Helbestvan Fadil Ozturk hate definkirin

img
ÎZMÎR - Helbestvan û nivîskar Fadil Ozturk ku bi nexweşiya penceşêrê ketibû û jiyana xwe ji dest da, hate definkirin. 
 
Helbestvan û nivîskar Fadil Ozturk ku bi nexweşiya penceşêrê ketibû û li Nexweşxaneya Zanîngeha Egeyê dihat tedawîkirin, duh jiyana xwe ji dest da. Ji bo definkirina Ozturk, îro li Cemxaneya Balçovayê ya Îzmîrê merasîma cenazeyê hat lidarxistin. Malbat û hevalên Ozturk, rêveberên Navenda Lêkolînên Dêrsimê (DAM), Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Dêrsimê ya Îzmîrê, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Akin Bîrdal tev li merasîmê bûn. Hunermend Ferhat Tunç ku li Ewropayê dijî jî ji bo Fadil Ozturk peyama sersaxiyê şand. 
 
‘HELBESTVANEKÎ ŞOREŞGER BÛ’
 
Helbestvan Enver Bulut di merasîma cenazeyê de got ku Ozturk helbestvanekî şoreşger bû û got: “Di rojên tarî yên 12’ê Îlonê de hate îşkencekirin û li ber xwe da. Serê helbestên wî û rêhevalên wî sax be.” Ji hevalên Ozturk, Merah Cemîl Kaymaz jî got ku Ozturk kesê herî afirîner ê koma wan bû. 
 
Mehmet Ozturk jî bal kişand ser rojên têkoşînê yên tevî Ozturk li Xarpêtê jiyayî û got: “Ji 50 salan ve ye heval û rêhevalê min e. Piştî derbeya 12’ê Adarê, min Fadil li Xarpêtê nas kir. Me hewl da bi hev re jiyanê parve bikin. Xarpêt li ser xetekî wisa bû ku dikariya şerê navxweyî li wir were gurkirin. Wê demê şoreşgertî zehmet bû. Fadil, heke gotin di cih de be xweparastin birêxistin kir. Tiştekî wiha girîng kir. Xwedî enerjiyeke bêdawî bû. Ez wî bi rêzdarî bi bîr tînim.” 
 
Serokê Rûmetê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal jî got ku Ozturk mirovekî dilfireh bû, ew ê her tim di dilê wan de bijî û bi rêzdarî bi bîr anî. 
 
Rojnameger Vecdî Erbay, ji damezirînerên DAM’ê Ergîn Dogru û gelek rêhevalên Fadil Ozturk jî di merasîmê de axivîn û Ozturk bi bîr anîn. 
 
Piştî axaftinan, helbestên Ozturk ji hêla hevalên wî ve hatin xwendin. Piştî merasîma cenazeyê, Ozturk ji bo definkirinê ber bi gundê Gazîler ê navçeya Bayindir a Îzmîrê ve hate oxirkirin.