ENQERE - Ji bo îtîraza li dijî biryara bihincet a Doza Kobanê ku 32 hezar û 600 rûpel e û xwendina wê bi mehan naqede, tenê 7 roj dem hate dayin. Endama Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Nûray Ozdogan got: “Bi vê re mafê parastinê hatiye bisînorkirin. Mimkin nîne di 7 rojan de bê lêkolînkirin.”
22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê biryara xwe ya bihincet piştî 13 mehan amade kir. Biryar, ji 32 hezar û 600 rûpelan pêk tê û ji bo îtîrazê tenê 7 roj dem hate dayin. Heke îtîraz neyê kirin jî dê biryar di vê pêvajoyê de teqez bibe. Di dozê de ceza li 36 siyasetmedaran hatibû birîn. Li gorî hesaban, heke kesek di her saniyeyê de du peyvan, di deqeyê de 120 peyvan û her rûpelekî di 4 deqeyan de bixwîne jî, xwendina vê biryara 32 hezar û 600 rûpel 2 hezar û 173 saetan anku 90 roj û 13 saetan didome.
Wekîlê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan û endama Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Nûray Ozdogan têkildarî vê rewşê axivîn.
Bozan, Doza Kobanê weke dozeke kompasê pênase kir û got ku bi îdianameya bi hezaran rûpelan re mafê parastinê hatiye bisînorkirin. Bozan, diyar kir ku îdianame bi rêbaza copy-pasteyê hatiye amadekirin û ji hiqûqê bêpar e. Bozan, got ku bi zêdebûna rûpelan re hatiye xwestin ku civakê manîpule bikin û wiha domand: “ Welatiyek dibêje ‘Heke 32 hezar rûpel be, niha tiştek tê de heye.’ Lê vala ye. Dadgehê, di 13 meh û 10 rojan de tu hincetekî cezayê nedît. Ji bûyerên 6-8’ê Cotmehê siyasetmedar berpirsyar hatin dîtin lê ev têk çû. Niha tenê daxuyanî, çalakî û xebatên polîtîk mane. Bi vê biryarê dixwazin xebatên siyasî yên HDP’ê ceza bikin.”
PÊVAJOYA TEEBLÎXKIRINÊ DÊ ÇIQAS BIDOME?
Bozan, pirsa “Her parêzerek dê di 7 rojan de çawa 32 hezar û 600 rûpelan lêkolîn bike” kir û got ku di dosyayê de bi hezaran gilîker hene û heta biryar ji wan re jî tê teblîxkirin dê meh derbas bibin. Bozan, got: “Heta teblîx temam nebe nikarin dosyayê ji Dadgeha Îstînafê re bişînin lewma dê mexdûriyeta siyasetmedaran bidome. Di qonaxa lêpirsîn û teqîbatê de divê her 30 rojan carekê rewşa girtiyan were nirxandin. Lê 13 mehan ev rewşa siyasetmedarên HDP’î nehat nirxandin. Ev, binpêkirineke giran a hiqûqê ye. Diviyabû dadgehê, Yuksekdag, Demîrtaş û siyasetmedarên din berda bûya. Ev siyasetmedar, dîlgirtî ne. Biryareke tehliyeyê dê ji bo aştiya civakî jî watedar be.”
NÛRAY OZDOGAN: EV, OPERASYONEKE SIYASÎ YE
Nûray Ozdogan jî got ku biryar hêj ji parêzeran re nehatiye teblîxkirin û bi 32 hezar û 630 rûpelên biryara bihincet re mafê parastinê hatiye astengkirin. Ozdogan, diyar kir ku mimkin nîne biryareke ewqas dirêj di 7 rojan de were lêkolînkirin û got: “Dadegehê her tim hewl da parastinê asteng bike. Ev 32 hezar rûpel, bi agahiyên vala hatine tijekirin. Ceza ne li gorî delîlên şênber, li gorî nêrîn û şîroveyên siyasî tên dayin.”
'DIVIYABÛ AYM JI DOZÊ BERPIRSYAR BÛYA’
Nûray Ozdogan, bi bîr xist ku dadgehê biryarên DMME’Yê cîbicî bikira û siyasetmedar berdabûya lê wisa nekiriye. Nûray Ozdogan, axaftina xwe wiha qedand: “Doza Kobanê, doza bêbandorkirina HDP’ê û avakirina zemîna girtina wê bû. Diviyabû ev doz li ber qada peywirê ya AYM’ê bûya. Tu bandora 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê nîne. Ev doz, şermekî demokrasiyê ya Tirkiyeyê ye. Operasyoneke siyasî bû. Di pergala hiqûqê de ji ewil delîl tên komkirin û piştre doz tê vekirin. Lê li vir tam berevajî vê hate kirin. Lê tevî her tiştekî jî têkoşîna me dê heta berdana miwekîlên me bidome.”
MA / Firat Can Arslan