'Heya girtiyên nexweş neyên berdan aştî nayê'

  • rojane
  • 09:19 20 Îlon 2025
  • |
 
 
ŞIRNEX – Gulistan Demîr, dayika girtiyê nexweş Mehmet Alî Ûgûr ku rewşa wî her ku diçe xirabtir dibe, wiha pirsî: "Heta ku girtiyên nexweş neyên berdan, aştî nayê vê axê. Dema ku girtî di girtîgehê de jiyana xwe ji dest bidin, dê aştî çawa were?"
 
Rewşa tenduristiya girtiyê nexweş Mehmet Alî Ûgûr (36) ku li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Dûmlû ya Erziromê tê girtin, roj bi roj xirabtir dibe. Di 12'ê Hezîrana 2007'an de li Şirnexê bi îdiya "xerakirina yekîtî û yekparebûna dewletê" cezayê muebeda giran lê hat birîn. Ew di lîsteya girtiyên nexweş ên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire. Ûgûr ku di hucreya yekkesî de ye û nexweşiya mehîna hestiyan û nexweşiya çolyakê pê re heye, di hevdîtina bi rêya telefonê de ya bi malbata xwe re, ragihand ku zextên li girtîgehê zêde bûne û got ku komeke ku ji aliyê îdareya girtîgehê ve hatiye avakirin îşkence li girtiyan tê kirin. 
 
Dayika Ugur, Gulistan Demirê (55) diyar kir ku kurê wê piştî girtinê sewqî girtîgehên Tekirdag, Şirnex, Rîze, Patnos, Wan û Erziromê hatiye kirin û bal kişand ser zextên ku di dema Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li girtîgehan tên kirin. Gulistan Demirê anî ziman ku Ugur ji ber ku li girtîgehê nehatiye dermankirin nexweşiya çolyak li kurê wê peyda bûye û behsa axaftina xwe ya bi telefonê ya hefteyek berê kir û got: "Wî ji min re got, 'Zextên li ser me zêde bûne, komek hatiye avakirin û ev kom davêje ser qawîşan. Wan sê hevalên me îşkence kirin. Ew heqaretê li me dikin.' Em van heqaretan qebûl nakin. Me digot qey aştî dê hebe, lê aştî li ku ye? Hêviyek hebû ku girtiyên nexweş û siyasî bên berdan, lê yek jî nehat berdan. Em aştiyê dixwazin. Mafê kesî tune ku heqaretê li me bike. Dema ku ew li ser televîzyonê derdikevin, behsa aştiyê dikin, lê di girtîgehan de heqaretê li zarokên me dikin û îşkence dikin. Zarokên me her tiştên me ne." 
 
‘HEYA GIRTÎ NEYÊN BERDAN AŞTÎ NAYÊ'
 
Gulistan Demîrê girîngiya berdana bilez a girtiyên nexweş û siyasî ji bo pêkanîna armancên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku piştî Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, tekez kir û got: "Bêyî berdana girtiyên nexweş, aştî nayê vê axê. Dema ku girtî di girtîgehê de jiyana xwe ji dest bidin, dê aştî çawa were? Komîsyon li meclisê hat avakirin û ew her roj guh dide hin derdoran. Yekem tişta ku divê komîsyon bike ev e ku ji bo girtiyên nexweş tedbîran bigire. Devlet Bahçelî dibêje, 'Em ê aştiyê bikin', lê ew radibe gotinên din bi kar tîne; lê gavek berbiçav jî nehatiye avêtin. Ev pêvajo salek e berdewam dike, lê zextên li girtîgehan zêde bûne. Zext zêde bûne. Heqê wan tune wiha bikin." 
 
BANGAWAZÎ
 
Gulistan Demîrê anî ziman ku herî dawî pênc meh berê kurê xwe dîtiye û got ku şandina girtiyan ber bi bajarên dûr ve tê wateya cezakirina malbatan. Gulistan Demîrê bal kişand ser zehmetiyên ku di dema hevdîtinê de ew pê re rû bi rû dimînin û got: "Ez bi tena serê xwe diçim, zehmetiyan dikişînim. 18 sal in ew me ceza dikin. Mafê wan tune ku bi vî rengî heqaretê li me bikin. Ez bang li hemû dayikên girtîyan dikim: li dijî vê neheqiyê bisekinin. Divê em heta ku zarokên me neyên cem me, em li cihê xwe rûnenên. Divê malbatên girtîyan rojane li dijî vê rewşê meşan li dar bixin û heke pêwîst be, divê li ber girtîgehan nobedê bigirin. Ger em vê bikin, dibe ku zarokên me bên berdan. Girtî bi xwe ji me hêvî dikin ku em bitêkoşin. Zarokên me dê çiqas dîl bimînin? Girtina kesekî di hucreya yekkesî de nemirovane ye. Ger ew zarokên me berdin, em ê wan derman bikin. Li girtîgehê şert û mercên dermankrinê tune ne. Em aştiyê dixwazin. Divê girtiyên nexweş tavilê bên berdan. Aştî, aştî, aştî."