WAN - Tehliyeya Belgîn Kanatê ku li Girtîgeha Jinan a Tarsusê tê rargirtin, ji hêla Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve ji bo 3 mehan hate taloqkirin.
Binpêkirinên li girtîgehan berdewam in. Tehliyeya Belgîn Kanatê ku li Girtîgeha Jinan a Tarsusê tê rargirtin, ji hêla Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve ji bo 3 mehan hate taloqkirin. Belgîn Kanatê têkildarî mijarê li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û got ku tehliyeya wê ji bo 3 mehan hatiye taloqkirin.
Belgîn Kanat ku di sala 2013’an de li Stenbolê hate binçavkirin, piştre hate girtin. Di dozê de 13 sal cezayê hefsê lê hatibû birîn.