ENQERE - Gundiyên ku ji çar aliyên Tirkiyeyê ji bo betalkirina pêşniyarqanûna madenê hatibûn Enqereyê diyar kirin ku heta qanûn tê betalkirin dê têkoşîna xwe bidomînin.
Li dijî pêşniyarqanûna ku dê rê bide li zeytûngehan lêgerîna madenan were kirin, ji gelek aliyên Tirkiyeyê gundiyan berê xwe dan Enqereyê. Gundiyên ku li Parqa Cemal Sureya kom bûn, ji bo dengê xwe bidin bihîstin, ber bi Deriyê Dîkmenê yê Meclisê ve meşiyan. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel jî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de dirûşmên “Midaxileyê av û axa min nekin” û “Bila qanûna madenê bê betalkirin” hatin berzkirin.
‘EM DEV JI NOBEDÊ BERNADIN’
Esra Işik a ku ji gundê Îkîzdere yê navçeya Mîlas a Mûglayê beşdar bûbû, di daxuyaniyê de got: “Midaxileyê av û axa me nekin.” Esra Işikê, diyar kir ku dê li dijî pêşniyarqanûna ku pêşiya madenê vedikin li ber xwe bidin û ger ev qanûn bê erêkirin dê jîngeh û malek nemîne û wiha destnîşan kir: “Heta ev pêşniyarqanûn tê betalkirin em ê li Enqereyê têkoşîna xwe bidomînin. Em dev ji nobedê bernadin.”
‘EM Ê AXA XWE PÊŞKÊŞÎ HOLDÎNGAN NEKIN’
Mûstafa Karbûlût ê ku ser navê Platforma Xweza û Jiyanê ya Eskîşehîrê axîvî jî destnîşan kir ku welatiyên li vir îradeyekî temsîl dikin û ev tişt anî ziman: "Ev îradeye destûr nade ku ax, av û erdên çandiniyê ji bo şîrketên madenê bên pêşkêşkirin. Şîrketên wek Cengîz û Lîmakê çav bera axa me da ne. Ji bo dewlemendiya van holdîngan em ê dev ji axa xwe bernedin. Em li nava Enqereyê bangî hemû gelên Tirkiyeyê dikin; heta ev qanûn tê betalkirin em ê li her kolanê li ber xwe bidin û têbikoşin.”