Çalakiya jinên Beluc di roja 20’an de didome

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya rûniştinê ya jinên Beluc ku bi mebesta berdana girtiyan û aşkerakirina aqûbeta windakiriyan hatiye destpêkirin, di roja 20’an de didome. 
 
Jinên Beluc, bi mebesta berdana lîderên Komîteya Yakcetî ya Beluc (BYC) ku di dîrokên cuda de ji hêla dewleta Pakistanê ve hatine girtin û aşkerakirina aqûbeta aktîvîstên di dîrokên cuda de hatine binçavkirin, çalakiya rûniştinê dabûn destpêkirin. Çalakî, li Îslamabadê hatiye destpêkirin û di roja 20’an de didome. Jinên Beluc di çalakiya rûniştinê de axivîn û xwestin aqûbeta jinên Beluc ên binçavkirî bê aşkerakirin, aktîvîstên girtî bên berdan û zextên li ser gelê Beluc bên bidawîkirin. 
 
Jinan, gotin ku heta daxwazên wan tên bicihanîn dê çalakiya xwe bidomînin.