AMED - Li navçeya Licê ya Amedê li dijî mirinên biguman ên jin û zarokan meş hat lidarxistin û banga girtina faîlan hate kirin.
Bi pêşengtiya Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) li navçeya Licê ya Amedê, ji ber mirinên biguman ên jin û zarokan ku her diçe zêdetir dibin, meş hat lidarxistin. Jinên ku li taxa Kelvanê civiyan, heta Parka Demokrasiyê meşiyan. Hevşareda Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak û hevşaredarên navçeyê, gelek jinên siyasetmedar ên DBP û DEM Partiyê jî beşdarî meşê bûn. Di meşê de pankarta “Destên xwe yên qirêjî li ser zarok û jinan vekişînin” û wêneyên jinên hatine qetilkirin hatin hilgirtin. Meşvanan dirûşmên "Jin, jiyan, azadî”, “Cînayetên jinan polîtîk in” û “Bijî berxwedana jinan” berz kirin.
‘EM Ê BÊDENG NEMÎNIN’
Endama TJA’yê Tulay Denîz daxuyanî da û diyar kir ku tundiya mêr-dewletê jina qetil dike. Tulay Denîzê destnîşan kir ku Yaren Erkaplan di 17’ê Hezîranê de bi awayekî guman li mala xwe mirî hate dîtin û got ku ev mirin jî encama tundiya mêr-dewletê ye.Tulay Denîzê, got: “Li Licê jinek ciwan a 17 salî û ducanî çek bera serê xwe dabû û dawî li jiyana xwe anîbû. Bi sedan jin bi îdiaya întiharê tên qetilkirin, em ê li hemberî vê bêdeng nemînin.”
DI GULANÊ DE 30 JIN HATIN QETILKIRIN
Tulay Denîzê diyar kir ku di encama polîtîkayên necazkirinê de li dijî jinan qetlîam pêk tên û wiha axivî: “Li gorî daneyên li ber destên me, di Gulanê de 30 jin hatine kuştin, 6 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. Em careke din diyar dikin ku di bin navê cînayet an jî întiharê de jin û zarok tên kuştin. Îstîsmarkirina zarokan tê veşartin. Duh zarokek keç a 9 salî bi kêrkirinê hatibû qetilkirin.”
‘EM Ê XWEPARASTINÊ BIRÊXISTIN BIKIN’
Tulay Denîzê destnîşan kir ku dê van her du bûyerên li Erxeniyê û Licê bişopînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heta kiryar bên dîtin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê pêvajoyên hiqûqî bişopînin. Jiyana ku em xeyal dikin, dawîbûna tundî û kuştina li dijî zarok û jinan û avakirina jiyaneke wekhev û azad e. 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de, banga avakirina jiyaneke wiha ye. Banga rawestandina tundiyê û kuştina jin û zarokan e. Em ê li hemberî tundiyê têbikoşin. Li dijî şerê taybet em ê xweparastina jinan birêxistin bikin û bersiv bidin. Bi felsefeya jin, jiyan, azadiye ve em ê jiyana xwe birêxistin bikin û civaka demokratîk ava bikin.”
Meş bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.