NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzvanên mafên mirovan xwestin girtiyên nexweş Cemîl Îvrendi, Sureyya Bûlût û Atakan Fahrettînoglû demildest bên berdan.
Parêzvanên mafên mirovan li Îzmîr, Enqere û Stenbolê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, daxuyanî dan.
ÎZMÎR
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê, di hefteya 361'emîn a çalakiyên xwe de bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya Cemîl Îvrendî ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa S a Kirşehîrê tê girtin. Li ber Konak Eski Sumerbank pankartek bi nivîsa "Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nemine, nebe şirîk" hat vekirin.
Ji rêveberên komeleyê Hatîce Erdoganê ragihand ku rewşa girtiyê nexweş zêdetirî 30 sal in girtiye. Hatîce Erdoganê bal kişand ser nexweşînên Înverdî û got ku nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne. Hatîce Erdoganê anî ziman ku dîroka berdanê ya Înverdî derbas bûye û got: "Cemîl Înverdiyê ku bi hincetên razber û sûbjektîf tê astengkirin, divê demildest bê berdan."
STENBOL
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, 704'emîn çalakiya xwe ya heftane ya "Rûniştina F" li ber avahiya şaxa xwe ya Beyoglûyê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê îşaret bi rewşa girtiyê nexweş Sureyya Bulut ê li Girtîgeha Jinan a Girtî ya Bakirkoyê hat kirin. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Dermankirin mafek e, nayê astengkirin" hat vekirin û gelek caran dirûşmeyên wekî "Girtiyên nexweş berdin" û "Tecrîd dikuje, hevgirtin jiyan e" hatin berzkirin.
Ji ÎHD'ê Yavûz Akçioglû anî ziman ku li girtîgehên wekî "çalan" tecrîd û tundî didome. Akçioglû destnîşan kir ku girtiyên nexweş piştî tên berdan bi demeke kurt jiyana xwe ji dest dibin. Akçioglû bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê şarapnel di laşê wî de hene û ji ber vê divê bê emeliyatkirin.
Akçioglû bilêv kir ku berdana Bûlût di Tebaxa 2025'an de ji aliyê Lijneye Îdare û Çavdêriyê ya girtîgehê ve hatiye taloqkirin û got ku Bûlût dê di mijdara 2025'an de careke din biçe lijneyê. Akçioglû got: "Êdî em li benda berdana wî ne. Ma hûn ê kesekî 31 sal in girtiye heya kengî di girtîgehê de bihêlin? Daxwaz û hêviyame berdana wî ye."
ENQERE
Înîsiyatîfa Azadî ji bo Girtiyên Nexweş di hefteya 576'emîn a çalakiyên xwe de li Kolana Sakaryayê daxuyaniyek da. Vê hefteyê, înîsiyatîfê bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên Atakan Fahrettînoglû ku li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Hejmar 2 a Sîncanê tê girtin.
Li ser navê înîsyatîfê Hevserokê Şaxa ÎHD a Enqereyê axivî. Fahrettînoglû destnîşan kir ku rewşa tenduristiya Bûlût ê ji sedî 68 astengdar her diçe xirabtir dibe û xwest demildest bê berdan.