NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê YNK’ê Bafil Talabanî, di Kongreya Hevpeymaniya Sosyal Demokrat a Cîhana Erebî de axivî û got ku ji bo cîhaneke demokratîk hewceye bi hev re bixebitin.
Kongreya Hevpeymaniya Sosyal Demokrat ya Cîhana Erebî, li Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê tê lidarxistin. Bi dehan rayedar û kesayetên ji 21 welatên cîhanê tev li kongreyê bûn. Kongre, di roja duyemîn de didome. Serokê Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talabanî di kongreyê de axivî.
Serokê YNK’ê Bafil Talabanî diyar kir ku dîroka Kurdistanê tijî êş û azar in û got: “Em dizanin aştî çi bi xwe re tîne û şer çi li pey xwe dihêle. Her wiha em fêm dikin ka yekitî çiqas hêzê dide me. Niha Rojhilata Navîn bi gele aloziyan re rû bi rû ye. Lê hêviya ciwanan bi aştiyê heye û divê bi hev re ji bo pêkanînê aştiyê bixebitin.”
Bi domdarî Bafil Talabanî ev tişt anî ziman: “Dema civaka me azad be, em jî azad in. Guhertinên li Rojhilata Navîn bûne sedema bêîstîqrarî, koçberî û pevçûnan. Em xetereyên parçebûnê fêm dikin, ji ber vê yekê armancên ku em dixwazin ne hêsan in. Ji bo cîhaneke demokratîk, divê em bi hev re bixebitin û bibin yek da ku aştiyê bi dest bixin û li hember dijwariyên civakî û aborî derkevin.”