ŞIRNEX - Li deverên bi daristan ên herêma Çiyayê Gabarê şewat derket. Ji ber bayê, şewat di demekî nêz de li herêmeke berfireh belav bû.
Li qada daristanê ya hundê Kayaboyun ê li herêma Çiyayê Gabarê şewat derket. Ji ber bayê, di demekî kin de şewat li herêmeke berfireh belav bû. Hat zanîn ku karkerên Hevkariya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) di naverasta şewatê de mane.
Hat ragihandin ku karkeran ji bo vemirandina şewatê tankereke avê şandine lê tanker tenê devera li dora herêma petrolê direşîne.