NAVENDA NÛÇEYAN - Di civîna nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rayedarên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de mijarên wekî rakirina astengî û zehmetiyên rûbirûyî, bicihanîna peymana 10'ê Adarê, pêkanîna sozên girêdayî dosyeya koçberan û dîtina mekanîzmayên yekkirina saziyan hatin gengeşekirin.
Vê sibehê gereke nû ya dan û standinan di navbera nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rayedarên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de li Qesra Tişrîn a Şamê pêk hat. Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Dmokratîk Îlham Ehmed, Hevseroka Şandeya Nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Foza Yûsiv û Hevserokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ebid Hamid El Mihbaş pêk hat.
Ji aliyê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve, wezîrê Karên Derve Esed El Şîbanî, wezîrê Hundirîn Enes Xetab, wezîrê Parastinê Murhef Ebû Qesra û serokê Saziya Îstîxbaratê Hisên Selamê tev li civînê bûn.
Ji şandeya Amerîkayê jî, nûnerê Amerîkayê ji bo Sûriyeyê Thomas Barrack, nûnerê Amerîkayê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Scott Bowles û endamekî din ji Kongreya Amerîkayê beşdar bûn. Ji Fransayê jî, nûnerê hikumetê yê kar û barên balyozxaneya Fransayê li Sûriyeyê Jean-Baptiste Faivre û şandeya pê re tev li civînê bûn.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyeke ji ajansa me (ANHA) re aşakera kirine, di civînê de pêkanîna bendên peymana 10ˊê Adarê ya di navbera Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî û serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri de hatibû îmzekirin, hat nîqaşkirin. Li kêlek wê jî hat diyarkirin ku divê astengî û zehmetiyên li pêş pêkanîna peymanê ne, werin rakirin.
Heman çavkanî anî ziman ku şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku pêwîst e hikumeta veguhêz sozên xwe li hember kesên bi darê zorê ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî koçber bûne, bi cih bîne.
Girêdayî mijarê, çavkanî destnîşan kir ku di civînê de dosyaya deriyên sînor û çawaniya yekkirina saziyên Rêveberiya Xweser bi sazên hikumetê re nîqaş kirin. Di heman demê de hate destnîşankirin ku pêwîstî bi hevkariya ewlehî û leşkerî ya her du aliyan heye.
Kesên tev li civînê bûne, ji ajansa me re diyar kir ku civîn erênî bû.