Krîza aborî pişta mewîjfiroşan jî şikand!
- aborî-ked
- 09:08 26/9/2018
Krîza aborî tesîr li mewîjan jî kir. Cotkar Ahmet Dogan got: "Cotkar tim deyndar e. Çimkî zemên dewlet dike pişta me şikand. Bila dewlet zemê neke, em destekê jî jê naxwazin."
Krîza aborî tesîr li mewîjan jî kir. Cotkar Ahmet Dogan got: "Cotkar tim deyndar e. Çimkî zemên dewlet dike pişta me şikand. Bila dewlet zemê neke, em destekê jî jê naxwazin."
arkerê Şaredariya Zeytinburnu Kenan Gungurdu, ku 175 rojin ji bo mafê xwe bistîne di girevê de ye, duh ji Stenbolê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kir. Gungordu, karkerên Flormarê ziyaret kir.
Aborînas Ali Riza Gungen, bal kişand ser kriza aborî û diyar kir ku tenê bi zêdekirina faîzê, hin tevdîran û piştgiriya karsazan kriz derbas nabe. Gungen, destnîşan kir ku pêwistî bi reforma baca bi edalet heye. şeklê mulkiyeta alternatif bê axaftin.
Karkerên înşeata Balafirgeha 3'yemîn ên hatin binçavkirin û girtin, serpêhatiyên xwe yên di bin çavan û girtîgehê vegotin. Girtiyan diyar kir ku di bin çavan de ji wan re hatiye gotin "Hûn û HDP'ê li ser çi axivîn?" û gotin: "Tê gotin 'kî doza mafê xwe bike û ji bo vê deng derxînin em ê bigirin.' Ya di şexsê me de pêk hat jî ev e. Ji ber ku me deng derxist em hatin girtin."
Jinên ku 134 roj in li ber Fabrîkaya Flormarê ji bo mafê xwe çalakiyê li dar dixin, destnîşan kirin ku ew bi berxwedanê bêtir wêrek bûne û ew ê dev ji têkoşînê bernedin.
Şîrketek ku armanc dikir Santrala Termikê ava bike, bêyî sedem nîşan bide 209 karker ji kar avêt.
Li Colemêrg û navçeyên colemêrgê nan ji sedî 35 zem bû. Nan berê 220 gram bi 1 TL difirotin, niha nan kirin 240 gram û buhayê wî kirin 1.5 TL.
Malbatên karkerên înşeata Balafirgeha 3'yan ku hatin binçavkirin û girtin gotin: "Tişta ecêb ew e ku hikûmet notirvaniya patronan dike. Diviya neketana vî halî."
Aborîzan Hayrî Kozanoglû, da zanîn ku Bernameya Aboriyê ya Nû ku Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Berat Albayrak aşkere kir, piyase qaneh nekirine û wiha got: "Wisa dixuyê ku daxuyaniyên Berat Albayrak ne piyaseya navxweyî ne jî ya navnetewî qaneh nekiriye."
Serokê Şaxa EMO ya Amedê Mehmet Orak, diyar kir ku di muqayeseya fatûreyên ceyranê yên mehên Tebax û Îlonê de, aboneyek dinavbera 250 û 300 KW de enerjî bikar tîne û ji ber vê ji sedî 17 TL ferq pereyê ceyranê5 dide.
Zextên li ser karkerên Balafirgeha 3’yemîn a Stenbolê berdewam dikin. Karkerên dixwazin ji kar veqetin tên tehdîtkirin. Polîs û cendirmeyên li şantiyê hatine bicih kirin jî, di encama lêpirsîna GBT’ê de binçavkirinan berdewam dikin.
24 karkerên Balafirgeha 3'emîn a Stenbolê ku mafê xwe xwestin û hatin girtin, sewqî Girtîgeha Silivrî kirin.
Rêvebeên sendîkayan bertek nîşanî girtina 24 karkerên înşeata balafirgeha 3'yan dan. Rêveberan bilêv kir ku ev biryar biryareke siyasî û got: "Dê karkerên îneşatê rêxistinbûyîna xw enîşan bidin û têkoşîna xwe berdewam bikin."
Nûnerên partiyên siyasî yên li Meletiyê diyar kirin ku, sedema krîza aborî polîtîkayên AKP'ê ne û sedema sereke jî polîtîkayên şerî ne.
Karkerên ku mafê jiyanî û karê mirovî xwestin hatin binçavkirin û 24 heb hatin girtin, cendirme bi darê zorê wan didin xebitandin. Karkerê dibin çavdêriya eskeran de kar dike Mehmet Sonmez, diyar kir ku dema ew dixebitin li pişt wan dewriye digerin û got: “Karkerên ku cendirme ji wan aciz dibin, dixin bin çavan.”