NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karê Derve yê Sûriyeyê Şeybanî û şandeya Îsraîlê li Parîsê civiyan.
Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Hasan Şeybanî li paytexta Fransayê Parîsê bi şandeya Îsraîlê re hevdîtineke rû bi rû kir. Hat zanîn ku di hevdîtinê de mijarên weke asayîkirina têkiliyên her du welatan, kêmkirina rageşiya li herêmê û bidawîkirina mudaxilekirina karûbarên navxweyî yên Sûriyeyê hatin nîqaşkirin. Hat diyarkirin ku DYA'yê navbeynkariya van hevdîtinan kiriye.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANA'yê, hevdîtin di saetên şeva sêşemê de hatin kirin. Rayedarên Sûriyeyî gotin: "Armanca hedvîtinan ew e ku li Sûriyeyê ewlehî û îstîqrar çêbibe, parastina yekitî û yekparetiya welat e."
PEYMANA 1974'AN DI ROJEVÊ DE BÛ
Li gorî çavkaniyên Sûriyeyê, di hevdîtinê de Şeybanî peymana agirbestê ya di sala 1974'an de xist rojevê. Di vê peymanê de tê pêşniyarkirin ku di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de herêmên bêpevçûn bên avakirin.
Aliyê Sûriyeyê têkildarî hevdîtinên li Parîsê agahiyên berfireh neda û Îsraîlê jî heta niha têkildarî hevdîtinê tu agahî parve nekiriye.