AMED - Bi hinceta ku pacên korîdaran vekirine, der heqê girtiyên li Girtîgeha Hejmar 1 a Dûmlûyê tên ragirtin lêpirsîn hate destpêkirin.
Girtiyên li Girtîgeha Hejmara 1 a Dûmlûyê ya Erziromê tên ragirtin, têkildarî binpêkirinan bi malbatên xwe re axivîn. Girtiyan, diyar kirin ku tu kovaran nadin wan, wek hincet jî nebûna firoşkarên kovaran li Erziromê hatiye nîşandan. Girtiyan, rave kirin ku ji îdareya girtîgehê re ji bo Kovara Bilim ve Gelecekê û kovara Guneyê bidin wan daxwazname nivîsandine lêbelê kovar ji wan re dabîn nekirine.
DER BARÊ GIRTIYAN DE LÊPIRSÎN DAN DESTPÊKIRIN
Her wiha girtiyan diyar kirin ku li baxçe lîstika futbolê qedexe ye û dema diçin hevdîtina parêzeran nikarin li ser xwe pênûs bigerînin. Girtiyan, destnîşan kirin ku paqijiya girtîgehê bi pirsgirêk e û nikarin hevdîtinê bi gerînendeyê girtîgehê re bikin. Girtiyan, da zanîn ku ji ber vekirina pacên korîdorê, der heqê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin û ew bi cezayên disiplînê yên keyfî re rû bi rû ne.