Bakirhan: Tirkiye bi çareseriyeke demokratîk dikare xwe ji vê bahozê xelas bike

  • rojane
  • 12:46 17 Hezîran 2025
  • |

ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn û got: “Tirkiye bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd re dikare xwe ji vê bahozê xelas bike.” 

 
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan li Meclisê di civîna koma partiya xwe de geşedanên di rojevê de nirxand. Bakirhan, di serî de Denîz Poyraz bi bîr anî ku di 17’ê Hezîrana 2021’ê di êrişa li dijî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê de hatibû qetilkirin. Bakirhan, got ku ew ê tu caran vê erişê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. 
 
'ROJHILATA NAVÎN JI XWE RE LI RÊYEKÊ DIGERE’ 
 
Bi domdarî Bakirhan bal kişand ser şerê Îran û Îsraîlê û got ku bi vî şerî re xeta fayê ya herî dijwar şikestiye û got heke ev şer mezin bibe dê li herêmê rê li ber şikestinên jeopolîtîk ên mezin veke. Bakirhan, anî ziman ku dîroka Rojhilata Navîn bi xetereyeke erdhejeke siyasî û civakî ya herî mezin re rû bi rû ye û got: “Divê ev şerê ku tu feydeya wê ji bo Fars, Erev, Kurd û Cihûyan nîne tavilê bê bidawîkirin. Weke DEM Partiyê em banga diyalogê û muzakereyan dikin. Rojhilata Navîn diguhere û ji xwe re li rêyekê digere. Lewma divê ev rê baş were fêmkirin û rê û rêbazên li gorî vê rêyê bên hilbijratin. Ev tekane vebijêrka welatên Rojhilata Navîn e.” 
 
'AŞTIYA NAVXWEYÎ RÊYA HERÎ BIEWLE YE’
 
Bakirhan, diyar kir ku di demekê li Rojhilata Navîn şer û pevçûn mezin dibe de hewceye aştî û çareseriya li Tirkiyeyê were mezinkirin û ev tişt anî ziman: “Divê em dersan bo xwe ji şerê Îran û Îsraîlê bigirin û aştî û îradeya çareseriyê xurt bikin. Rêya herî bi ewle, avakirina aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê ye. Parolaya me jî bêhtir demokrasî, bêhtir edalet û bêhtir azadî ye. Herêm û Tirkiye tenê dikare bi jiyaneke demokratîk û wekhev bi hizûr bibe.” 
 
‘EWLEHÎ, AŞTÎ YE’
 
Bakirhan, destnîşan kir ku Tirkiye bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dikare ji bahozên heyî xwe xelas bike û wiha dom kir: “Bi avakirina komara demokratîk dê bikare xwe xelas bike. Perspektîfa birêz Ocalan pêşkeşî kongreya PKK’ê kirî, perspektîfa ewlehiya hemû gelên vê erdnîgariyê ye. Birêz Ocalan gotibû ku jehrkuja pevçûnên Îsraîl-Filistînê û şerên netewe dewletan, konfederalîzma demokratîk e. Ev model dikare pirsgirêkên piralî yên Rojhilata Navîn bi rêyên aştiyane û demokratîk çareser bike. Bi vê perspektîfê dikare îstîqrar û hizûr were. Yên di hundirê xwe de nikarin demokrasiyê ava bikni, belayê dikişînin ser xwe. Li Îranê tu derdorên civakî jê xweş nînin. Çareserî di şer û înkarê de nîne. Çareserî, rejîmeke demokratîk e ku gel û baweriyan wekhev dibîne. Ji bo Îranê rêya sêyemîn ev e. Divê Îsraîl jî dev ji pozîsyona bêîstîqrarkirina Rojhilata Navîn berde. Îsraîl nikare bi êrişkirina welatên din ewlehiya xwe biparêze. Ewlehî, di aştiyê de ye. Di hizûr û demokrasiyê de ye.” 
 
‘HESABÊN BIÇÛK DÊ WELAT BÊ PISÛLE BIHÊLE’
 
Bakirhan, daxuyand ku divê êdî ji bo pêvajoya aştiyê gav bên avêtin û bi hesabên siyasî yên rojane re kesek nikare xetereyên jeopolîtîk ji holê rake. Bakirhan, anî ziman ku yên li pey hesabên biçûk û hesabên hilbijartinê dikevin, dê di behra Rojhilata Navîn de bê pisûle bimînin. Bakirhan, got ku nêzikatiya di çarçoveya ewlehiyê de ya li dijî pirsgirêka Kurd dê bibe xeletiya herî mezin û got ku bi banga Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê re ev xefik hatiye têkbirin. 
 
Bakirhan, wiha domand: “Di demeke Rojhilata Navîn dişewite de divê em kêşeya winda bike-winda bike veguherînin kêşeya qezenc bike-qezenc bike. Rêya vê jî avakirina rejîmeke demokratîk û lihevkirina bi Kurdan re ye.” 
 
‘DIVÊ OCALAN AZAD BIBE’
 
Bakirhan, da zanîn ku dê di rojên pêş de ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê bidin û ev tişt anî ziman: “Ji bo mezinbûna aştiyê divê rêya Îmraliyê ji her kesî re vekirî be. Divê birêz Ocalan bikare bi hemû derdoran re hevdîtinê bike. Dê ev hevdîtin ji bo Tirkiyeyê sûdewer bin. Rêberê gelekî yê 20 sal berê ev pêvajo texmîn dikir di girtîgehê de ye. Divê bi rastî jî êdî birêz Ocalan azad bibe.  
 
Birêz Ocalan demekî kin berê got ‘ez dikarim pêvajoyê bikişînim ser zemîneke hiqûqî û siyasî.’ Her kesî digot ‘gelo ew qudreta wî heye?’ Di demekî kin de bi gotina xwe kir û li ser soza xwe ma. Lê gelo ev cisareta îktîdarê heye? Em bang li îktîdarê dikin ku xwedî cisaret be û qenciyeke mezin li Tirkiyeyê bike.” 
 
HEVDÎTINÊN JI BO YEKITIYA NETEWEYÎ
 
Bakirhan, da zanîn ku di dawiya hefteyê de li Amedê bi partiyên Kurd re hevdîtinên pir baş li dar xistine û ev hevdîtin weke “dîrokî” nirxand. Bakirhan, got ku partiyên Kurd bi çareseriyê re ne û di mijara aştiyê de xwedî îrade ne. Bakirhan, diyar kir ku lihevkirina partiyên siyasî yên Kurd, ji bo hemû gelên Tirkiyeyê hêvî ye. 
 
KOMÎSYONA CIVAKA DEMOKRATÎK Û AŞTIYÊ 
 
Bakirhan, axaftina xwe wiha qedand: “Di şikestineke wiha dîrokî de betlaneya aştî û çareseriyê nabe. Divê Meclis tavilê ‘Komîsyona Aştî û Civaka Demokratîk’ ava bike û berpirsyartiya xwe bicih bîne. Divê ev komîsyona mîmara avakirina aştiyê be. Werin em avakirina komîsyonê nevehêlin û hêviya aştiyê mezin bikin. 
 
Banga 27’ê Sibatê û daxuyaniya kongreyê ya PKK’ê hêviyek mezin da gelên Tirkiyeyê. Êdî tu hukmê tundî û çekê ya li dijî mafên gelê Kurd û demokratîkbûnê nîne. Êdî her kes dibêje ku bila tavilê demokrasî û aştî bê.”