Parêzer Rengîn Ergul: Divê komîsyona ku komîteyê îşaret pê kir têkildarî 'mafê hêviyê' qanûnê amade bike

  • rojane
  • 09:03 20 Îlon 2025
  • |
img
STENBOL - Parêzer Rengîn Ergulê diyar kir ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, têkildarî "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan de, îşaret bi komîsyona ku li meclisê hatiye avakirin kiriye û got: "Hêviya me ew e ku komîsyon qanûneke  der barê 'mafê hêviyê' de ku her kesî dihewîne amade bike." 
 
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE) biryara xwe ya demkî li ser doza "Koma Gurban" ragihand ku mafê hêviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Emîn Gurban, Civan Boltan û Hayatî Kaytan jî di nav de ye. Komîteyê di biryara xwe de, bang li Tirkiyeyê kir ku "tavilê gavên pêwîst biavêje" û "herî dereng heta dawiya Hezîrana 2026'an agahî" xwest. Lê belê, biryara Komîteyê ji aliyê gelek derdoran ve bû cihê rexneyê. 
 
Endama Komeleya Mafên Mirovan û Demokrasiyê ya Navneteweyî (MAF-DAD) Parêzer Rengîn Ergulê, biryara demkî ya komîteyê nirxand. 
 
Rengîn Ergulê bi bîr xist ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di sala 2015'an de "mafê hêviyê" yê "Koma Gurban" wekî "prosedûreke pêşkeftî" bi nav kiriye û got ku ew salê carekê jî dosyeyan nayne rojeva xwe. Rengîn Ergulê anî ziman ku wê piştî ku rêxistinên civaka sivîl di sala 2021'ê de komîteyê agahdar kirine, wê dosyeyê ew xistiye rojevê û got: "Komîteyê heta Îlona 2025'an dem da Tirkiyeyê ku di civîna xwe ya Îlona 2024'an de planeke çalakiyê pêşkêş bike. Tirkiyeyê di Hezîranê de planeke çalakiyê pêşkêş kir. Plana çalakiyê ya Tirkiyeyê dubarekirina planên çalakiyê yên berê bû. Di warê argumanan de hema bêje tiştekî nû tune bû. Tirkiyeyê di planên xwe yên çalakiyê de behsa reformeke dadwerî ya nû, stratejiyeke dadwerî ya nû û planeke çalakiyê ya mafên mirovan kir. Lêbelê, heta niha li Tirkiyeyê li ser 'mafê hêviyê' amadekariya tu qanûnekê nehatiye kirin."
 
‘DIVIYABÛ KOMÎTE BIRYAREKE BIBANDOR BIDE'
 
Rengîn Ergulê destnîşan kir ku biryara komîteyê ne biryareke ecêb bûye û got ku ew "taloqkirinek" bûye. Rengîn Ergulê got: "Me texmîn dikir ku komîte dê Tirkiyeyê vexwîne ku qanûna xwe dîsa biguherîne û muhleteke nû bide wê da ku planeke çalakiyê ji bo van guhertinên qanûnî pêşkêş bike. Dema ku me li pratîkên xebatê yên komîteyê û pratîka wê di dozên din ên bi Tirkiyeyê ve girêdayî de dinihêrî, me ev yek pêşbînî dikir. Ev ne ecêb e, lê pirsgirêkek heye: biryara yekem, biryara Ocalan 2, di sala 2014'an de hat dayîn û em niha di sala 2025'an de ne. Yanzdeh sal di ser wê biryarê re derbas bûne. Birêz Ocalan cezayê 25 sal ê girtîgehê ku komîteyê wekî kêmtirîn destnîşan kiribû temam kir. Em behsa pêvajoyeke aştiyê dikin. Ji ber vê yekê, komîteyê diviyabû ku biryareke bibandortir li ser vê mijarê bide û ev yek jî dihat hêvîkirin. Dayîna muhleteke nû, heya Hezîrana 2026'an, ji bo Tirkiyeyê nayê wateya taloqkirin. Heta ku biryarên din neyên bicîhanîn, komîte dê zimanê xwe yê dîplomatîk xurt bike û demeke din bide welatan ku gav biavêjin. Di vî warî de, ji Tirkiyeyê re muhletek hatiye dayîn." 
 
‘ÎŞARET BI KOMISYONÊ Û PÊVAJOYÊ KIR'
 
Rengîn Ergulê got: "Komîteyê îşaret bi komisyona ku li meclisê hatiye avakirin û pêvajoya heyî kir. Mîsyona li komîsyonê hat barkirin, destê me xurt dike. Ji ber ku em, wekî hiqûqnas û rêxistinên civaka sivîl, dikarin di pêşerojê de zextê li komîsyonê bikin. Wate û mîsyoneke wiha li komisyonê hat barkirin. Dema ku behsa komîsyonê kirin, wan her wiha pêşniyaz kir ku Tirkiye rêziknameyên der barê cezayên girankirî yên heta hetayê de li plana çalakiya mafên mirovan zêde bike. Wan diyar kir ku pêşnûmeyên qanûnên heyî yên ku berê ji hêla Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û HDP ve hatine pêşkêşkirin dikarin wekî bingeh werin girtin. Ji ber vê yekê, li ber komîsyonê pêşnûmeyên heyî hene. Lêbelê, hêvî û pêşniyaza me ev e ku komîsyon, bi beşdarkirina parêzerên mafên mirovan, partiyên siyasî, akademîsyen û rêxistinên civaka sivîl re amadekariya qanûneke der barê 'mafê hêviyê' de bike. Ne ne li ser 'mafê hêviyê', lê li ser betalkirin û sererastkirina Qanûna Dij-Terorê (TMK) ku meseleya 'mafê hêviyê jî lareşî kiriye, divê amadekarî bên kirin." 
 
‘REJÎMA MUEBEDA GIRANKIRÎ HEYE'
 
Rengîn Ergulê diyar kir ku cezayê heta hetayê li Tirkiyeyê li dijî azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan hatiye danîn û got: "Di qanûnên Tirkiyeyê de rejîmeke cezayê muebeda girankirî heye. Lêbelê, rejîma cezayê muebeda girankirî ya li ser birêz Ocalan hatiye ferzkirin, niha veguheriye rejîmeke ku zêdetirî 4 hezar girtiyan dihewîne. Tişta ku hikûmeta Tirkiyeyê tim dibêje, ev rejîma înfazê îstîsna ye, rastiyê nîşan nade. Rejîma cezayê muebeda girankirî ku bi mebesta îstîsnayeke taybet ji bo birêz Ocalan hatiye danîn, niha ji bo Tirkiyeyê krîzeke mafên mirovan e. Ji ber ku Tirkiye endamê Konseya Ewropayê ye, ew ji bo Konseyê jî krîzeke mafên mirovan e. Ji ber ku Tirkiye alîgirê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye, ew mecbûr e ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bicîh bîne. Divê Tirkiye qanûna der barê 'mafê hêviyê' de biguherîne û astengiyên qanûnî yên li pêşiya azadiya fizîkî ya birêz Ocalan rake. Ger Tirkiye bi rastî bi kurdan re danûstandinan dike, bêyî ku maf û azadiyên bingehîn ên sermuzakerevan werin destnîşankirin, ne mimkûn e ku meriv behsa pêvajoyeke danûstandinê ya dadperwer û demokratîk bike. Biryara DMME'yê û pêvajoya çavdêriyê ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê li cem me heye. Argumanên me hene ku em ji hêla qanûnî ve bi tevahî mafdar in. Dema ku em îro bi dewleta Tirkiyeyê re danûstandinan dikin, divê em xwe bispêrin van argumanan û li ser van daxwazan israr bikin."
 
MA / Melîk Çelîk