NAVENDA NÛÇEYAN - Di sala 80’emîn a avêtina bombeya atomê ya Hîroşîmayê de serê sibehê torena duayan a bêdeng hate lidarxistin. Şaredarê Hîroşîmayê Kazumî Matsuî bang li hikûmeta Japonyayê kir ku Peymana Qedexekirina Çekên Nukleerî erê bike.
Di 6’ê Tebaxa 1945’an de hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bombeya atomê ya bi navê “Little Boy” avêt bajarê Hiroşîmayê ya Japonyayê. Di êrişê de nêzî 110 hezar kes di cî de hatin kuştin û bi sed hezaran kes di salên paşerojê de ji ber nexweşiyên bi radyasyonê ve girêdayî wê jiyana xwe ji dest dan. DYA’yê, sê roj piştre jî bombeya duyemîn avêt bajarê Nagazakiyê û bi vê yekê re Şerê Cîhanê yê Duyemîn bi dawî bû. Ji wê demê ve çekên nûkleerî ne tenê bûne parçeyekî dîrokê, di heman demê de yek ji gefên herî mezin ên îro ne jî.
“DEMA ME NEMAYE”
Ji bo sala 80’an a avêtina bombeya atomê ya li Hîroşîmayê, merasîma bîranînê hat lidarxistin. Merasîm, li Parka Bîranîna Aştiyê ya Hiroşîmayê hat lidarxistin. Serokwezîrê Japonyayê Shigeru Ishiba di merasîmê de axivî û got: “Di civaka navnetewî de dabeşbûna li ser çekberdana nûkleerî kûrtir dibe û hawirdora ewlehiyê roj bi roj girantir dibe.”
Şaredarê Hîroşîmayê Kazumi Matsui jî got: “Tekane welatê di şerde rastî bombeya atomê hatî, Japonya ye. Hikûmeta Japonyayê divê Peymana Qedexekirina Çekên Nukleerî erê bike.”
Rêxistina civaka sivîl a Japonî Nihon Hidankyo ku ji bo rakirina çekên nûkleerî têdikoşe û di sala 2024’an de Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirt, beriya merasîmê daxuyaniyek da û got: “Gefa nûkleerî ya ku em pê re rû bi rû ne, qet bi vê mezinbûnê nebûye. Erka me ya herî mezin ew e ku em helwesta dewletên nûkleerî yên ku pişta xwe li me dizivirînin biguherînin.”
GEFÊN ZÊDE DIBIN
Bûyerên dawî yên cîhanî van hişyariyan piştrast dikin. Gefên devkî yên nûkleerî di navbera DYA û Rûsyayê de ji ber dagirkirina Ukraynayê, aloziya Keşmîrê di navbera Hindistan û Pakistanê de, êrişên DYA’yê yên li ser tesîsên nûkleerî yên Îranê û israra Koreya Bakur li ser bernameya xwe ya nûkleerî, fikarên li ser nêzîkbûna felaketeke nû li cîhanê zêde dike.
Pisporekî Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRI) Hans Kristensen jî ev tişt anî ziman: “Çekdarkirina nûkleerî zêde dibe, axaftinên nûkleerî tûjtir dibin û peymanên çekberdanê têne terikandin.” Kristensen bal kişand ser lawazbûna refleksên navneteweyî li hember krîzên nûkleerî.
RÛYÊ RAST Ê HÊZÊN NÛKLEERÎ YÊN MODERN
Îro li cîhanê di destê 9 welatan de zêdetirî 12 hezar serikên şer ên nûkleerî hene. Zêdetirî ji sedî 90’î van çekan di destê DYA û Rûsyayê de ne. Çîn jî her sal bi qasî 100 serikên nû lê zêde dike û bi lez stokan zêde dike. Welatên wekî Hindistan, Kraliyeta Yekbûyî û Îsraîl jî di heman riyê de dimeşin.