MÊRSÎN - Di roja duyemîn a meşa "Budçeya Nan û Aştiyê" ya DEM Partiyê de, milê Çûkûrovayê ber bi Tarsusê ve bi rê ket.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) duh bi dirûşmeya "Budçeya Nan û Aştiyê" meşek ji çar aliyan ber bi Enqereyê ve da destpêkirin. Milê meşê yê Çûkûrovayê ji navçeyên Samandag û Îskenderûnê yên Hatayê derbas bû û dû re gihîşt navçeya Akdenîzê ya Mersînê. Piştî ku şevö li Mersînê derbas kirın, meşvan îro danê sibehê li ber avahiya Rêxistina Navçeya Akdenîzê ya DEM Partiyê kom bûn.
Girseya ku li vir kom bû, meşvanên ku ber bi navçeya Tarsusê ve diçûn bi rê kir. Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a DEM Partiyê Mehmet Saltoglu diyar kir ku milê meşê yê Çûkûrovayê ku ji bo nerazîbûna li dijî nîqaşên budçeyê yên li Meclisê dest pê kir, dê li Tarsûsê bi karker û kedkaran re bicive. Saltoglu diyar kir ku meşa ku ji çar aliyên Tirkiyeyê dest pê kiriye, armanc dike ku daxwazên gel bide xuyakirin û got ku milê Çûkûrovayê duh li navçeya Samandag a Hatayê dest pê kir, li Mersînê berdewam kir û îro dê di ser Tarsus û Edeneyê re li Enqereyê bi dawî bibe.
Saltoglu tekez kir ku nîqaşên budçeyê ji dabînkirina pêdiviyên gel, karker û kedkaran dûr in û got: "Em dizanin ku nîqaşên budçeyê yên li Meclisê ne ji bo gel, ne ji bo karkeran in; ew ji bo çend kesan in. Ji ber vê yekê, em têkoşîna xwe ne tenê li Meclisê, di heman demê de li kolanan jî didomînin." Saltoglu diyar kir ku armanca meşê ew e ku rasterast li qadê daxwazên gel werin guhdarîkirin û got: "Îro em ê li Tarsûsê bi karker û kedkaran re hevdîtinê bikin. Em bi vê têgihîştinê meşa xwe ji çar aliyên Tirkiyeyê didomînin."
Piştî axaftinê, meşvan li otobusê siwar bûn û ber bi Tarsûsê ve ketin rê. Li Tarsûsê, meşvan dê bi karkeran re bicivin. Piştî Tarsûsê, meşvan dê ber bi Edeneyê ve biçin û saet di 16.00'an de li Parka Înonu ya li navçeya Seyhanê civîneke gel li dar bixin.
