Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşên 'azadî ji Ocalan re'

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşên girseyî li dar xistin.
 
HELEB
 
Bi hezaran li Helebê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. Girseyê di meşê de got: “Em ê xwedî li fikir û felsefeya Rêber Apo derkevin û armanc û azadiya wî ya fîzîkî mîsoger bikin.”
 
Însiyatîfa Jinan a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a girêdayî Kongra Star a Helebê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşek li dar xist. Meş bi dirûşma “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e” pêk hat. Bi sedan şênî, endamên partiyên siyasî, saziyên sivîl, meclis û komînan beşdarî meşê bûn.
 
Girseyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û pankartên “Bi jiyana azad re rojek diyalog” û “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e” vekirin û ji pêşiya Hola 8ê Adarê ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê dest bi meşê kir. Meş li Qada Cebanat a rojhilatê taxê veguherî mîtîngê. Piştî rêzgirtinê, endama Însiyatîfa Jinan a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Medya Miqdad axivî. Medya anî ziman ku Abdullah Ocalan bi ramanên xwe yên azad û banga aştî û civaka demokratîk dikare aştiyê pêk bîne.
 
Medya Mîqdad da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştgirî û bawerî da jinan û got: “Divê em xwedî li fikir û felsefeya wî derbikevin û armanc û azadiya wî ya fîzîkî mîsoger bikin.”
 
Hevseroka Meclisa TEV-DEMê ya Helebê Mehla Mistefa jî bal kişand ser durûtiya siyasetên dewleta Tirk û got: “Li pêşiya raya giştî îdia dike ku ew banga Rêbertî qebûl kiriye, lê li aliyekî din êrîşên xwe li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne û Rêbertî azad nake.”
 
Mîtîng bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bi dawî bû.
 
KOBANÊ
 
Bi hezaran şêniyên Kantona Firatê jî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan. Di meşê de peyama “Rêber Apo ji bo jinan hêviya azadiyê ye”hat dayîn. Meş ji aliyê Kongra Star ve bi dirûşma ” Rojek bi jiyana azad re diyalok” hat birêxistinkirin. Endamên sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser, tevgerên jinan, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl jî di nav de bi hezaran kes ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan tev li meşê bûn.
 
Meşê ji qada Jina Azad dest pê kir. Di meşê de wêneyên Abdullah Ocalan û alên Kongra Star hatin hildan. Girseya gel bênavber dirûşmên “Bêjî Serok Apo”,”Bê Serok jiyan nabe” û “Berxwedan jiyan e” berz kirin. Meş heta qada Şehîd Egîd dewam kir û li vir deqeyek rêz hat girtin. Piştre endama Koordînasyona Kontra Star a Kantona Firatê Macîde Hiso wiha axivî û got: “Em berxwedana Rêber Apo ya di zindana Îmraliyê de silav dikin. Gel xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin kirine, ji ber vê yekê divê hemû gel rabin ser piyan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikin. Mifteya çareseriya hemû pirsgirêkan li gel Rêber Apo ye.”
 
Meş bi dirûşma “Bê Serok Jiyan nabe” , “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî “bi dawî bû.
 
QAMIŞLO
 
Bi pêşengiya Kongra Star, ji bajarên Amûdê, Qamişlo, Tirbepsiyê, Girkê Legê û Dêrikê bi hezaran jin li Qamişloyê hatin gel hev û bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke girseyî li dar xistin. Meş ji Çerxerêya Sonî ya naverasta bajarê Qamişloyê dest pê kir. Di meşê de posterên Abdullah Ocalan, sembolên Şoreşa 19’ê Tîrmehê û pankartên "Rojek bi jiyana azad re diyalog" vekirin û bênavber dirûşmeyên "Bi can, bi xwîn em bi te re Apo"hatin berzkirin.
 
Girse li kolanên sereke yên sûka bajar meşiyan li qada Şehîd Rûber mîtîngek li dar xist. Di mîtîngê de piştî deqeyeke rêzgirtinê, endama Koordînasyona Kongra Star Bêrîvan Xalid axivî. Bêrîvan Xalidê anî ziman ku Abdullah Ocalan 26 sal in li girtîgeha Îmraliyê têkoşînê dike û derketina wan a li qadan jî bi daxwaza azadiya wî ya fizîkî ye.
 
Bêrîvan Xalidê bal kişand ser pergala îşkence û qirkirinê ku li ser Abdullah Ocalan tê meşandin û wiha pê de çû: "Ev pergal berdewama komploya navneteweyî ya tarî ya li dijî Rêbertî û rola wî ye. Armanc birîna têkiliyên Rêbertî bi gel re ye. Lê Rêber Neteweyî û mulhimê mirovahiyê Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê veguherand dibistana zanîn û ramanê."
 
Bêrîvan Xalidê îşaret bi vê yekê kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jn xwe li gorî fikir û felsefeya Abdullah Ocalan bi rêxistin kirine û projeya wî ya neteweya demokratîk belav dikin.
 
Mîtîng bi berzkirina dirûşmên "Bijî Serok Apo"bi dawî bû.
 
HESEKÊ
 
Bi pêşengiya rêxistina Kongra Star a bajarê Hesekê, bi hezaran ji jinên Hesekê, Şedadê, Dirbêsiyê, Til Temir,Til Birak, Hol, Zirgan û kampên Serêkaniyê û Waşûkanî ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dirûşmeya  “Rojek bi jiyana azad ra diyalok”meşeke girseyî li dar xist. Beşdaran wêneyên Abdullah Ocalan û alayên Kongra Star hildan.
 
Meş ji Çerxerêya Marşo ya bajar dest pê kir. Piştî ku meşvan gihaştin Qada Azadiyê deqeyekê rêz girt. Pişti re endama Kongra Star a bajarê Hesekê Welîde Botî axivî û wiha got: "Em silavan ji Rêber Apo re dişînin. 26 sal li Îmraliyê berxwedaneke dîrokî dike. Destkeftiyên ku jinan îro bi dest xistine bi saya Rêber Apo ne. Em ê jî xwedî li wan destkeftiyan derkevin û heya Rêberê me bi fîzîkî azad nebe, em dest ji têkoşîna xwe bernadin.”
 
Dû re ji Koordînasyon Kongra Star a Hesekê Bedriya Hisen diyar kir ku bêyî azadiya fizkî ya Abdullah Ocalan azadî û aramî mîsoger nabin û wiha got: "Hêzên komploger xwest vîna jinan bişikînin. Rêber Abdullah Ocalan ji bo her jinekê Îmralî kir dibistan."
 
Meş bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.