî ne tenê meseleya tenduristî û sûc e lê di heman demê de rêbazekî şerê taybet e û got: “Salên dirêj e li herêmê polîtîkayên şerê taybet di meriyetê de ne. Hin hêz naxwazin ciwan polîtîk bibin û hay ji nasnameya xwe hebin. Lewma jî tiryakkêşî veguherandin mekanîzmayekê. Ev jî weke sîxûrkirina ciwanan derxistin pêşiya civakê. Bêyî ku dereng bibe, divê civak bi ruhê seferberiyê tevbigere.”
ROLA KOMUNÊN LI DIJÎ TIRYAKKÊŞIYÊ
Ozgokçe, da zanîn ku avadaniyên burokratîk di têkoşîna li dijî tiryakkêşiyê de kêm dimînin û axaftina xwe wiha qedand: “Çareserî ew e ku rêxistiniyeke li ser esasê komunan were avakirin. Çawa ku xelasiya civakê di komunan de be, di têkoşîna li dijî tiryakkêşiyê de jî divê ev şêwazê têkoşînê esas were girtin. Li her bajarî, li her herêm û taxê dikare komun bên avakirin û têkoşîn were meşandin. Çareseriya rasteqîn, di piştevaniya rêxistinkirî ya gel de ye.”
MA / Zeynep Durgut
