ENQERE - “Komîsyona Piştevaniya Netewî, Biratî û Demokrasiyê” ku duh li Meclisê hate avakirin, biryar da ku civîna xwe ya di 8’ê Tebaxê de ji çapemeniyê re girtî li dar bixe.
“Komîsyona Piştevaniya Netewî, Biratî û Demokrasiyê” ku duh li Meclisê hate avakirin, dê civîna xwe ya duyemîn di 8’ê Tebaxê de li dar bixe. Komîsyonê, duh biryar dabû ku li Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler, Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya, Serfermandarê Giştî yê Artêşê Selçûk Bayraktaroglû û Serokê Teşkîlata Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin guhdarî bike. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, komîsyonê biryar da ku civîna xwe ya duyemîn ji çapemeniyê re girtî li dar bixe. Her wiha dê girtekên civînê jî veşarî bin.