Tulay Hatîmogûllari: Bêyî Meclis were girtin divê komîsyon were avakirin

  • rojane
  • 12:44 8 Tîrmeh 2025
  • |

ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku jin ji bo çarseriyeke li ser zemîna hiqûqî û qanûnî bang li Meclisê dikin û xwest ku hêj Meclis nehatiye girtin Komîsyona Aştî û Civaka Demokratîk were avakirin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokarsiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, li Meclisê di civîna koma partiya xwe ya heftane de geşedanên di rojevê de nirxand. Dayikên Aştiyê û endamên Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ku ji bajarên cuda hatibûn, Ahmet Turk û gelek kes tev li bûn. 
 
Tulay Hatîmogûllari, ji ewil 12 leşkerên li Herêma Federe ya Kurdistanê ji ber gaza metanê mirin bi bîr xist û ji malbatên wan re sersaxî xwest. 
 
‘TIRKIYE DIŞEWITE, HÛN DIŞEWITÎNIN’
 
Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser şewatên daristanan ên ji Bursayê heta Hatay û Cûdî û got ku sedema van şewatan xemsariya îktîdarê ye. Tulay Hatîmogûllari, destnîşan kir ku ji ber terkexemiyê niha Tirkiye dişewite û got: “Sedema van şewat û karesatan, polîtîkayên îktîdarê ne.” 
 
‘JIN YEK KÊLIYÊ JÎ NESEKINÎN’
 
Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk, tevî her cureyên zext û tundiyê jî jin yek kêliyê nesekinîne û têkoşîna xwe ya aştiyê domandine. Tulay Hatîmogûllari, da zanîn ku di şer de herî zêde jin bibandor dibin û got ku têkoşîna azadiyê ya jinan di heman demê de têkoşîna aştiyê ye. Tulay Hatîmogûllari, behsa jinên îro li pêşiya Meclisê meş li dar xistin kir û got: “Belê jinên hêja, we bi daxwaza ku pirsgirêka Kurd li ser zemîna hiqûq û qanûnî were çareserkirin bang li Meclisê kir. Niha peywira siyasetê ew e ku guh bide van daxwazên jinan û bicih bîne.” 
 
Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku li dijî jinên Kurd polîtîkayên şerê taybet di meriyetê de ne û li rexekî qala aştiyê li rexa din jî êriş li ser destkeftiyên jinan tên kirin. Tulay Hatîmogûllari, got: “Aştî, bi tundiyê nayê avakirin. Divê jin di komîsyona li Meclisê de cih bigirin û tecrûbe û perspektîfên xwe yên çareseriyê bikarin pêşkeşi bikin. Weke DEM Partiyê em li her çar aliyên Tirkiyeyê xebatên xwe didomînin. Komîsyonên me yên navendî bajar bi bajar, navçe bi navçe digerin û pêvajoyê vedibêjin. ”
 
‘DIVÊ KOMÎSYON DI TEVAHIYA HAVÎNÊ DE BIXEBITE’ 
 
Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku beriya Meclis were girtin divê “Komîsyona Aştî û Civaka Demokratîk” tavilê were avakirin û got: “Divê ev komîsyon di tevahiya havînê de bi şev û roj bixebite.” 
 
‘BERPIRSYARTÎ DIKEVE SER MILÊ ME TEVAN’
 
Tulay Hatîmogûllari, da zanîn ku Şandeya Îmraliyê di hevdîtina duh a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re de li ser geşedanên têkildarî berdana çekan û yên li herêmê axivîne û wiha domand: “Em silavên ku birêz Abdullah Ocalan bi wesîleya şandeya me ji jin, ciwan û gelan re şandî bi we re parve dikin. Bi avêtina gavên pêwîst re, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û aştiyê berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê me tevan. Birêz Ocalan di hevdîtinê de bi taybet jî li ser vê meseleyê sekinî. Em jî dibêjin ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê deriyên veguherîna demokratîk, hiqûq û azadiyê heta dawiyê bê vekirin.” 
 
‘EM DI HEFTEYA DÎROKÎ DE NE’
 
Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari beha hevdîtina şandeyê ya bi Erdogan re kir û got: “Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de em derbasî hefteyeke dîrokî bûn. Şandeya me têkildarî pêvajoya heta niha û tiştên divê bên kirin bi birêz serokkomar re guftûgo kir. Ji bo ev hefte serkeftî derbas bibe, divê astengiyên siyasî û hiqûqî bên rakirin û deriyên demokratîkbûn û aştiyê bên vekirin. Hêviya gelên Tirkiyeyê ji her demê bêhtir zêde ye. Em di hefteyeke herî krîtîk de ne. Kêliyeke ku dê 100 salên pêşiya me diyar bikin nêz bû. Ev kêlî, dê bibe merasîma aştiyê ku em tevek bi hesreta wê dijîn. Ev kêlî, temînata aştiya Tirkiyeyê ye. Em di qonaxa aştiyê de ne. 
 
Divê aştî li ser zemîneke demokratîk were avakirin û mayindekirin. Di vê mijarê de hewceye her kes erk û berpirsyartiyê li xwe bigire. Ger em têbikoşin, rêya aştî û demokrasiyê vekiriye. Pêdivî bi avêtina gavên şênber heye. Ev gav li rexekî lingê pêvajoyê yê civakê û lingê din jî biryarên Meclisê ne. Biryarên ji bo demokratîkbûnê ne.”
 
 

Sernavên din

16:57 Ji bo Şaredarê Semsûrê biryara hefsa malê hate dayîn
16:56 Daxwaza tehliyeyê ya girtiyê nexweş ku ji sedî 76 astengdar e hate redkirin
16:35 Rejîma Îranê cezayê îdamê da 5 girtiyan
16:30 Gundî li dijî qanûna madenê meşiyan Meclisê
15:44 Dozgeriyê ji bo Karalar daxwaza girtinê kir
15:42 Ozel: Li dijî hêza sindoqê şer îlan kirin
15:08 DMME’yê ji ber rewşa girtî ya Demîrtaş biryara binpêkirinê da
14:59 Aksû piştî 31 salan hate berdan
14:58 Emniyetê ji bo îfadeyê bangî Serokê CHP’ê yê Stenbolê kir
14:18 Jinan bangî Meclisê kirin: Ji bo zemîna hiqûqî ya aştiyê peywirê li xwe bigirin
13:52 Tirkiyeyê dîsa ‘Mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan qebûl nekir
13:08 Fezlekeya der heqê Ozgur Ozel de pêşkeşî Serokatiya Meclisê hat kirin
13:06 Di lêpirsîna Şaredariya Manavgatê de 7 kes hatin binçavkirin
13:06 Girtiyê ku kelemçe red kir: Ez dixwazim bi awayekî mirovane tedawî bibim
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Bêyî Meclis were girtin divê komîsyon were avakirin
12:42 Montag ê Amerîkî piştgirî da banga Abdullah Ocalan
12:39 Serokê MÎT’ê bi serokwezîrê Iraqê re civiya
12:38 Ji bo rojnameger Uçar biryara tehliyeyê hat dayin
12:38 Der heqê rojnameger Ceylan Şahînlî de lêpirsîn hate destpêkirin
12:28 Rapora ÎSÎG’ê: Di Hezîranê de 164 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:25 ‘Komîsyona Heqîqetê ya Şer û Zarokan' tê avakirin
11:23 Ji welatiyên piştî giliya Olmez ê AKP’î hatin binçavkirin 3 jê hatin girtin
11:21 Di Turnuvaya Futbolê ya Vedat Aydin de Rojava Spor bû şampiyon
10:59 Nobeta li Hesendînê li dijî madenê hatiye destpêkirin di tevahiya şevê de domiya
10:29 Jin ji bo ‘Meşa Aştiyê’ li Enqereyê ne
10:20 Şaredarên CHP’î sewqî edliyeyê hatin kirin
10:14 Îran: Di êrişan de hezar û 60 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:14 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Wezîrê Dadê re hate taloqkirin
10:01 Li Elkê 3 herêm hatin qedexekirin
09:44 ‘Hevdîtinên Civaka Demokratîk’ didomin
09:33 Hejmara kesên di lehiya Texasê de mirîn derket 104’an
09:28 Ji bo komeke din a cigareyan zem hate kirin
09:21 Mûstafa Karabûdak: Divê herî zêde Elewî xwedî li banga Ocalan derkevin
09:03 Welatiyên Hesendînê li dijî lêgerîna madenê nobed dan destpêkirin
09:02 Parlamanetera Îtalî: Ger em guh bidin Ocalan em ê bigihên çareseriyê
09:02 Hevdîtinên gel: Baweriya bi Ocalan tam e, daxwaz hevwelatîbûna wekhev e
09:01 Ji bo mêşvaniyê ji Antalyayê hatin Gimgimê
09:00 ROJEVA 8’Ê TÎREMEHA 2025’AN
07/07/2025
23:30 Ji KCK'ê daxuyaniyeke nû: Toren dê zindî neyê weşandin
20:15 Şandeya Îmraliyê dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike
20:00 Malbatan li Îmraliyê hevdîtin kirin
16:57 TUHAD-FED’ê li Şirnexê kongreya xwe li dar xist
16:51 Ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî: Îradeya her du aliyan a ji bo domandina pêvajoyê didome
16:24 Li Pêrtagê li dijî kana pomza û xîzî meş hate lidarxistin
16:09 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Erdogan re bi dawî bû
15:23 Xebatkarên Beltûrê hatin binçavkirin
15:21 Erdogan li Ozel doza tezmînatê vekir
15:04 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan dest pê kir
15:01 OHD: Li Girtîgeha Tokatê nahêlin girtî bên tedawîkirin
14:50 Şandeya Îmraliyê: Em ê li ser hewcehiyên qonaxa nû biaxivin
14:05 Nahêlin rojnamegera girtî sewqî nexweşxaneyê were kirin
13:54 Rapor: Ji sedî 65’ê jinan di malê de hatin qetilkirin
13:24 Di doza Can ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin de dosya dê ji dozger re bê şandin
13:24 Li Îzmîr û Kutahyayê şewat derket
12:48 Olmez ê AKP’î gilî kir leşkeran bi ser gund de girtin: 7 kes hatin binçavkirin
12:23 Li Yewnanistanê bi pileya 4.1’ê erdhej çêbû
12:15 Encamnameya Komxebata Zarokan hat aşkerakirin
12:13 Şandeya Îmraliyê bi hevserokên giştî re civiya
11:51 CHP’ê hemû şaredarên xwe vexwend Enqereyê
11:34 4 leşkerên din jî mirin
11:16 Di serdegirtina malê de polîsan îşkence kir û gefa kuştinê xwarin
10:55 Îsraîlê êrişî Yemenê kir
09:58 Rojnameger Aslan: Ji bo torenê li benda banga Abdullah Ocalan in
09:43 Aktivîstê mafê mirovan ê Hindistanî: Têkoşîna Kurdan îlhamê dide
09:09 Xwebûn bi manşeta ‘Wa Ocalan sey Mandela serbest bo’ derket
09:04 Li Texasê karesata lehiyê: 82 kes mirin, 41 kes winda ne
09:03 Demîr: Ji bo serketina pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Ocalan esas e
09:02 Şikefta Birqilên a dîrokî di talûkeyê de ye
09:00 Li quntara Cûdiyê bendav û HES: Jiyan wê di binê avê de bimîne
09:00 ROJEVA 7’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:44 Hejmara leşkerên jiyana xwe ji dest dan derket 8’an
06/07/2025
20:10 Abdullah Ocalan peyam şand: Pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe
17:21 Di 7 mehan de 3 hezar û 181 şewat derketin
16:02 DEM Partî çû serdana CHP’ê: Operasyon, berdewama feraseta qeyûm e
15:27 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibe bi Erdogan re hevdîtinê bike
15:10 Tulay Hatîmogûllari çû serdana CHP’ê
15:02 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Abdullah Ocalan re bi dawî bû
14:42 Civîna MYK’a DEM Partiyê bi dawî bû
14:16 Şewata li Çiyayê Gabarê hate vemirandin
14:15 Komxebata Zarokan: Zimanê dayikê bingeha civakê ye
13:15 Li Tûşbayê şewat derket
13:14 Ji MYK’a DEM Partiyê civîna awarte
13:13 Ciwan di komxebatê de hatin gel hev: Em ê pêşengtiya avakirina civaka demokratîk bikin
12:48 Tulay Hatîmogûllari dê biçe serdana CHP’ê
12:48 Hûsiyan êrişî balafirgeha Îsraîlê kir
12:43 Tirkiyeyê qedexeya ji bo balafirgeha Silêmaniyeyê dirêj kir
11:52 Li Pakistanê avahî hilweşiya: 27 kes mirin
11:19 Li Efrînê komîteya xespkirina malên Kurdan ava kirin!
11:05 Li Şirnexê tundiya mêr
11:03 MKG: 7 rojnameger hatin binçavkirin, 2 hatin girtin
10:48 Li DYA’yê lehî rabû: 43 kes mirin, 20 zarok winda ne
10:47 Djemîla Behhabîb: Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim
10:10 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
10:10 Çeteleya meha Hezîranê ya JINNEWS’ê: 19 jin û zarokek hatin qetilkirin
10:09 Li Gimgimê gund li benda xizmetê ne
10:08 Li bazarê di lênûska deynan de rûpelên vala neman!
09:44 Çav û guhê cîhanê li PKK’ê ye: Kîjan partî û rêxistin dê bişopînin?
09:33 Ji bo Kurdî daxwaza statûyê: Em dikarin aktîf rol bigirin
09:17 Kovara Jinê vê heftê bi manşeta ‘Jin, Bawerî û Hevrûbûn’ê derket
09:04 Gefa hecizkirinê ya bankan zorê dide welatiyan