Êdî dewlemend jî nikarin pîvaza hişk bikirin
- aborî-ked
- 09:09 14/7/2018
Fiyetên zebze û fêkiyan her diçe zêde dibe. Mêwefiroş, diyar kirin ku ji ber bihabûna fiyetan tiştek nayê firotin û got: "Bi qasî ku em davêjin çopê, em ewqasî nafiroşin."
Fiyetên zebze û fêkiyan her diçe zêde dibe. Mêwefiroş, diyar kirin ku ji ber bihabûna fiyetan tiştek nayê firotin û got: "Bi qasî ku em davêjin çopê, em ewqasî nafiroşin."
Paleyên ku ji serê sibehê heta êavrî bi tirpanê zad diçinînin, ji şert û mercên xwe yên xebatê ne razî ne. Mehmet Coşanê ku 35 sal in vî karî dike, got ji ber betaliyê tenê hêviya wî dest û milên wî ne.
Karkerên di înşata Kampusa Zanîngeha Beykentê ya Esenyurtê de dixebitin bi boneya mûçeyê xwe nesitendin dest ji kar berdan.
Îro li bendê ye, di danişîna biryarê ya Doza Soma ku 301 karkerên di karesata madenê de jiyana xwe ji dest dan, bê dayîn. Parêzerê Doza Soma Can Atalay, di biryara bê dayîn dê kêmasî pir zêde bin û got: “Lê rêya derbaskirina kêmasiyan di têkoşîna polîtîk re derbas dibe.”
Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan ê Berdevkê Komîsyona Aboriyê têkildarî zavayê Erdogan, Berat Albayrak ku bû Wezîrê Xezîne û Maliyê ev şîrove kir: “Di serdema Osmanliyê de jî tu padîşahî zavayê xwe dananiye ser xezîneyê.”
Piyaseyê bertekek hişk nîşanî tercîha Erdogan a rêveberiya aboriyê da. Piştî kabîne hat ragihandin, dovîz ji nişka ve rabû.
Nivîskarê Aboriyê Bahadir Ozgur, diyar kir ku krîza aborî ya niha dê neşibe ya salên 1994 û 2001'an û wiha got: "Ev krîzek kûr û giran e. Dê girtina şîrketan zêde bibe. Dolar dê bibe 5 tl.
Li Nehiyeya Xoçvanê 21 gundî bi hevkarî Kooperatîfa Xoçvan-Haskoyê ava kirin, lê Îdareya Taybet a Bajêr a Erdexanê ruxsetê nade kooperatîfê. Serokê kooperatîfê Vahît Dûrsûnoglû, diyar kir ku ew wisan difikirin ku ji ber sedemên siyasî ruxsetê nadin wan.
Li Wanê zarokên ku ji dêvla li baxçeyên lîstikan bi li kuçeyên bajêr dixebitin. Ev zarok bi karên dikin hewl didin di warê aborî de tevkariya malbatên xwe bikin.
Serokê Şaxa ZMO yê Amedê Abdulsamed Ucaman diyar kir ku ji ber polîtîkayên AKP’ê li herêmê çandinî hatiye asta xelasbûnê û ji bo çareseriya pirsgirêkê divê cotkar ji xwe bawer bin û koperatîf û yekîtiya xwe ava bikin.
Piştî ku zêdebûna enflasyonê jî li fiyetên zexîreyan zêde bû, hema bêje bazar vala bûn. Esnafan anî ziman ku mişteriyên tên bazarê ji ber fiyetan ne kêfxweş in û gotin: "Êdî bazar ne bazara berê ye."
Hevseroka KESK'ê Aysun Gezen, diyar kir ku li gorî daneyên TUÎK'ê di navbera enflasyona kolanê û enflasyona fermî de bi qasî çiya ferq heye û wiha got: "Di reqamên fermî de lêçûna xaniyan ji sedî 14,85 hatiye hesabkirin. Her roj derbas dibe hêza ku bikirin kêm dibe."
Ji ber krîza aborî êdî li bazaran tişt ne bi kîloyan bi xiraman tên firotin. Bazarvanan, destnîşan kir ku 10 kes li fiyetan dipirse, kesek tenê dikire.
Seroka Şaxa Sendîkaya Genel-Îş a Mêrsînê Kemal Goksoy, diyar kir ku qezayên karî yên karkerên demsalî cinayetên karî ne û karker bi wesayîtên ku ji trafîkî tên menkirin û ji dêvla 25 kesan 40-50 kesî li wan tên siwarkirin û veguhastin.
Kartol bi bihayên xwe zêde û îthalatê ji rojevê nakeve. Cotkarên kartolan jî bi gazin in. Mahmut Keskînlî yê kartola datîne got ku ji ber pirsgirêka bazarê hilberîn di destê wan de dimîne.