NAVENDA NÛÇEYAN - Li Xezeyê di encama êrişên Îsraîlê yên di nava 24 saetan de 75 kes hatin qetilkirin.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê, ragihand ku di encama êrişên Îsraîlê yên di nava 24 saetan de herî kêm 75 kes hatine qetilkirin. Li gorî daxuyaniyê, 370 kes jî birîndar bûne.
Wezaretê, diyar kir ku di nava kesên hatine kuştin de 17 sivîlên li benda alîkariyê bûn jî hene. Her wiha hate ragihandin ku 3 welatiyan jî ji birçînan jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî daneyên wezaretê; ji 7’ê Cotmeha 2023’yan heta niha li Şirîda Xezeyê bi giştî 62 hezar û 819 kes hatine kuştin û 158 hezar û 629 kes jî birîndar bûne.