Li bajarê 24 saetan tê şopandin trafîka madeyên hişbirê

  • rojane
  • 09:02 9 Mijdar 2025
  • |
img

WAN - Li bajarê Wanê ku tevdîrên "ewlehiyê" yên zêde lê hatine girtin, her kolana wê bi mobeseyan tê şopandin, bi dehan nuqteyên lêgerînê hene, bi tonan madeyên tiryakê dikevin bajêr. 

Li bajarên Kurdistanê ji ber polîtîkayên "şerê taybet" ên ku di salên dawî de pêk tên, bikaranîna madeyên tiryakê lê zêde bûye. Lêkolînên li hin bajaran hatine kirin, derdixin holê ku temenê bikaranîna madeyan heta 10-12 saliyê hatiye xwarê. Yek ji wan bajarên ku bikaranîn û 'bazirganiya' tiryakê lê zêde ye jî Wan e ku sînorê wê bi Wanê re heye. Li bajêr ku di çarçoveya tevdîrên "ewlehiyê" de 24 saetên rojê bi kamerayên mobese ve tê şopandin, bikaranîna madeyan roj bi roj zêde dibe.
 
Di lêkolînên li ser bikaranîna madeyan de hatiye qeydkirin te tê diyarkirin ku temenê destpêkirina madeyên tiryakê di navbera 15-25 salî de ye. Li seranserê parêzgehê bi giştî 24 "nuqteyên kontrolê" yên trafîkê, 2 bi radar û 22 jî bê radar, bi awayekî çalak dixebitin. Herwiha 11 nuqteyên "kontrolê" yên rê û 65 nuqteyên "kontrolê jinişkave û lêgerînê" yên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr hene. Di têketina navçeyan de jî nuqteyên "kontrolê" yên cendirme û polîsan hene. Balkêş e ku li bajarekî ku tevdîrên "ewlehiyê" ewqas lê zêde, bikaranîn û "bazirganiya" madeyên tiryakê zêde dibin.
 
RÊYA DERBASBÛNÊ  
 
Wan di salên dawî de bûye yek ji nuqteyên derbasbûnê yên girîng ên di veguhestina madeyên tiryakê yên ku li Efxanistan û Îranê têne hilberandin bo Ewropayê. Wan a ku bi Îranê re xwediyê sînoreke 294 kîlometreyî ye,di veguhestina madeyên tiryakê yên li Efxanistanê têne hilberandin de  weke yek ji nuqteyên derbasbûnê yên girîng tê dîtin.
 
DÎWAR, TÊL, KAMERA, XENDEK  
 
Li gorî daneyên fermî, di nav 4 salên dawî de li ser sînorê Wan-Îranê 346 kîlometre xendek hatine kolandin (berfirehiya xendekên li ber dîwar 4 metre, dirêjahiya wan 4 metre ye), nêzîkî 173 kîlometre jî dîwar hatiye lêkirin. Ser dîwaran jî bi têlên dirêhî hatiye girtin. Elektrîk û binesaziya 103 barûyên elektro-optîk ên li ser sînor, ên ji bo ragihandin û çavdêriyê  jî hatine temamkirin. Bi temamkirina 75 barûyên lego û 17 barûyên monoblok re, bi giştî 210 barûyan ve xeta sînor "herdem di bin kontrolê" de ye. Tevî van tevdîran jî her sal bi tonan madeyên tiryakê ji Îran û Efxanistanê têne Wanê.
 
Navçeya Ebexê ya Wanê ya li ser sînor, navenda veguhestina tiryakê ye. Li gorî lêkolînan, hin kes bi rehetî ji "sînoran" derbas dibin û bazirganiya madeyên tiryakê dikin. Tê zanîn ku kesên bi bazirganiya madeyan re mijûl in, bi van rêyan ve bi kîloyan madeyên tiryakê difroşin. Herwiha di daxuyaniya Walîtiya Wanê ya 3'yê Tîrmeha 2021'ê de, hatiye destnîşankirin ku di operasyonekê yekîneyên sînor de, di dema dewriyeya li gundên sînorî yên Ebexê de, 3 kes hatine dîtin û wan 80 pakêt eroîn a ku giraniya wê 41 kîlo bû li pey xwe hiştine.
 
TUÎK DANEYAN PARVE NAKE  
 
Li gorî rapora sala 2024'an a ku ji aliyê Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) ve di 1'ê Tebaxa 2025'an de hate weşandin, li seranserê welêt ji sedî 8,2 madeyên tiryak an jî hişbirê bikar tînin û difroşin.
 
Kamerayên Mobese awayên aşkera yên sûc qeyd nakin, lê beşeke mezin a bazirganiya madeyên tiryakê li ser torên veşartî têkiliyên mirovan tê meşandin. Pispor, destwerdanên li ser bingeha civakê, bernameyên parastinê yên ji bo ciwanan û zêdekirina xizmetên tedawiyê yên guncav ji bo tiryakkêşan pêşniyar dikin.
 
DANEYÊN MADEYÊN TIRYAKÊ  
 
Operasyonên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Li Dijî Sûcên Narkotîkê yên Midûriyeta Emniyeta Wanê di nav 5 salên dawî de li dijî bazirganên madeyên tiryakê pêk anîne û madeyên tiryakê yên hatine desteserkirin, vê rewşê careke din derdixînin holê. Yekîneya Têkoşîna Li Dijî Sûcên Narkotîkê di sala 2021'an de li bajêr 467 operasyon li dar xist. Nêzîkî 5 ton 790 kîlo û 856 gram madeyên tiryakê hat desteserkirin. Di sala 2022'yan de hezar û 577 operasyon hatin kirin. 3 ton 603 kîlo û 980 gram madeya tiryakê hat girtin. Di operasyonên sala 2023'yan de 4 ton û 600 kîlo heşîş hat girtin. Herwiha di heman operasyonan de ji 6 hezarî zêdetir hebên hişyarker û sentetîk hatine desteserkirin.
 
Di sala 2024'an de di hezar û 103 operasyonan de bi giştî 722 kîlo madeya tiryakê hat desteserkirin. Di sala 2025'an de 210,5 kg madeya tiryakê hat girtin. Madeyên tiryakê bi giştî weke metamfetamîn, heşîş, eroîn, skunk, kannabînoîd û hebên krîstal têne desteserkirin.
 
DER HEQÊ 4 HEZAR KESAN DE LÊPIRSÎN   
 
Di nav 5 salan de ji aliyê ewlehî û cendirmeyan ve der barê 4 hezar û 80 kesan de jî ji ber madeyên tiryakê lêpirsîn hat vekirin. Pisporan, destnîşan kirin ku ev dane tenê ya operasyonên ku di encama agahdarkirin û desteserkirinan de ne. Ew dibêjin ku madeyên tiryakê yên ku nehatine girtin û hatiye belavkirin, ji vê daneyê gelekî zêdetir in. Di sala 2020'an de di operasyonên li bajêr de hezar û 735 kes hatin binçavkirin. Di sala 2022'yan de 2 hezar û 123 kes, di sala 2023'yan de 114 kes, di operasyonên ku di navbera 7-13'yê Cotmeha sala 2024'an de hatin kirin de 11 kesên gumanbar hatin binçavkirin. Di operasyonên ku di navbera 27'ê Hezîranê û 3'yê Tîrmeha sala 2025'an de hatine kirin de 42 kesên gumanbar hatin binçavkirin. Di navbera 8-21'ê Tebaxa sala 2025'an de jî 55 kes hatin binçavkirin.
 
HEWCEDARIYA NAVENDÊN DERMANKIRINÊ BI CIH NAYÊN 
 
Li gorî daneyên Midûriyeta Emniyetê ya Wanê, li seranserê bajêr 15 hezar kesên tiryakkêş hene. Lêbelê, ji bo dermankirina van tiryakkêşan, cih tune ne û li seranserê bajêr tenê Navendeke Tedawiya Tiryaka Alkol û Madeyan (AMATEM) û Navendeke Tedawiya Tiryaka Madeyan a Zarok û Ciwanan (ÇEMATEM) hene. Navenda tedawiyê ya navborî 13 kîlometre dûrî navenda bajêr e, kêmasiya navendan, nêzikatiyên civakî û meylên aborî, ciwanan dîsa arasteyî rewşên bi xeter dike.
 
MA / Zeynep Durgut