NAVENDA NÛÇEYAN - Di nirxandinên Foruma Sûriyeyî ya 5’emîn de hate gotin ku serkeftîbûna projeya Rêveberiya Xweser a li ser fikra neteweya demokratîk hatiye avakirin, hatiye piştrastkirin.
Li bajarê Hesekê Foruma Sûriyeyî ya Pêncemîn dewam dike. Forum bi dirûşma "Manîfestoya Aştî û Civakeke Demokratîk Mîsogeriya Avakirina Sûriyeya Nûjen e" û bi amadebûna 120 siyasetmedar, rewşenbîr, nûnerên rêxistinên jinan, çalakvanên ji civakên cuda yên Sûriyeyê û serokên eşîrên Ereb, tê lidarxistin.
Di rûniştina yekem de, Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk Hisên Osman semînerek bi sernavê "Rewşa siyasî ya giştî, rojev û projeyên li Rojhilata Navîn" da. Hisên Osman da zanîn ku Rojhilata Navîn îro ji ber cihê xwe yê erdnîgarî yê girîng bûye qadeke ji bo pevçûnên navneteweyî yên ku dixwazin hegemonyaya xwe ferz bikin. Her wiha got ku li herêmê nîşanên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn rû didin.
PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK
Osman, diyar kir ku projeyên ku heta niha li şûna projeyên neteweperest pêşniyar kirin, têk çûne û encamên wan projeya ji bo gelên ku şoreşan pêk anîne aşkera ne. Osman, got: “Ji ber ku wan hewl da bi rêya Îslama siyasî desthilatdariyê bigirin, wekî ku li Yemen, Iraq û Lîbyayê qewimî. Di nav van projeyan de, Projeya Neteweya Demokratîk derket holê. Ev proje ji yên berê cuda ye, ji ber ku ew li şûna parçebûna mezhebî dixwaze gelan bike yek, Ii ser ramaneke nû ya ku ji hêla ramanwer û fîlozof Rêber Abdullah Ocalan ve hatine pêşniyarkirin.”
‘MODELA RÊVEBERIYA XWESER BI SER KET’
Osman, diyar kir ku ev îdeolojî formuleke serketî ye ji bo çareserkirina kêşeyên li Rojhilata Navîn û got: "Ramana nû ya ku ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye pêşniyarkirin ji hêla her kesî ve hat pejirandin.” Osman, da zanîn ku projeya neteweya demokratîk bi ezmûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, bi ser ket û dikare bibe nimûne ji bo tevayî Sûriyeyê. Osman, daxuyand ku piştî rûxandina rejîma Baasê wan ferq kirin ku pirsgirêk di sîstemê de ye lê di kesan de ye û wiha pê de çû: “Em li pergalek demokratîk a xwe dispêre pirrengî û beşdarbûnê digerin.”
RÛNIŞTINA DUYEMÎN
Rûniştina duyemîn ji aliyê çalakvana têkiliyên navneteweyî Dr. Ebîr Selman ve hat birêvebirin. Ebîr Selman mijarek bi sernavê "Sûriye piştî rûxandina rejîma Baasê: Rewşa heyî û arîşe" şîrove kir. Ebîr, destnîşan kir ku rewşa piştî hilweşîna rejîma Baasê bandor li gelek deverên erdnîgariya herêmî û navneteweyî kiriye. Her wiha bal kişand ser polîtîkayên serokê Amerîkayê Donald Trump ên bi armanca jiholê rakirina rêxistin, partî û dewletên ku li ser bingehên tenê olî hatine damezirandin.
Der barê rewşa Sûriyeyê de Ebîr Selman got: "Tevî hilweşandina saziyan ji aliyê hikûmeta veguhêz ve, lê rewş hîn jî lawaz e. Hikuûet dixwaze desthilatdariya xwe li seranserê axa Sûriyeyê ferz bike û hêzên nîştimanî ji hemû qadan dûr dixe. Desthilata heyî bi tena serê xwe biryara dide, ev jî îsbat dike ku ew ji bo berjewendiyên xwe tenê tev digir. Ev lawazbûn jî hişt ku sûcên rêxistinkirî û yên nerêxistinkirî, tundiya mezhebî zêdetir bibin."
‘TIRKIYE DIXWAZE SERWERIYA XWE BIHÊZ BIKE’
Ebîr Selman, alozî û destwerdanên herêmî jî nirxandin û bal kişand ser berdewama êrişên hewayî yên li Sûriyeyê. Her wiha îşaret pê kir ku Tirkiye tevkarê herî mezin ê hikûmeta veguhêz e û dixwaze serweriya xwe li herêmên sînorî bihêz bike, di heman demê de Rûsyayê destwerdana xwe di dosyaya Sûriyeyê de didomîne.
Ebîr, da zanîn ku nebûna çareseriyek siyasî, belavbûna kaosa ewlehiyê di nav Sûriyeyê de, û zêdebûna destwerdanên derve, rola Sûriyeyê di siberojeke pêşbînîkirî de sînordar dike.
Piştî axaftinan, beşdaran jî nêrînên xwe anîn ziman. Hate gotin "manîfestoya aştî û civaka demokratîk" civakeke azad û demokratîk ava dike ku pêdiviya gelê Sûriyeyê pê heye, di heman demê de roleke sereke dide jinan da ku rola xwe di avakirina Sûriyeya nû de bilîzin.
Forum didome.