Temel: Bêyî tevkariya polîtîk a Ocalan çareseriyeke mayinde pêkan nîne

img
ENQERE - Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tayîp Temel diyar kir ku hêviya wan ji avakirina komîsyona li Meclisê tê avakirin heye û got: “Bêyî tevkariya fikrî û polîtîk a Ocalan, çareseriyeke mayinde pêkan nîne.” 
 
Cîgirê Hevserokên Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tayîp Temel têkildarî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, avakirina komîsyona li Meclisê û pêvajoya pêş re ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Temel, diyar kir ku ji bo pêvajoya heyî bitendurist pêş bikeve hewcehî bi başkirina mercên Abdullah Ocalan heye. 
 
‘JI BILÎ ÇENDEK HEVDÎTINAN DI ŞERTÊN OCALAN DE TU BAŞBÛN NÎNIN’  
 
Temel, diyar kir ku divê mercên Abdullah Ocalan li gorî gotinên derdorên faşîst û nîşadperest ku Abdullah Ocalan tenê weke “kesê li dijî dewletê serî rakirî” neyê nirxandin û got: “Birêz Abdullah Ocalan, ji bo çareseriya mezintirîn pirsgirêka Tirkiyeyê, xwedî hêz e, xwedî proje ye û aktorê sereke ye. Divê mercên wî jî di vê çarçoveyê de bên nirxandin. Em behsa kesekî aştiya gelan û azadiya wan diparêze dikin. Heke bi rastî jî fikareke neteweperestên Tirkiyeyê ji bo dewletê hebe, divê ji ewil dev ji înkarkirina Kurdan berdin. Heke tenê li sedsalên dawî binêrin, ew ê bibînin ka înkarkirina Kurdan çi bi Tirkiyeyê daye windakirin. Divê derdorên demokrat, sosyalîst û aştîxwazên Tirkiyeyê jî bibînin ku çareseriyeke rasteqîn a pirsgirêka Kurd, dê bibe dînamoya esasî ya demokratîkbûna Tirkiyeyê. Ev 50 sal in di bingeha faşîzmê, dînamîka derbeyê û qanûnên antîdemokratîk de dijbertî û dijminatiya li Kurdan heye. Wê demê ma pêwîst nake ew jî piştgiriyeke mezin bidin çareseriya bi pêşengtiya Ocalan û hemleya demokratîkbûna Tirkiyeyê? Dema mirov van şert û mercan dinirxîne, dibîne ku sererastkirina mercên birêz Ocalan, ji bo pêvajoyê pêwîstiyeke. Ji bo silametiya pêvajoyê divê ev neyê paşdexistin. Ji bilî hindik jî be sivikkirina tecrîdê û çendek hevdîtinan, di mercan tu başbûn nînin. Ev jî pêvajoyê dide zorê.  Di demeke li Rojhilata Navîn û cîhanê her kes çekan kom dike de birêz Ocalan çek ji dewrê derxist û ev îrade raber kir. PKK'ê jî bi vê biryarê kir. Rewşekî wiha cidî heye û divê her kes li gorî vê nêz bibe. Heke dev ji gotinên weke ‘teror’, ‘terorîst’ bernedin dê nekarin Kurdan qaneh bikin. Jixwe zimanê heyî zirarê dide pêvajoyê.” 
 
‘DIVÊ MAFÊ HÊVIYÊ TEQEZ BÊ CÎBICÎKIRIN’ 
 
Bi domdarî Temel bal kişand ser biryara DMME’yê ya têkildarî Abdullah Ocalan ku cezayê muebbeta girankirî weke binpêkirin qebûl kiribû û gotina Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ku bal dikişand ser “mafê hêviyê.” Temel, got: “Banga Bahçelî girîng bû. Lê bi nîqaşên teng re hewl dan vê mijarê ji rojevê bixin. Hem normên neteweyî hem jî yên navneteweyî balê dikişînin ser ku birêz Ocalan azad bibe û pêvajoyê bi xwe birêve bibe. Di sala 2000’ê de li Tirkiyeyê sererastkirineke qanûnî ya ‘kujerê hêviyê’ derxistin. Û ev jî ji ber rewşa birêz Ocalan hate kirin. Li gorî wê qanûnê, kesên cezayê muebbeda girankirî lê hatiye birîn nikarin tehliye bibin. Sererastkirineke dijminane bû. Mafê hêviyê mafekî qanûnî ye û divê teqez bê cîbicîkirin.”
 
‘OCALAN Û PKK’Ê BERPIRSYARTIYÊN XWE BICIH ANÎN’ 
 
Temel, di berdewamê de anî ziman ku Abdullah Ocalan û PKK’ê berpirsyartiyên dikevin ser milê xwe bicih anîne û wiha domand: “Koma gerîla ya ku Besê Hozat pêşengtiya wê dikir, li pêş çavên hemû cîhanê nîşan da bê çiqasî cidî nêzî meseleyê dibin û bi birêz Ocalan re çiqas wekhev difikirin. Her kesên hatin wê derê ev jidilbûn û micidbûn bi çavên xwe dît. Mekanîzmayên dewletê jî çendek gav avêtin lê heta ku bingeha wê ya qanûnî çênebe, tevek jî nefermî ne. Divê aliyê kêm were temamkirin. Lewma avakirina komîsyonê dê rewşa gavên pêş jî diyar bike.” 
 
ENTEGRASYONA POZÎTÎF ÇI YE? 
 
Di berdewamê de Temel behsa gotina Abdullah Ocalan a “entegrasyona pozîtîf” û gavên qanûnî kir û wiha pê de çû: “Bêguman ji bo çareseriya pirsgirêkê û çarçoveyeke qanûnî hewcehî bi sererastkirinên yasayî heye. Lê tişta ji meseleya entegrasyonê tê mebestkirin ev e; lihevkirina demokratîk e. Her du alî jî nasname û hebûna xwe diparêzin û vediguherin. Ji hêla Tirkiyeyê ve ev veguherîn, bi komara demokratîk pêkan e. Bi naskirina mafên Kurdan û parastina hebûna wan pêkan e. Tê wateya ku PKK ji têkoşîna çekdarî derbasî zemîna siyasî û civakî bibe. Bingeha pêvajoya entegrasyona demokratîk, xwe dispêre qada hiqûqî û siyasî.” 
 
‘AVAKIRINA KOMÎSYONÊ HÊVIYÊ DIDE’ 
 
Temel, bi lêv kir ku avakirina komîsyona di bin sîwana Meclisê de ji bo çareseriyê pêwîstiyeke girîng bû û got: “Avakirina komîsyonê hêviyê dide. Lêbelê em dikarin bibêjin têkildarî avadanî û qada wê ya peywirê hinek daxwazên me nehatine cîbicîkirin. Girîng e ku piranîparêz û nûnertiyeke demokratîk hebe. Divê ne tenê mekanîzmayên dewletê lê aktorên civakî, civaka sivîl û avadaniyên îradeya Kurd jî tê de cih bigirin. Weke min gavek berê jî got; Rêbertiya Abdullah Ocalan; yek ji girîngtirîn aktorê civakî û siyasî yê vî welatî ye. Lewma di vê pêvajoyê de bêyî tevkariya fikrî û polîtîk a Ocalan ne pêkan e çareseriyeke mayinde çêbibe. Ji ber vê jî li gorî me girîng e ku bikare bi derdorên cuda û muxatabên xwe re yekser peywendiyan deyne. Hêviya me ew e ku komîsyon teknîkî nemîne û ji bo veguherîna demokratîk bibe mekanîzmayeke çêker. Hewceye di mijara bêçekbûna PKK’ê, siyaseta sivîl û entegrasyona demokratîk de muxatab be. Karê komîsyonê ew e ku zemîna çareseriyê ava bike.” 
 
‘MIJÛLKIRIN RÊ LI BER FIKARAN VEDIKE’ 
 
Temel, da zanîn ku vehêlandina pêvajoyê, afirandina nediyariyan û di hinek mijaran de mijûlkirin di nava gel de rê li ber fikaran vedikin û ev tişt anî ziman: “Hem di nava civakê de hem jî di siyaset û girîgehan de jî bendewariyek heye. Bêguman şêweyê avabûna hevkêşeyên li Rojhilata Navîn girîng in lê heta Tirkiye aştiya navxweyî neke nikare xwe li benda hesabên kesên din bigire. Polîtîkayên ewlehiyê heta niha tu çareserî bi xwe re ne anîn. Em dizanin ku hêviya gel ji bo çareserî û aştiyê heye.” 
 
REWŞA SÛRIYEYÊ 
 
Temel, têkildarî geşedanên li Sûriyeyê û nêzikatiya Abdullah Ocalan a ji bo wê derê jî wiha vegot: “Nêzikatiya birêz Ocalan, ji hêla rêgezî ve li gorî paradîgmaya aştî û çareseriya demokratîk a herêmî ye. Di vê çarçoveyê de, çareseriyeke mayinde ya li Sûriyeyê, bi veguherîneke demokratîk pêkan e. Modêla birêz Ocalan tercîh dike; destûreke bingehîn a piranîparêz ku hemû gel, nasname û baweriyan qebûl dike û mecliseke neteweyî ya hemû etnîk û mezheban digire navxwe ye. Ya herî girîng jî ew e ku Kurd di nava artêş û saziyên dewletê de bi nasnameya xwe ya xweser bijîn. Lê heke gelê Kurd were înkarkirin jî wê demê dê bi îradeya xwe ya siyasî tevbigerin û rewşa heyî bêhtir pêş bixin.” 
 
MA / Mehmet Aslan - Selman Guzelyuz
 
 

Sernavên din

20:39 Bertek li dijî girtina Komeleya Avestayê
16:28 Barrack têkildarî Siwêyda û Minbicê daxuyanî da
16:20 Çalakiya jinên Beluc di roja 20’an de didome
16:08 Îlham Ehmed: Avakirina Sûriyeyeke nû bi naskirina hemû nasnameyan pêkan e
15:27 Girtina Komeleya Avestayê li Agiriyê hate protestokirin
15:09 Roja danişîna lêpirsîna ÎzBB’ê diyar bû
14:42 Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê: Tirkiye peymana avê binpê dike
14:28 HSD: Komên hikûmeta demkî êrişî nuqteyên me yên leşkerî kirin
14:00 Kurtulmuş bi koordînatorên komîsyonê yên partiyan re civiya
14:00 Bîlançoya li Yemenê giran bû: 76 kes di behrê de xeniqîn
13:59 Endamê Kongreya DYA’yê Hemade: HSD’ê rêveberiyeke mînak ava kir
13:15 Serokê ICRC’ê: Rewşa mirovî ya li Siwêdayê giran e
13:14 Qirkirina daran a li Gabarê ku Walitiyê gotibû ‘hatiye rawestandin’ didome
12:56 Temel: Bêyî tevkariya polîtîk a Ocalan çareseriyeke mayinde pêkan nîne
12:02 ‘Hewceye komîsyon şefaf be û gel agahdar bike’
11:36 DFG: Astengiyên li pêşiya hevdîtina rojnamegeran a bi Ocalan re rakin
11:09 Mazlum Ebdî: Ji bo gelê Sûriyeyê rola xwe bilîze bingeh hatiye avakirin
10:46 Ji Abdullah Ocalan hişyariya ji bo komîsyonê: Divê bingeha hiqûqî hebe
10:43 ENAG: Enflasyona salane ji sedî 65,15 e
TUÎK: Enflasyona salane ji sedî 33,52 ye
10:42 Pêşniyara dayikan a ji bo komîsyonê: Bila Ocalan azad bibe
10:01 ‘Tişta herî xetere ku tundiya ser jinê zêde dike polîtîkaya necezakirinê ye’
09:33 Li Behra Spî û Çukurovayê civînên gel: Xelk ji AKP'ê bawer nake û dixwaze gav bên avêtin
09:23 Xwebûn bi manşeta ‘Parastina herî xurt hêza cewherî ye’ derket
09:00 ROJEVA 4’Ê TEBAXA 2025’AN
03/08/2025
16:43 Ji bo taziyeya Karagol û Aydogmûş serdana girseyî
16:24 Kesên ku di fermanê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Bila statûya Şengalê were nasîn
16:11 Li Siweydayê pevçûnên dijwar
14:49 Bafil Talabanî: Em ê piştgiriyê bidin daxwazên Êzidiyan
14:49 Li Îranê 8 roj in girtî di greva birçîbûnê de ne
14:39 Li Gundikê Melê şewat derket
14:38 Fîlozof Lisa Herzog piştgirî da pêvajoyê
14:38 SOHR: Di 5 mehan de herî kêm 3 hezar û 278 kes mir
14:27 Aqûbeta 400 kîlo ûranyûmê li Îranê nayê zanîn
14:26 Li Iraqê îxracatê petrolê ya ji bo DYA'yê kêm bû
14:15 Ji Avestayê bertek: Zimanê dayikê xeta me ya sor e
13:21 Êzidiyan berê xwe dan Çiyayê Şengalê
13:09 Kovara Jin bi sernavê 'Jinên Êzidî û Parastina Rewa' derket
13:02 Kurekî wê jiyana xwe ji dest da û yek jî gerîla ye: Dora gavavêtinê ya dewletê ye
12:41 Banga hevrûbûn û naskirina komkujiya Êzidiyan
11:58 Fragmana 'Hey Hawar' ku texrîbata goran vedibêje hat weşandin
11:56 Erdhejê rê li ber vekir: Volkan piştî 450 salî çalak bû
11:33 QSD: Mafê parastina rewa hat bikaranîn
11:31 Bêrîvan aştiyeke bi rûmet dixwazin
11:20 Çîroka malbateke ku dîl ketiye destê DAIŞ'ê
10:30 Tesîsa dawerînê ye, lê qirêjî dike!
09:51 Ciwanên HDK'î: Çareserî bi guhertina destûra bingehîn mimkun e
09:42 Dadgehê giliyê têkildarî Soylu ji meclisê re hişt
09:00 Parêzer Kahraman: Ji bo pêkhatina mafê hêviyê hemû kes berpirsyar e
09:00 ROJEVA 3'Ê TEBAXA 2025'AN
02/08/2025
16:38 11 rêxistin ji bo komkujiya Şengalê bangî Iraqê kirin
16:24 Li Silêmaniyê jinek hate qetilkirin
16:05 Sezaî Temellî: Dema avakirina rêya 3’yemîn e
15:35 Hat xwestin ku girtiyên nexweş Baltaci û Demîr bên berdan
15:33 Xizmên Windayan li 4 bajaran çalakî li dar xistin
14:50 Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Bila komkujiya Êzidiyan bê naskirin
14:21 Bakirhan: Em bang li civaka sivîl dikin ku di pêvajoyê de bi awayekî aktîf rol bigirin
14:10 Dayikên Şemiyê ji bo Murat Aslan daxwaza edaletê kirin
13:54 Di bîranîna Pirsûsê de binpêkirin hatin aşkerakirin
13:23 KNK: Divê statûya Şengalê bê naskirin
13:10 Nerazîbûna li hemberî xûtbeya Diyanetê ya ku jinan dike hedef
12:59 Di civînên TÎS’ê de lihevkirin pêk hat
12:56 Êrişên li dijî bîrên petrolê tê lêkolînkirin
11:34 Rapora MKG'ê ya meha Tîrmehê
10:38 Nûnera CÎSST’ê: Mafê hêviyê pêwîstiyeke mirovahî ye
10:12 Li Amedê ‘Pêşandanên Fîlman ên li Derve’ dest pê kir
10:01 Navenda li Seravê ji bo jinan bû nefes
09:50 Li Depê konsereke bi coş
09:35 ICOMOS: Pira Deh Derî di xetereyê de ye, plana çalakiyê berpêş bikin
09:15 Dayikên Aştiyê bang li komîsyonê kirin: Girtiyên nexweş û siyasî berdin
09:09 Girtiyê nexweş ê dermanên wî nayên dabînkirin sewqî girtîgeheke din hat kirin
09:05 Hevdîtina ku jiyana mexdûra fermana 74'emîn guherand
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2025'AN
01/08/2025
16:22 Spot di weşanê de ye: Rojeva ewil a Dort 1 Yandan komîsyona Meclisê bû
16:09 Ji MHP’ê ji bo ‘girtiyên nexweş’ bang
16:05 Li Siwêdayê çalakî: Bila hêzên hikûmeta demkî ji bajêr derkevin
15:38 NY: Îsraîlê 1.373 Fîlîstiniyên li benda alîkariyê bûn kuşt
15:11 TÎS’ê daxwazên xwe rêz kir
14:53 Yuksel Koç tehliye bû
14:37 Deriyê Komeleya Awestayê hate mohrkirin
14:24 Der heqê rojnamevanê ku birîna darên li Şirnexê kiribû nûçe lêpirsîn hate despêkirin
14:03 Ji bo girtiyên nexweş li pêşiya Wezareta Dadê çalakî hate lidarxistin
13:18 Îranê cezayê hucreyê da 3 girtiyên jin
12:48 Erdogan cezayê bersûcê komkujiya Madimakê rakir
12:46 Şîna Bîşeng Kabakê bi girseyî hate ziyaretkirin
12:34 Dîroka civîna komîsyonê diyar bû
12:23 Bi roj li nav zevî bi şev jî di kon de dixebitin
11:52 DEDAŞ bêyî ku biçe gund ji bo 35 malan di navbera 60 û 450 hezar TL fatûre birî!
11:02 Klîba Derwêş û Edûlê hate weşandin
10:46 Li dijî birîna daran kampanya: Parastina xwezayê parastina welat e
10:45 Prof. Kieser: Êdî Kurdên li Lozanê nîn in!
10:28 Nûnera KCDP’ê: Ji bo aştiyeke mayînde em em amade ne ku piştgiriyê bidin komîsyonê
10:03 Ji bo xwezayê duqat xetere: Li aliyekî agir, li aliyê din jî maden
09:43 ‘Ji dêleva hebskirinê divê li ser sedemên sûc bê sekinandin'
09:17 Li Pira Deh Derî dagirkerî û keysprestî
09:10 Şahidê Fermana 74'an: Me terka axa xwe nekir
09:06 Dayikên ku çûn Casenê: Dê êşa me bi aştiyê sivik bibe
09:03 Deriyê ber bi Xwedê ve: Deriyê Aşûr
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2025'AN
08:53 Tax bi tax civînên gel hatin lidarxistin
31/07/2025
16:39 Belavkarê rojnameyê Bayram nehate berdan