Bi girseyî serdana şîna Lokman Çîftçî hat kirin

  • rojane
  • 13:42 8 Mijdar 2025
  • |
img

WAN- Bi girseyî serdana şîna endamê HPG'ê Lokman Çîftçî yê ku di pevçûneke li Zapê de jiyana xwe ji dest da, hat kirin. 

Şîna Lokman Çiftçi (Ferman Amed) ê ku di 20'ê Sibata 2017'an de li Herêma Kurdistana Federe jiyana xwe ji dest da bi girseyî hat ziyaretkirin. Bi pêşengiya MEBYA-DER'ê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî di nav de li taxa Mêtqûlî ya navçeya Ebex a Wanê serdana şînê hat kirin.