AMED - Girtiyê bi navê Ersîn Çîçek ê ku piştî 6 mehan ji bo tedawiya fetq, apandîsê sewqa wî nexweşxaneyê hatibû qebûlkirin, di dema sewqkirinê de bi hinceta "lêgerîn nehate qebûlkirin" sewqa wî hate astengkirin.
Xûşka Ersîn Çîçek (30) ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Amedê tê ragirtin Helîn Çîçek, diyar kir ku duh axaftina li ser telefonê de birayê wê ragihandiye ku mafên wî yên tedawiyê tê astengkirin. Helîn Çîçekê, destnîşan kir ku birayê wê nexweş ê fetq, apandis û gewriyê ye û rexmê nexweşiya wî piştî 6 mehan biryara sewqa wî ya bo nexweşxaneyê hatiye qebûlkirin. Helîl Çîçekê ev tişt got: “Di 22’yê Tîrmehê de dema wî dibin nexweşxaneyê jê re dibêjin ‘lêgerîn nehate qebûlkirin, milê xwe rabike. Bi gotinan heqaret li wî kirine. Birayê min dema ev ferzkirin qebûl nekiriye der heqî wî de zabıtname hatiye nivisîn û sewqa wî hatiye astengkirin.”
Helîl Çîçekê, rave kir ku birayê ragihandiye ku li girtîgehê tundî tên kirin û got: “Birayê min, ji bo bidawîbûna tundî û zextan band kir. Em wek malbat bi fikar in. Li vir ne gardiyan, leşker pirsgirêkan derdixin.”