Serokên baroyan çûn serdana CHP’ê

  • rojane
  • 17:06 17 Hezîran 2025
  • |
img

ENQERE - Serokên 16 baroyên bakurê Kurdistanê ji bo nirxandina pêvajoya çareseriyê ya pirsgirêka Kurd û xebatên destûra bingehîn, li Meclisê bi Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel re hevdîtin kirin. 

 
Serdanên 16 baroyên bakurê Kurdistanê yên di çarçoveya nîqaşên li ser destûra bingehîn a nû û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ên li Enqereyê didomin. Serokên baroyan, çûn serdana Partiya Gel a Komarê (CHP). Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel û şandeya partiyê serokên baroyan pêşwazî kilrin û li Meclisê hevdîtin hate kirin. Di hevdîtinê de nêzikatiya Meclisê û plansaziyên wê hatin nirxandin. 
 
Baroyan, pêşniyarên xwe yên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd pêşkeşî CHP’ê kirin.