Jinên Ocaxa Dêrsimê: Ji bo hêsrên dayikan nebarin divê her kes berpirsyariyê li xwe bigire

  • rojane
  • 09:34 9 Mijdar 2025
  • |
img

DÊRSIM - Jinên Ocaxa Dêrsimê yên ku ji bo aştiyê civiyan, gotin: “Em bi hemû baweriya xwe hewl didin ku ji bo dawîlêanîna rondikên dayikan berpirsyariyê li xwe bigirin.”

 
Piştigirya gelek aliyan ji bo banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê ya Aştî û Civaka Demokratîk, didome. Jinên Ocaxa Dêrsimê ji bo piştgiriya aştiyê civiyan û banga piştgiriyê kirin. Jinên Ocaxa Dêrsimê anîn ziman ku aştî ji bo her kesî hewcedariya herî bingehîn e û gotin divê her kes berpirsiyariyê li xwe bigire.
 
Sakîne Cevahîr a ku ji Ocaxa Baba Mansûr diyar kir ku aştî ji bo hemû zindeweran jiyanî ye û destnîşan kir ku ji bilî mirovan, hemû zindî di nava ahengek de dijîn û ev tişt got: "Em bê sedem hev dişikînin û bêzar dikin. Xwîn bi xwînê nayê şuştin. Çendî dayik ewladên xwe yên ku qêmîş nedikir ramûsin, spartin axê. Kîjan dayik şer xwaz e. Lê mixabin ev çêdibin. Her dayik xwediyê vê hişmendiyê ye û çima yên ku vî welatî bi rêve dibin, ne xwediyê vê hişmediyê ne? Em dayik in û em aştiyê diparêzin. Em di pêvajoya de ne, lê gavên ku ji bo aştiyê tên avêtin em nabînin."
 
‘DIVÊ HER KES BERPIRSIYARIYÊ LI XWE BIGIRE'  
 
Sakîne Cevahîrê anî ziman ku aştî heta niha di gotinê de maye û wiha pê de çû: “Ji bo dawîlêanîna êşan, divê her kes berpirsiyar be. Pîr û ciwanê vê nîne. Hemû civak bi rengekî ji vî şerî para xwe girtiye. Divê em ji niha û pê de ji bo pêkhatina aştiyê têbikoşin. Ez zarok bûm min zilm û êşên dihatin jiyîn dibihîst û didît. Heta vî temenê (60) hatim hîn heman tişt didome. Çima? Ez hêvî dikim ku ji niha û şûn de tiştên bi vî rengî neyên jiyîn. Min tu carî hêviya xwe ya aştiyê winda nekir û ez ê winda nekim.”
 
‘JI BO EV ÊŞ BI DAWÎ BIBIN EM DUA DIKIN’  
 
Fîdan Genç a ji Ocaxa Baba Mansûr diyar kir ku wan li vê axê her cure êş jiyane û rave kir ku bi şer re aborî jî ji holê rabûye û wiha axivî: "Gelê me divê ji niha û şûn de aştiyê jî li vê axê bibîne. Em dixwazin aştî bê. Êdî zarok û ciwanên me nemirin. Em bi laçikên spî li vir in. Ji bo ku ev êş bi dawî bibin, em ji Duzgin Baba, ji Baba Mansûr re dua dikin. Bila aştî çêbe, bila girtî azad bibin.”
 
‘EM AŞTIYÊ DIXWAZIN’ 
 
Hanim Şîmşek (82) a ji Ocaxa Qureyşan got: "Em aştî dixwazin, em pîr bûn û me her tişt dît. Me xizanî û îşkence jî dît. Malên me hatin şewitandin, zarokên me çûn cihekî. Ez 82 salî me, neçar mam ku mala xwe bifroşim û zarokên xwe bişînim derveyî welat. Çima em li ser axa xwe, li gundê xwe bi azadî nejîn? Çawa ku dê û bavê me li vir jiyan, me jî xwest em wisa bijîn, lê nebû. Ji bo ku aştî pêk bê, divê her kes destê xwe bixe bin kevir. Bila her kes destê xwe dirêj bike.”
 
‘BÊGUMAN EM Ê BI SERKEVIN'  
 
Rêvebera Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Kîbar Kose diyar kir ku wan li vê axê gelek berdêl dane û xeyala wan a piştî niha jî hatina aştiyê ye û wiha got: "Aştî hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo gelên cîhanê girîng e. Ji bo vê yekê divê gavên pêwîst bên avêtin. Em dixwazin aştî bê û em ê bêguman bi serkevin. Em dixwazin ji bo hatina aştiyê gav bên avêtin. Em bi hemû baweriya xwe hewl didin ku ji bo dawîlêanîna rondikên dayikan divê her kes berpirsyariyê li xwe bigire. Em weke komeleyên Elewiyan, piştgiriyê didin tevahiya pêvajoyê.”
 
MA / Şîlan Şîrvan Çîl