Bi girseyî serdana şîna Gunay Dînar hat kirin

  • rojane
  • 15:24 20 Îlon 2025
  • |
img
ÎZMÎR - Şîna ku li Îzmîrê ji bo Guney Dînar ê di sala 2019'an de li Garê jiyana xwe ji dest da hat danîn, bi girseyî hat ziyartekirin. 
 
Ji bo endamê HPG'ê Guney Dînar (Zana Stêrk) ku di 16'ê Çileya 2019'an de li herêma Garê ya Herêma Kurdistana Federe jiyana xwe ji dest da, li Komeleya Alîkarî û Hevgirtina Civakî ya Pasûriyan a Bûcayê ya li navçeya Bûca ya Îzmîrê şîn hat danîn. Nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl serdana sersaxiyê kirin.
 
Endamê Komeleya Anadolûyê ya Alîkarî û Hevgirtina bi Malbatên ku Xizmên Xwe Winda Kirine re (ANYAKAY-DER) Mîkaîl Atan pêvajoya ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin bi bîr xist û got: "Niha dema berdewamiya siyaseta demokratîk e. Siyaseta demokratîk dê ji hêla van kesan ve bê meşandin. Divê em destê Rêberê Gelê Kurd xurt bikin û divê ev pêvajo bi ser bikeve."
 
Dayika Aştiyê Peyrûze Kûrtê jî got: "Azadî qet li ser tepsiyeke zêrîn ji kesî re nehatiye dayîn. Bi xwîn û hêstiran hatiye bidestxistin. Bi vî dilê êşbar, em bang li Konseya Ewropayê dikin ku bi wijdan be. Wê careke din dema 'mafê hêviyê' dirêj kir. Em vê rewşê şermezar dikin. Komîsyona ku li meclisê hatiye avakirin jî divê lezê bide xebatên xwe. Bila azadiya Rêber Apo pêk were û aştî bi lez pêş bikeve. Em ji bo aştî û biratiyê li cem hev in. Êdî em naxwazin ku tu dayik bigirîn."