Polîsê ku zarok bi qûndaxê ve birîndar kiribû ji kar hate avêtin

  • rojane
  • 14:18 17 Hezîran 2025
  • |
img

WAN - Li Colemêrgê, polîsê hêza taybet Bahadir Tûran ku bi qûndaxa çekê Seyfûllah Tûran ê 14 salî birîndar kiribû, ji kar hate avêtin.

 
Di 23’ê Nîsana 2009’an de li navenda Colemêrgê dema Seyfûllah Tûran ê 14 salî bi hevalên xwe re topê dilîst, polîsê hêza taybet Bahadir Tûran bi qûndaxa ve ew bi giranî birîndar kiribû. Tûran, ji ber doza birîndarkirinê 6 sal û 3 meh girtî bû û ji aliyê Dadgeha Bilind ve cezayê wî hatibû erêkirin. Piştî biryara Dadgeha Bilind a di 9’ê Îlonê de, Tûran di 21’ê Mijdarê de hate girtin û piştî 3 mehan ji kar hate avêtin.
 
JI KAR HATE AVÊTIN
 
Di biryara Wezareta Karên Hundir a ji kar avêtinê wî de wiha hate gotin: "Dema di bin fermandariya Daîreya Polîsan a Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê de dixebitî, di doza ji ber sûcê birîndarkirina biqesdî dihat darizandin de cezayê wî teqez bû. Ji ber vê sedemê jî şertê wergirtina memûrtiyê winda kir. Di çarçoveya xala 98'an a Qanûna Memûrên Dewletê ya Hejmar 657'ê jî ji hêla Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ve ji kar hatiye avêtin."  
 
RABORIYA DOZÊ  
 
Di 23’ê Nîsana 2009’an de ji bo protestokirina êrişên li ser Partiya Civaka Azad (DTP), çalakî hatibû li darxistin. Di çalakiyê de polîsê hêza taybet, Bahadir Tûran, bi qûndaxa çekê ve Seyfûllah Tûranê 14 salî bi giranî birîndar kiribû. Tûran bi rojan di beşa lênihirtina awarte de hate tedawîkirin. Der barê polîs Tûran de doza “Hewldana ji bo kuştinê û îşkenceyê” ve hate vekirin. Doza ji ber sedemên ewlehiyê, ji Dadgeha 3’mîn a Cezayên Giştî ya Ispartayê re hate şandin. Dadgeha, ji bo polîs bi hinceta “Polîs parastina rewa kiriye û dêrûniya wî xirab bûye, destûra wî ya bikaranîna zorê heye”, 6 eh û 7 roj ceza dayê. Piştre ji ber ku cezaya wî di binê 2 salan de bû, cezaya wî veguherandin cezayê pereyan. 
 
Piştî ku biryar ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate erêkirin, parêzerên Seyfûllah Tûran di sala 2014’an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. Dadgeha Destûra Bingehîn di biryara xwe ya 9’ê Mijdara 2017’an de, serlêdana Seyfûllah Tûran a derbarê "binpêkirina qedexeya îşkence û muameleya xerab" de qebûl nekir. Dadgeha Destûrî serlêdana Turan a derbarê "binpêkirina mafê jiyanê" ya ku bi xala 17’an a Destûra Bingehîn ve hatî garantîkirin qebûl kir û gihîşt encama ku mafê serlêdêr ê madî û usulî ve hatine binpêkirin. Dadgeha Destûra Bingehîn, ji bo ji nû ve darizandinê nusxeyek biryarê ji dadgeha Ispartayê re şand.
 
Doz hate vegustin bo Xartpêtê û polîs Tûran 5 sal ceza girt. Parêzerên Seyfûllah Tûran, Mûrat Tîmûr û Munîp Ermîş, vê carê derbarê polîs de  ji bo sûcê “Hewldana kuştinê” serî li Dadgeha Îstînafê dan. Daîreya 1’mîn a Cezayê ya Dadgeha Herêmî ya Amedê, ceza ku ji bo polîs hatibû dayîn hindik dît, biryara cezayê betal kir û dosya dîsa li dadgeha herêmî vegerand. 
 
Cara duyemîn a daraza ku li Dadgeha 3’mîn a Cezayê Giran a Xarpêtê, ji bo Tûran 6 sal û 3 meh ceza da.  Daîreya 1’mîn a Cezayê ya Dadgeha Herêmî ya Amedê ceza erê kir. Biryara girtîgehê, bi erêkirina Dadgeha Bilind ve mîsoger bû.
 
MA / Adnan Bîlen