AMED - Xelkê Amedê diyar kir ku di pêvajoya heyî de tu gavek ji dewletê nedîtine. Amediyan, banga jidilbûnê li dewletê kirin û xwestin komîsyona li Meclisê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan guhdarî bike.
Li gel ku PKK’ê piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gav avêt jî heta niha dewletê tu gaveke şênber neavêtiye. Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê jî xebatên xwe pir hêdî dimeşîne û ev jî rê li ber rexneyan vedike. Xelkê Amedê li dijî gavneavêtina dewletê û xebatên hêdî yên komîsyonê bibertek e. Welatiyan, nerazîbûnên xwe anîn ziman û ev bang li îktîdar û dewletê kirin: “Ji 27’ê Sibatê heta niha 7 meh derbas bûn. Di van 7 mehan de heta niha jî dewletê tu gaveke baweriyê bide me û dilê me rehet bike neavêtiye.”
Welatiyan, diyar kirin ku heke dewlet gavan neavêje dê pêvajo pêşnekeve û wiha bal kişandin ser gefên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên xwarin: “Kurdên li Sûriyeyê xwişk-birayên me ne. Dema li wir şer hebe nabe ku li vir pêvajo pêş bikeve. Em nabêjin ‘bila ji bo Rojava tiştekî bike.’ Lê bila Rojava weke dijmin jî nebînin.”
'DIVÊ KOMÎSYON LI ABDULLAH OCALAN GUHDARÎ BIKE’
Welatiyan, destnîşan kirin ku divê rojnameger û parastvanên mafên mirovan bikarin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û xwestin komîsyona li Meclisê li Abdullah Ocalan guhdarî bike. Welatiyan, got: “Meclis, aliyekî aştiyê ye. Aliyê din jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Rêberê Gelê Kurd çi dibêje, divê komîsyon lê guhdarî bike. Ji bo aştiyê divê lê guhdarî bikin. Pêvajo, yekalî pêş nakeve divê aliyê din jî tev li bibe.”