Endamê Kongreya DYA’yê Hemade: HSD’ê rêveberiyeke mînak ava kir

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Kongreya DYA’yê Abraham Hemade diyar kir ku pêvajoya diyalogê ya di navbera nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de dê di nava mehekê de pêş bikevin û got: “HSD’ê, rêveberiyeke nenavendî ya mînak ava kir.” 

 
Endamê Kongreya DYA’yê Abraham Hemade bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî û Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Rojhilat Efrîn re li ser online bidîmen hevdîtin kir. Hemade, têkildarî hevdîtinê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal peyamek parve kir û got: “HSD, zêdetirî 10 sal in li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diparêze. Rêveberiyeke nenavendî ya mînak ava kir. Li vir hem Xiristiyan, hem jî Ereb, Kurd û hemû komên din tên parastin.” 
 
Hemade, di peyama xwe de anî ziman ku dê hevdîtinên di navbera HSD û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de vê mehê li Parîsê bi alîkariya Serokê DYA’yê Donald Trump berdewam bikin. Hemade, da zanîn ku deriyên welatê wan ji bo hemû aliyên Sûriyeyê vekirî ye û got ku di mijara cenazeyê hemwelatiya Amerîkayê Karîla Molerê de memnun e ku bi Fermandarê HSD’ê Mazlum Ebdî û rayedarên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re xebitî ye.