DÊRSIM - Şandeyeke pisporan, di çarçoveya doza li dijî projeya Regulatora Çemişgezekê û HES’ê de ku tê xwestin li ser Çemê Tagarê bên çêkirin, li qadê lêkolîn kir.
Li ser Çemê Tagarê yê navçeya Çemîşgezek a Dêrsimê demek berê bi awayekî qaçax xebatên çêkirina Regulatorê û projeya HES’ê hatibûn destpêkirin. Dema xebatên înşaeta didomiyan, biryara “ÇED erênî ye” hatibû dayin. Şêniyên gund jî bi daxwaza betalkirina biryara “ÇED erênî ye” li dijî çêkirina Regulatora Çemîşgezekê û projeya HES’ê doz vekiribûn. Di çarçoveya dozê de Dadgeha Îdareyê ya Erzînganê biryar dabû ku komeke pisporan li herêmê lêkolînê bike. Di vê çarçoveyê de koma pisporan li qadê lêkolîn kir.
Baroya Dêrsimê, rêveberên CHP’ê yên bajar û navçeyan, Şaxa ÎHD’a Dêrsimê û gelek kesên din jî bi şandeya keşfê re çûn. Xebatên keşfê hatin kirin û hate dîtin ku xebatên înşaetê hêj berdewam in.
Şandeya pispor, piştî lêkolîna li herêmê dê raporê amade bike û pêşkeşî dosyaya dozê bike.