RIHA – Li Rihayê di sempozyûma mafên mirovan de bal hate kişandin ser koordinasyona saziyên civakî û têkoşîna hevpar.
Baroya Rihayê û Komeleya Gihîştina Mafê Daraza Adil (AYHED) sempozyûma "Têkoşîna mafên mirovan ji herêmî heta neteweyî: baro, rêxistinên sivîl û parêzvaniya hevpar" li dar xist. Sempozyûma ku li avahiya baroyê li dar ket gelek nûnerên saziyên sivîl beşdar bûn.
Sekretera Baroya Rihayê Yasemîn Guleç axaftina vekirinê ya sempozyûmê kir û destnîşan kir ku baro ne tenê saziyên pîşeyî ne, di heman demê de saziyên parêzvaniya mafên mirovan e jî.
KARGEH Û PANEL
Sempozyuma ku ji çapemeniyê re girtî doman de, çareseriya li dijî binpêkirinên mafên mirovan hate gotûbêjkirin. Du kargehên cuda hatin lidarxistin. Rêxistinên kedê bi sernavê "Derfetên parêzvaniya hevbeş di navbera baro û rêxistinên pîşeyî de"; Rêxistinên sivîl ên herêmî ku di warê mafên jin, zarok, penaber, jîngeh û astengdaran de dixebitin, kargehên bi sernavê "Piştevaniya mafên mirovan û parêzvaniya di saziyên sivîl ên herêmî de" li dar xistin.
Piştî kargehan panela bi sernavê "Ji herêmî ber bi neteweyî ve parêzvaniya mafên mirovan: Piştevanî, hiqûq û têkoşîna hevpar" hat lidarxistin.
Koordînatorê Giştî yê Komeleya Navenda Pêşketinê ya Civaka Sivîl (STGM) Tezcan Eralp Abay di panela ku moderatoriya wê Koordînatorê Projeya Parêzvaniya Bibandor a Baroya Rihayê Ahmet Dogan kir de axivî. Abay, qala girîngiya rêxistinên pîşeyî yên di têkoşîna mafên mirovan de kir û bal kişand ser rewşa saziyên pîşeyî yên li Rihayê û girîngiya rêxistinbûnê.
PÊŞNÎŞA 'YEKÎTIYA ODEYÊN AKADEMÎK'
Ji Komeleya Hemwelatîbûnê Emel Kûrma bal kişand ser girîngiya koordînasyon û têkoşîna hevpar a di navbera saziyên ji bo edaletê têdikoşin. Emel Kûrma da zanîn ku astengiya herî mezin di nava rêxistinên sivîl de “hilweşandina qada siyasî û giştî ye”.
Rêveberê Weqfa Mafên Mirovan a Tahîr Elçî Erkan Şenses jî bal kişand ser girîngiya baroyan di warê mafên mirovan de. Şenses, tecrubeyên xwe yên di dema serokatiya Baroya Êlihê de parve kir û ji bo şert û mercên hevpar ên xebata di navbera saziyan de bên zêdekirin pêşniyara "yekîtiya odeyên akademîk" kir.