AGIRÎ – Hevberdevkên Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bang li kurd û Kurdistaniyan kirin ku yekîtiya neteweyî pêk bînin û gotin: "Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk sîwana hemû avahiyên kurd û Kurdistanî ye. Em bang li her kesî dikin ku vê înîsiyatîfê xurt bikin."
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk li navçeya Bazîd a Agiriyê "Konferansa Girîngiya Yekîtiya Neteweyî ya Kurd" bi dirûşmeya "Bi yekîtîyê ber bi aştiyê ve" li dar xist. Danezana dawî ya konferansê li ber gora Ehmedê Xanî, ku bi berhema xwe ya Mem û Zîn tê nasîn û pêşengiya yekîtiya kurdan kiriye, hat ragihandin. Danezana dawî girîngiya jiyanî ya yekîtiya neteweyî ya kurd di rewşa heyî de destnîşan kir.
Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç, di nirxandina konferansê de diyar kir ku ew li ser sê mijarên sereke rawestiyane û got: "Mijara me ya yekem nebûna tifaqa gelê kurd di dîrokê de û encamên wê bû. Di nîqaşên li ser vê mijarê de hat destnîşankirin ku kurdan ji ber nebûna tifaqaê bi van pirsgirêkan re rû bi rû mane. Kurd di sedsala dawî de rastî înkar, tunekirin û asîmîlasyonê hatine. Di rûniştina duyemîn de pêşketinên li Rojhilata Navînê û rewşa kurdan hatin nîqaşkirin. Li ser ezmûnên berê yên kurdan û tiştên ku divê di rewşa heyî de werin kirin, raman hatin vegotin. Di rûniştina sêyemîn de li ser tiştên ku divê kurd ji bo pêşerojê bikin hat nîqaşkirin."
'EM DI BIN BANÊ YEKÎTIYÊ DE BIBIN YEK'
Kamaç bilêv kir ku fikira yekîtiya neteweyî ya kurdan di nîqaşan de derketiye pêş û got: "Îro Rojhilata Navîn ji nû ve tê sêwirandin. Di vê sêwirana nû de, her çend şert û mercên li çar perçeyên Kurdistanê ji hev cuda bin jî, Kurdistan yekgirtî ye. Dema ku kurd li Rojavayê destkeftiyan bi dest dixin, dijminên gelê kurd êrişî van destkeftiyan dikin. Rewş li Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê jî eynî ye. Êrişên li ser kurdan ne li dijî bawerî an bîrdoziya kurdan, lê li dijî nasnameya wan a neteweyî ne. Ji bo vê armancê, divê kurd yekîtiya xwe li ser bingeha nirxên neteweyî û kurd ava bikin. Li Rojhilata Navîn a ji nû ve tê sêwirandin, divê ew vê pêvajoyê bi serfiraziyê, hem bi stratejiya xwe, hem bi tevgerên xwe û hem jî bi tifaqên xwe, derbas bikin."
Kamaç bal kişand ser "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Birêz Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de biryardariyeke mezin nîşan da. PKK'ê bi bersiveke bihêz bersiv da û di 11'ê Tîrmehê de merasîmeke şewitandina çekan li dar xist. Van gavan bingeha pêşketinên qanûnî û siyasî danî. Banga me ji bo gelê me yê kurd û Kurdistanî ev e: Divê ew yekîtiya neteweyî misoger bikin û piştgiriya xwe ji bo çareseriyeke demokratîk a pirsgirêka kurd pêşkêş bikin. Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk sîwana hemû rêxistinên kurd û Kurdistanî ye. Em bang li her kesî dikin ku vê înîsiyatîfê xurt bikin."
'JIN PÊŞENGIYÊ DIKIN'
Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê bal kişand ser pêşengiya jinan di avakirina Yekîtiya Neteweyî ya Kurd de û got: "Mixabin, dema ku em dîroka gelê kurd dinirxînin, jin çiqas bi hêz bin jî, navên wan pir caran nayên behskirin. Wekî ku me di konferansa xwe de nîşan da, çawa ku jinan pêşengiya siyaseta demokratîk kirine, ew ê pêşengiya aştî û yekîtiya kurdan jî bikin. Ji ber ku heta niha bedelên giran hatine dayîn. Jin di van bedelên giran de pêşeng bûn. Ger em îro karibin ziman û çanda xwe biparêzin, ger em karibin siyaseta demokratîk rave bikin, ev encama wê dîmenê ye ku bi berxwedana jinan derketiye holê. Ev encama bedelên giran e ku hatine dayîn. Ji bo vê armancê, divê em bi nirxên xwe ve girêdayî bimînin û hewldanên xwe hîn xurttir bikin."
Gulcan Kaçmaz Sayyîğîtê ku got "Îro roja gelê kurd e" destnîşan kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li çar parçeyên Kurdistanê deng veda. Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê wiha domand: "Ji ber vê yekê, îro roja kurdan e. Bi pêşengiya jinên kurd, em ê hem yekîtiya xwe misoger bikin û hem jî xebata xwe ya ji bo civateke demokratîk bidomînin. Em ê xebata xwe ya ji bo yekîtiya kurdan bidomînin. Li Kurdistanê, ziman, bawerî û ramanek yekane tune ye. Em pirreng in. Çiqas rengîn bin jî, dema ku mijar tê ser maf û statuya gelê kurd, divê em bi rengên pirreng dengekî yekgirtî bilind bikin. Ji ber vê yekê, înîsiyatîfa me ya bi pêşengiya jinan xebata xwe didomîne. Jin hêzê ji hev digirin. Em bang li hemû jinan dikin ku beşdarî înîsiyatîfa me bibin."
MA / Omer Akin