Qeyûmê Mêrdînê 187 karker ji kar avêtin
- aborî-ked
- 09:17 12/9/2019
Walî Mûstafa Yaman ku Wezareta Karên Navxweyî cara dudoyan wî kir qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, 187 karker ji kar avêtin. Rêvebirê Sendîkaya Genel Îş'ê Mehmet Salîh Dogrûl, got bi zext û zoriyan û bi gefxwarinê ji karkeran dixwazin sendîkaya xwe biguherînin.