YSK’ê ji bo kongreya CHP’ê ya Stenbolê biryara domandinê da

img
ENQERE - YSK’ê, daxwaza “rawestandina kongreya CHP’ê” ya 45’emîn Dadgeha Hiqûqa Giştî ya Stenbolê red kir û biryara domandina kongreyê da. 
 
Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) daxwaza 45’emîn Dadgeha Hiqûqê ya Giştî ya Stenbolê a “rawestandina kongreya CHP'ê” red kir û biryara domandina kongreyê da. Dadgehê, nivîs ji Walîtiya Stenbolê û Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê ya Sariyerê re şandibû û jê xwestibû ku Kongreya Awarte ya Serokatiya Bajarê Stenbolê ya CHP'ê rawestînin. Li ser vê yekê Desteya Hilbijartinê ya Navçeya Sariyerê mijar xist rojeva YSK'ê.
 
YSK’ê jî li ser vê yekê civîneke awarte li dar xist. Serokê YSK'ê Ahmet Yener piştî civîna 15 deqeyan domiya, biryar aşkera kir. Yener, da zanîn ku rawestandina pêvajoya kongreyeke hatiye destpêkirin li dijî xala 79'emîn a Destûra Bingehîn û xalên qanûnî yên têkildarî hiqûqa hilbijartinê ne. Bi vê yekê re YSK’ê biryar da ku Kongreya Awarte ya CHP’a Stenbolê bidome.