AMED - Di çalakiya ku ji aliyê Platforma Şaxên KESK'ê ya Amedê ve ji bo mexdûrên KHK’ê hatin lidarxistin de, gotin ku dê li dijî şer aştiyê biparêzin.
Çalakiya 135'emîn a Platforma Şaxên Amedê ya Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Gelemperiyê (KESK) ku her hefte bi dirûşmeya 'KHK wê biçin, em ê bimînin' li ber AZC Plaza ya li taxa Ofîsê pêk hat.
Di çalakiya ku slogana 'Bijî berxedana kedkaran' hate gotin de Sekreterê Perwerdehiyê yê Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) Şaxa 2'emîn a Amedê Ozgur Gunger Pekgul axivî û bi bîr xist ku hikûmet hewldana darbeyê ji bo xwe veguherandiye fersendekê û bi biryarnameyên ku derxistine re kesên ku li dijî vê derketine bi awayekî bêhiqûqî ji kar derxistine.
Gunger anî ziman ku ji bo dawî li van pêkanînên nehiqûqî bînin, bêyî westan an jî westandinê ew ê hê bi dengekî bilindtir biqîrin û got, "Me li dijî şer, li dijî mirin, dijî yekrengî û tarîtiyê aştiyeke bi rûmet parast û em ê vê yekê bidomînin."
Daxuyanî bi dirûşmên "Kesên bi KHK’ê ji kar hatine dûrxistin rûmeta me ne" bi dawî bû.