ENQERE - Rexmê 10’emîn Pakêta Darazê ya ku ji bo hejmara girtî û hikûmxwarên li girtîgehan sivik bike derketibû, li gorî meha bihurî hejmareke cidî kêm nebûye.
Di pêvajoya şewba koronoyê (Covîd 19) de bi sererastkirineke qanûnî dora 100 hezar girtî û hikûmxwar hatibû tehliyekirin. Lêbelê girtiyên siyasî neketibûn ber vê sererastkirinê. Dihat payîn ku rewşa girtiyên siyasî û yên nexweş di rojeva 10’emîn Pakêta Darazê ya ku di meha Hezîranê de ji aliyê Meclisê ve hate qebûlkirin cih bigre. Lêbelê girtiyên siyasî neketin ber vê pakêtê jî.
Piştî ku pakêta darazê hate qebûlkrin, hejmara girtî û hikûmxwaran bû mijara meraqê. Di serê meha hezîranê de 359 hezar û 227 girtî/hikûmxar, piştî pakêta nû ya darazê kete meriyetê jî hejmara girtiyan dakete 352 hezar û 82 kesan.
Hate zanîn, hejmara ku dihat payîn neketiye ber pakêta darazê.
Sedema sereke ya kêmnebûna hejmara girtiyan li girtîgehan ew e ku girtiyên nexweş, girtiyên siyasî û girtiyên ku cezayê xwe derbas kirine nayên berdan.
Daneyên 2 mehan ên 395 girtîgehan wiha ne:
2’yê Hezîrana 2025’an
Girtî: 57 hezar û 700
Hikûmxwar: 359 hezar 227
Bi giştî: 416 hezar 927
1’ê Tîrmeha 2025’an
Girtî: 58 hezar û 53
Hikûmxwar: 352 hezar û 82
Bi giştî: 410 hezar û 135