Welatiyên Wanê: Aştî bi yekalî nabe, divê dewlet gav biavêje

  • rojane
  • 09:30 9 Mijdar 2025
  • |
img

WAN - Welatiyên Wanê yên ku gotin divê dewlet li hemberî gavên Tevgera Azadiyê ya Kurd gav biavêje, destnîşankirin ku aştî bi gavên yekalî nabe.

Pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, bi gavên Tevgera Azadiyê ya Kurd berdewam dike. Welatiyên Wanê yên ku nerazîbûn nîşanî gavneavêtina desthilat û dewletê dan, diyar kirin ku bêyî avakirina komîsyonê tu gavek nehatiye avêtin, aştî bi yekalî ve nabe û divê dewlet tavilê gav biavêje.
 
Azade Abî diyar kir ku divê desthilat gav biavêje û destnîşan kir ku dewlet tenê bi vî rengî dikare jidil be. Azade Abî, bi domdarî got: "Di vê pêvajoyê de divê her du alî jî ji hev bawer bin, baweriya dualî nebe nabe. Em jin tu carî dev ji têkoşîna xwe bernadin."
 
‘EM MAFÊN XWE DIXWAZIN’
 
Nûray Aydemîrê diyar kir ku divê mafê gelê Kurd bên dayîn û got: "Em jî mafên xwe dixwazin. Em ji tu kesî zêdetir naxwazin. Gelên din xwediyê çi mafî ne em jî wan mafan dixwazin. Em dixwazin li ser axa xwe bi azadî, bi nasnameya xwe ve bijîn. Bi kurtasî, em nasnameya xwe dixwazin."
 
Halît Alan destnîşan kir ku hemû gelên li Tirkiyeyê hewcedarî vê pêvajoyê ne û anî ziman ku 100 sal in li Kurdistanê xwîn dirije û divê êdî dawî li vê yekê bê. Alan ev tişt got: "Ez ji vê pêvajoyê bawer dikim, lê divê dewlet jî gav biavêje. Pêvajo ne pêvajoyeke hêsan e. Divê ev pêvajo neyê xerakirin, ji ber ku heke ev pêvajo xera bibe, dê her kes winda bike. Gelên Kurd û Tirk nikarin ji hev qut bibin. Ji ber vê yekê divê em bi hev re bimeşînin. Divê em rê nedin ku ev pêvajo bê baltakirin û divê gavên pêwîst werin avêtin."
 
‘EM DIXWAZIN BI ZIMANÊ XWE LI HER DERÊ BIAXIVIN’
 
Kudrettîn Yildirim destnîşan kir ku kuştina zarokên Kurd û Tirk tenê bi aştiyê ve dikare bê çareserkirin û got: "Ez bawer dikim ku aştî dê pêk were. Heger siyasetmedarên me bihêlin, pêvajo dê bi awayekî xurttir bidome. Di hundir de bi sedan girtiyên siyasî hene û heke wan bernedin, aştî bêwate ye. Şertê me yê ji bo aştiyê wekhevî ye. Dema em bi gelên din re wekhev bûn, wê demê tê wê wateyê ku pêvajo gihîştiye encamê."
 
Mehmet Yekebak jî got: "Aştî xweş e. Heke em li hev bikin, tu kes namire, çiya û gundên me nayên talankirin. Em dixwazin zimanê xwe li dadgehê, li nexweşxaneyê û li qereqolê jî biaxivin."
 
‘HEKE DEWLET GAV BIAVÊJE, AŞTÎ DÊ WERE’
 
Yakup Ataş destnîşan kir ku berê jî pêvajoyên bi vî rengî hebûn û rave kir ku divê her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê û got: "Berê jî PKK vekişiya û dîsa ji aliyê gel ve hat piştgirîkirin. Dîsa cezayên giran li komên aştiyê yên ku hatibûn Tirkiyeyê hatin birîn. Di vê pêvajoyê de divê em balê bikişînin ser van tiştan û rê nedin ku pêvajo bê xerakirin. Divê em vê pêvajoyê bi guhertinên di destûra bingehîn de û bi qanûnan pêş bixin. Ji bo civakeke demokratîk, divê destûrên bingehîn bê guhertin. Heta îro li hemberî gavên Tevgera Kurd, dewletê tu gavek neavêtiye. Dîsa em li jiyana xwe ya civakî dinêrin û gava bi vî rengî di pratîkê de nabînin. Zêdetirî salekê ye ku di vê pêvajoya ku rêzdar Abdullah Ocalan daye destpêkirin de, tenê PKK gav diavêje. Heke dewleta Tirk qanûnên xwe biguherîne, wê demê mirovên baweriya xwe bi pêvajo û aştiyê bînin."