ENQERE - Serokkomar ê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan beriya Lûtkeya NATO'yê li balafirgehê daxuyanî da û der barê pêvajoyê de wiha got: "Ev pêvojoya ku wek polîtîkayek dewletê ye, em ji bo serketina wê amade ne.”
Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan ji bo beşdarî Lûtkeya NATO’yê bibe çû bajarê Laheyê ya Hollandayê. Erdogan, beriya bi rê keve, li Balafirgeha Esenbogayê pirsên rojnamegeran bersivand.
Erdogan, bangî endamên NATO’yê kir û got: "Nexasim em piştgiriyê didin xurtkirina ewlehiya Ewropayê. Em bi pêşxistina parastina welatê xwe ve di heman demê de hêza îtifaqê jî xurt dikin. Em astengkirina bazirganiya berhemên parastinê di navbera hevalbendan ku ji bo armanca parastineke xurttir û artêşeke bibandortir ketin rê, rast nabînin. Bê guman divê ev astengî bên rakirin.”
AGIRBESTA ÎSRAÎL - ÎRANÊ
Erdogan, agirbesta di navbera Îsraîl û Îranê de wiha nirxand: “Em geşedanên piştî daxuyaniya Serokê Amerîkayê Trump ji nêz ve dişopînin. Em piştigiriyeke jidil didin hemû agirbestên ku dê li herêmê aramiyê bi xwe re bîne. Em peymana agirbestê ya duh şev erênî dibînin. Em bangî hemû aliyan dikin ku pabendî agirbestê bimînin.”
Erdogan der barê pêvajoya didome de jî wiha got: "Em bibiryar in ku vê pêvajoya em weke polîtîkayeke dewletê didomînin, bi ser bixin."