ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2025'AN

  • rojane
  • 09:00 20 Îlon 2025
  • |
img
 
* Parêzer Rengîn Ergulê diyar kir ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, têkildarî "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan de, îşaret bi komîsyona ku li meclisê hatiye avakirin kiriye û got: "Hêviya me ew e ku komîsyon qanûneke  der barê 'mafê hêviyê' de ku her kesî dihewîne amade bike." 
 
* Dayika Başak Gurkanê ku ji aliyê Barış Arslan û bavê wî ve bi hovane hat kuştin got, "Ji bo nefeqeyê nedin li ber çavên ew bi hovane qetilkirin" û banga edaletê kir. 
 
* Gundiyên Çarbourê yên ku ji ber bendavê koçber bûne, nikarin ava vexwarinê peyda bikin. Keyayê gund serî li rayedaran da û xwest ku pirsgirêkên wan ên çop û avê tavilê bên çareserkirin.
 
* Gulistan Demîr, dayika girtiyê nexweş Mehmet Alî Ûgûr ku rewşa wî her ku diçe xirabtir dibe, wiha pirsî: "Heta ku girtiyên nexweş neyên berdan, aştî nayê vê axê. Dema ku girtî di girtîgehê de jiyana xwe ji dest bidin, dê aştî çawa were?"
 
* Li Bazîdê welatiyên ku ji bo zivistanê penêr, rûn û qelî çêkirin, niha jî ketine tatêla çêkirina xwarinên di şûşeyan de (konserve). 
 
* Mûsa Anter, dê di 33'yemîn salvegera etilkirina xwe de li Amed û Mêrdînê bê bibîranîn. (11.00) ZINDÎ
 
* Dayikên Şemiyê dê çalakiya xwe ya 1064'emîn li Qada Galatasarayê li dar bixin. (12.00)
 
* ÎHD û Xizmên Windayan dê çalakiya xwe ya li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê bidomînin. (12.00)
 
* Dê li Enqere û Stenbolê têkildarî girtiyên nexweş de çalakî bên lidarxistin. (13.30)