HATAY – Li Antakyayê li dijî şewatê têkoşîn tê dayîn. Piştî taxên Karaalî, Oglakoren, Uçgedîkê li taxa Serînyolê şewateke nû derket. Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan, ji hikûmetê pirsa “Ka ew 37 balafir û 105 helîkopter li ku ne” kir.
Duh şewata ku li taxa Karaalî ya Antakyayê li qada daristanê derketibû û ji bandora bayê ve li taxên Oglakoren û li Uçgedîkê belav bûbû. Li daristana nêzî Alahanê ya li taxa Serînyolê jî şewat derket. Şewata ku bi bandora bayê ve li qadên jîngehê balav bû, bi helîkopteran mudaxile lê tê kirin.
Hat zanîn ku, ji bo tedbîrê jîngeh hatine valakirin.
JI DEM PARTIYÊ BERTEK
Partlamenterê Partiya Wekehevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Mersînê Alî Bozan, diyar kir ku du roj in mudaxileyên ku li şewatê tên kirin têr nakin. Bozan ji bo desthilatê bang kir û got: “Niha em nêzî Alahanê ne û tenê helikopter mudaxileyê şewatê dike. Ka ew 27 balafir û 105 helîkopterên ku serokkomar qal dikir li ku ne? Me ji wan balafiran yek jî nedît. Heta welatî ji warê xwe nebûne wan balafiran ji bo mudaxileya şewatê bişînin vir. Ev şewat tenê bi helîkopterê ve nayê tefandin. Wan balafirên ku hûn li Enqereyê li balafirxaneyê de didin sekinandin bişînin vir.”